Neteweyên Yekbûyî: 17 welatên Ereb bi pirsgirêkên avhewayê re rû bi rû ne

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku 17 welatên Ereban heta sala 2040’ê dê bi kêmbûna avê re rû bi rû bimînin û 12 ji wan di warê peydakirina ava têr de dê di bin sînorê hejariyê de bin.

Navenda Nûçeyan - Netewên Yekgirtî di raporekê de ragihand ku ji 22 welatên Ereban heta sala 2040’ê 17 welat dê rûbirûyê hişkesalî û kêmbûna avê bibin û 12 welat jî di warê peydakirina ava têr de di bin sînorê hejariyê de bin.

Wî her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku welatên Iraq, Sûriye û Sûdan di nav wan welatan de ne ku di salên pêş de dê rûbirûyê kêmbûna avê bibin.

Hêjayî gotinê ye ku di van 2 salên dawî de li Iraqê bi têra xwe baran nebariye. Ev faktor bûye sedema ragihandina hişkesalî li çend herêman û herêm bi kêmbûna dexl û berhemên çandiniyê re rû bi rû maye.