Li Zîlanê masî dimirin

Bendav û HES’ên ku tên çêkirin dibe sedema talana xwezayê. Li herîma Zîlan a navçeya Ercîşê, hat destnîşankirin ku ji ber bandora neyînî ya HES’ên ku hatine çêkirin gelek masiyên ciwan mirin.

Navenda Nûçeyan – Li herema Zîlan a ku li binê Bendava Pira Koç a li derdora gundê Încesu yê navçeya Zîlan a navçeya Erdîşê ya Wanê ye mirina masiyên ciwan bal kişand. Li gundê Încesu yê ku bi qasî 10 kîlometreyan dûrî navenda navçeyê ye, di ava çemê de masî di binê Bendava Pira Koç de mirin. 

Bi avabûna Santrala Hîdroelektrîkê (HES) a li ser bendavê, di van du salên dawî de mirina masiyan zêde bû.