NY’ê der barê guherîna avhewayê de hişyariyê da

Neteweyên Yekbûyî çend roj ji lûtkeya COP27’an re bimîne, raporek nû ya hişyariyê dide weşand. Di raporê de hat destnîşankirin ku ji bo ji karesatekê kûrewî bireve, divê cîhan emîsyonan bi rêjeya ji sedî 45 kêm bike.

Navenda Nûçeyan – Bernameya Hawridorê ya Neteweyên Yekbûyî beriya Konferansa Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP27) raporek weşand û hişyarî da ku bi rewşa heyî germahiya kûrewî heta dawiya sedsalê dibe ku bigihêje 2,6 pileyan. NY’ê çend roj ji lûtkeya COP27’an re bimîne, raporek nû ya hişyarî dide weşand. Çend roj beriya civîna bilind a COP27, Neteweyên Yekbûyî raporek nû ya tirsnak eşkere kir. Bernameya Hawîrdorê ya Neteweyên Yekbûyî (UNEP) di raporekê de ku roja 3ê Mijdarê weşand de, divê mudaxale kûrewî ji qeyrana avhewayê re di refên pêş û navendê de cih bigre.

'Divê emîsyona gaza serayê bê kêmkirin'

Peyama mirovên zanyaran ya li ser tiştên ku divê ji bo pêşî girtina germahiya kûrewî pêwîstên bên kirin pir zelal e: "Divê bi tevahî ji karanîna sotemeniyên fosîlî were dûrketin û emîsyona gaza serayê were kêm kirin." Rapora NY’ê dibêje ku ji bo ji karesatekê kûrewî bireve, divê cîhan emîsyonan bi rêjeya ji sedî 45 kêm bike.

Dê armancên avhewayê yên welatan bê axaftin

Dê di Civîna Lûtkeyê ya COP27 ku dê roja Yekşemê li Sharm el-Şêx a Misrê dest pê bike de, armancên avhewayê û planên kêmkirina emîsyonê yên welatan ji nû ve were dest girtin. Her wiha ji bo welatên pêşdikevin zêdetir piştgiriya aborî bê dayîn û li welatên ku ji ber qeyrana avhewayê bandor dibîn de, avakirina mekanîzmayên winda û zirarê di rojevê de bin.

'Demê me yê bê windakirinê nîne'

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres wiha got: "Tê payîn ku pêwistiyên adaptasyonê yên li cîhana pêşdikevin, heya sala 2030’an salane derkeve 340 milyaran. Lê îro piştgirîya ji bo adaptasyonê tê dayîn, ji dehyeka wê mîqdarê kêmtir e. Berdêla guherîna avhewayê mirovên bedêna van herî bêprastin didin. Divê ji bo parastina van mirovan ya ji xetereyan xebat bên zêdekirin. Demê me yê bê windakirinê nîne.”

Antonio Guterres ji Bernameya Pêşvebirinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP), Hevkariya Têkarî ya Bi Neteweyî Hatiye Diyarkirin û fonên ciyawaz ên avhewayê xwest ku ji bo welatên armanc pîlotiya "lezkerek aheng" bike, bi fonên giştî û taybet re bixebite.