‘Pêwîstiya parêzvanên xwezayê bi bername û siyasetan heye’

Çalakvana jinan Înas El Ebyed diyarkir ku parêzvanên xwezayê yên jin ên ku li serê çiyayan dijîn ji nebûna siyaset û bernameyên alîkariyê nerazî ne û divê ji bo jinan bernameyên alîkariyê bên danîn.

NEZÎHE BOSEÎDÎ

Tûnis – Jinên li gund û herêmên daristanan dijîn bi paşguhkirin, nebûna baldarî û edaleta civakî ya jîngehê re rû bi rû tên. Civaka sivîl li Tûnisê baldariyê dide parêzvanên jîngehê, lê belê dewlet di baldariya civakî de lawaz e. Her wiha jinên li herêmên çolwar dijîn ji ber azarên wan gelek in, gelek ji wan ji bo jiyanek baş koçberî herêmên perav bûne.

Çalakvana jin û seroka beşa edaleta jîngehî di panela Tûnisê ya mafên aborî û civakî de Înas El Ebyed wiha got: “Parêzvanên xwezayê li xwezayê jiyan dikin û çavkaniyên wê ji bo debara jiyana xwe û zarokên xwe bikar tînin. Ew ji her kesê zêdetir di parastina jîngehê de berpirsyar in. Eger nikarin nêzî daristan û çiyayan bijîn dê dest jê berdin û biçin li cihekî din jiyan bikin. Ev jî yekser bandorê li xwezayê dike. Ji ber mirov dema di sîstemekî jîngehî de be û di hundirê wê de bi aştî jiyan dike bêguman dê refleksa wî ji bo wê erênî be û dê sûdê bide xwezayê.”

‘Koçberî zêde dibe’

Înas El Ebyed di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di vê rewşê de em hêvîdar in siyaseta me ber bi tespîtkirina jinan li wan herêman ve biçe. Ji ber koçberî zêde dibe û jin nema dikarin li herêmên hundirîn karên cotkariyê bikin, berê xwe didin herêmên peravê. Ji ber li wir kargeh hene lê belê aboriya pîşesazî turîzm û kargehiya cotkarî kêm in. Divê em li hember wê rawestin. Ji ber koçberiya ji ber hewayê bandor li malbat û civakan kir û bû sedema qerebalixiya bicihbûnê û lawaziya civakê. Jin dema koçberî wan herêman dibin her şertên kar qebûl dikin û heqdestekî kêm digrin û li malên ne guncaw dimînin.”

‘Jingeh ji ber qirêjiyê hildiweşe’

Înas El Ebyed da zanîn ku li Tûnisê krîzên jîngehê hene û wiha got: “Di rastiyê de krîzên jîngehî û atmosferê li Tûnisê ne wek hev in, hin beş hene ji lawaziya aborî û civakî ner razîne û lawaziya jîngehê û hewayê jî zêde bûye. Dema qirêjî hebe jîngeh hildiweşe. Herî zêde jin û zarokên keç ji vê yekê ziyanê dibînin. Di cîhanê de ji sedî 70 jinên bi xwezayê re kar dikin xizan in. Me lawaziya jîngehî ya jinên Tûnisê dema tevgerên jîngehî dişopandin li gelek herêman dît. Me dît çawa jin bi taybet di aliyên berdewamkirina karên xwe de êşan dikşînin. Jin hem kar dikin hem xwezayê diparêzin ji ber wê divê werin parastin. Jin dikarin li aboriyê miqate bin. Li herêmên av kêm be jin dizanin çawa bikar bînin û dizanin çawa bi giyayan bi daristanan re bidin û bistînin bi riya qutkirina bi awayek baş, ji bo berdewam şîn bibin."

‘Divê ji bo xurtkirina aboriyê plan werin danîn’

Înas El Ebyed got: “Mixabin siyaseta me ya îro ne serkeftî ye. Mînak plana neteweyî ya jinan û guhertina hewayê ya ku wezareta jinan di sala 2023’an de danî di nav xwe de gelek encaman dihewîne. Ji wan jî xurtkirina aborî ya jinan û xurtkirina berxwedana wan li hember guhertinên hewayê ye. Lê belê heta niha em li bendê pêkanîna wê ne. Panela Tûnisê ya mafê aborî û civakî jî dibêje divê nêzîkatiya pêşveçûnê tevlihev be. Ji bo beşên lawaz li hev bike û taybetiya bandora rûxandina jîngeh û hewayê û newekheviya wê di navbera herkesî de li ber çavan were derbaz kirin. Ji ber edaleta di navbera zayendan de bi newekheviya jîngehî û hewayê re kom dibe û di encam de lawazbûna jinan zêde dibe."

Înas El Ebyed anî ziman ku siyaset û kesên zagonan datînin divê vê lawazbûnê li ber çavan bigrin û ji bo derbaskirina vê lewazbûnê bernameyan daynin û wiha got: “Ji bo bi vê lawazbûnê, divê jin bi çalakiyên xwe di çarçoveya xwe ya normal de jî lihev bike. Mînak eger jin di cotkariyê de jêhatî bin em alîkariya wê dikin daku pirojeya wê biser bikeve. Divê em baldariyê bidin hemû çalakiyên cotkariyê yên van jinan ji ber debara xwe pê dikin ji ber dikeve qada xurtkirina aborî de. Ev e edaleta civakî ya girêdayî edaleta jîngehî û hewayê."

‘Jin ji ber qirêjiyê nexweş dibin’

Înas El Ebyed destnîşan kir ku rewşa lawazbûnê ya jinên li Tûnisê dijîn ji gelek jinên li bajarê Berbaşa re jî girîng e û wiha got: “Jinên ku di komkirina çopê de kar dikin, derdora 20 hezar jin in. Lastîkan didin hev û rastî gelek cureyên birîndariyê û nexweşiyan tên. Tiştên didin hev jî bi nirxek erzan difroşin. Beşek din ji jinan hene li nêzî cihên qirêj li parêzgeha Sefaqis dijîn. Ev yek bû sedem ku gelek jinên dû canî pitikn wan ji be rbiçin û yan jî di jidayîkbûnê de ji ber bakteriyan zehmetiyan bijîn. Her wiha gelek jin rastî qirêjbûna avê tên. Ji sedan 30’ê jinên bajarê Sekdo bi nexweşiyên çerm û hesasiyetê ketine û ji sedan 40’ê jinan bi nexweşiyên kurçik û hwd ketine. Ev jî li ber çavan nayê derbazkirin.”