‘Parastina ajalan hevsengiya jîngehê misoger dike’

Jîngehparêza Lûbnanî Mêrvet El-Dibis a ajalên li kolanan bê xwedî mane xwedî dike, destnîşan kir ku ji bo hevsengiya jîngehî divê ajal bên parastin.

SUZAN EBU SAÎD

Beyrûd – Jîngehparêza Lûbnanî Mêrvet El-Dibis a bal kişand li ser parastina mafên ajalan, anî ziman ku ji bo hevsengiya jîngehî divê ajal bên parastin.

Mêrvet El-Dibis anî ziman ku tevî ku rewşa aborî ya xirab ku li Lûbnanê tê jiyankirin ew karê parastina ajalan dike û got: “Mûçeya min weke mamosteyek rûniştî gelekî kêm e jî, lê ez bi hemû karîna xwe hewil didim ajalên berdayî biparêzim ez nikarim ajalek nexweş an birçî bibînim.”

‘Divê mafê ajalan bê parastin’

Mêrvet El-Dibis her roj 12 saetan di şopandina heywanan de diqedîne û dibêje: “Ez ajalên nexweş bi tenê derman dikim, nameya min ji bo hemûyan ku ajalan biparêzin ji ber ku ew jîngehî diparêzin û hevsengiya wê pêktînin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Mêrvet El-Dibis bal kişand li ser êrişên ajalan û got: “Gelek dewletên cîhanê rêbaza xefikan, cudabûn û berdanê bi heywanên berdayî re bikar tînin. Lê di Lûbnanê de pêknayê tevî ku sala 2017’an de li ser zagona ajalparêziyê îmze kirine. Gelek dewletên cîhanê cihên xwedîkirina ajalan ava kirine, gel jî dikarin heywanên berdayî xwedî bikin derman bikin weke heywanên malan li gel xwe bihêlin. Zagon di madeya 12’an de diyar kirî ku divê cihên ajalan bên avakirin. Lê mixabin ta niha tenê me li bajarê Bailbek de dîtî wan cihek ji heywanên berdayî re avakirine lê rewşa segên berdayî bi awayekî baş nayê çareserkirin, tên kuştin an jehirkirin bi madeya Lanît ya metirsîdar ku di qada navneteweyî de qedexekirî ye.”

Ajalparêzî wek mijarek bingehîn nayê dîtin

Mêrvet El- Dibis destnîşan kir ku danûstandina bi mijara ajalparêzî bingehîn nayê dîtin û wiha pêl da axaftina xwe: “Em mirov in, di her boneyekê de çêlikên heywanan weke diyarî didin hevdu, lê dema mezin dibin berpirsyartiya wan hilnagirin, lewma tên xwedîkirin an tên firoştin. Ez hewil didim xwarinê deynim cihên ew heywan têde kom dibin dûrî mirovan, ava paqij jî datînim, hin cureyên balindeyan û qirikan jî tên li ser wê xwarinê kom dibin. Li mala min hejmarek heywanên astengdar hene, ez li bendê me xelk hewil bide wan xwdî bike hundir Libnanê an derveyê. Her wiha maleke min biçûk heye ez têde 15 pisîkên birîndar derman dikim û xwarinê didim û wan diparêzim.”