Li Tûnisê jin ji bo bandora guherîna avhewayê kêm bikin hewldanên xwe didomînin

Li Tunusê aktivîstên hawirdorê, bandora nerênî ya guherîna avhewayê li ser jinan tesbît kirin û ji bo van bandoran kêm bikin hewldanên xwe yên şexsî û kolektîf berdewam dikin.

NAZÎHA BOUSSÎDÎ

Tûnis- Li Tûnisê aktivîstên hawirdorê li gel guherîna avhewayî, hişkesaliya heyî, pirsgirêka avê, felaketên weke lehiyê li dijî bandora wan a li ser mirovan, ji bo tedbîr werin girtin hewldanan berdewam dikin. Ji endamên dînamîka avê aktivîsta hawirdorê Manana Zitounî diyar kir ku guherîna avhewayê herî zêde bandorê li jin, astengdar û zarokan dike.

‘Barê jinan girantir bû’

Manana Zitounî diyar kir ku bi taybetî li herêmên çolwar ji ber pirsgirêka avê weke erka jinan tê dîtin ku ji bo malbatê avê peyda bike, barê wan girantir dibe û got: “Jinên li bajarê Kairouanayê ji bo avê bibin malên xwe mesefaye 3 saetan rê dimeşin. Li gorî tesbîta Foruma Mafên Divakî û Aborî ya Tûnisê, riya çûnhatinê qet baş nîn e û dibe ku jin di rê de rastî êrişên weke tecawizê werin.”

‘Bandorek zêde li jinên di sektora çandiniyê de dike’

Manana Zitounî îşaret bi wê yekê kir ku guherîna avhewayê di asteke zêde de bandoreke neyênî li sektora çandiniyê ku qadek mezin a kar e û çavkaniya jiyanê ye dike û got: “Ji bo jinên di sektora çandiniyê de dixebitin, li dijî bandorên neyênî yên weke hişkesaliyê wê çi were kirin divê dewreyên perwerdeyê werin dayîn. Bihêzbûna jinan di aliyê aborî de, wê bibe alîkar ku ji heqê wê derbikevin.”  Manana Zitounî diyar kir ku divê meqamên eleqedar û rayedar, ji bo bandora neyênî ya guherîna avhewayê kêm bikin, bikevin tevgerê û wiha got: “Divê hemû guherînên zagona avê ya heyî ku xwe dispêrin beriya 50 salan were dîqetkirin û revîzekirin.”  

‘Jin çavkaniyên xwe yên jiyanê winda dikin’

Koordînatora projeya Fîna Klaima, Hassîba Belghaith bal kişand ku di sektora çandiniyê de ji sedî 70’ê wê jin in û hişkesalî bûye sedema kêmbûna zeviyên çandiniyê û ev tişt got: “Ji ber vê jin çavkaniyên xwe yên jiyanê yên weke mêşvanî, lawirvaniya qefesê, cotkarî, komkirina giyayan winda dikin. Sala borî tişta li Maloula ya li bajarê Tabarka hat jiyin ev bû. Jinek ku çavkaniya jiyana xwe winda kir warê xwe terk kir çû cihekî din. Ji bo bikeve nava derdora nû, ji bo zarokên xwe, dema li dibistanan û kar geriya, rastî zehmetiyan hae. Hinek caran ji bo li kar bigere dema bi tena serê xwe diçû paytextê, malbata wê ya li qada daristana bê ewlehî diman. Di rê de îhtîmal heye ku rastî metirsiyên cuda were. Ev jî rê li ber pirsgirêkên ku heta malbat parçe bibe vedike.”

‘Em belgeya pirsgirêkên ku jin dijîn amade dikin’

 Hassiba Belghaith îşaret bi wê yekê kir ku koparatîfên çandiniyê ji bo gelek jinan sitargeh e lê vê carê rastî pirsgirêkên kirê, bazarkirin, transfera madeyên xwarinê maliyeta zêde tên û ev tişt got:

“Bi civaka sivîl, bi taybetî bi hevkariya komeleya pêşketina berdewam bike û parastina hawirdorê li Siliana, Zaghouan, Sidi Bouzid û Zaroua bi komek ciwanên ku hevaltiya me dikirin, me guh da jinên ku rastî pirsgirêkên ji ber guherîna avhewayê  hatin. Di çandiniyê de bi kêm avê rêbazên avdanê, wê çawa be li ser çareseriyên xwecihî me nîqaş kir. Niha pêşniyazên çareseriyê ên ku em pêşkêşî wezaretên çandinî, hawirdor, jin û nûnerên meclîsan bikin, em li ser belgeyek ya polîtîkaya ku pirsgirêkên jinan rast hatine digre nava xwe dixebitin. Di serê sala par wezareta jinan û wezareta çandiniyê ji bo hevkarî plana çareseriyê ya bi sernavê guherîna avhewayê hat amadekirin.”

‘Ji bo bandora guherîna avhewayê kêm bikin em dixebitin’

Ji Komeleya Kelam Doha Yahyaouî da zanîn ku komele xebatê li ser pêşketina jinan, aborî, femînîzma hawirdorê û komên hesas ên weke koçber didin meşandin. Doha Yahyaouî destnîşan kir ku guherîna avhewayê bi tayebet li ser jinan bandoreke cidî çêdike û ji bo ev bandor were kêmkirin biryar dane bixebitin û got: “Ji ber şewatên havîna borî derketin û xirabûna karên weke mêşvanî, lawirvaniya qefesan, dilopkirina ax û nebatên bi aroma çavkaniya dahata jinan pêk tîne weke herêma Maloula ya Tabarka ku rû bi rû dimîne me hewldanên cuda yên hawirdorê dest pê kir.”

‘Em hewl didin asta xisarê diyar bikin’

Hassiba Belghaith bi bîr xist ku bi hevkariya ofîsên xebatên jinan ên li bajarê Jendouba hewl didin asta xisarê diyar bikin û got: “Di heman demê de ji bo bibe alîkar ku mirov ji heqê vê qeyranê derbikeve me dest bi kampanyayek kir. Di vê qadê de me bi hevkariya komeke pispor xebatên der barê hişmendiya ku jin di gelek qadan de rastî guherîna avhewayê hatine der barê parvekirina fikir de didin meşandin. Ji bo pêşî li şewatan bigrin em difikirin ku stratejiyek amade bikin. Jin di kîjan astê de xwe digihîjînin çavkaniyên xwezayî tesbît bikin, xelaya avê re araziyên çandiniyê yên rayedaran peymana 50 salî, di aliyê şîrketên biyanî de di warê terikandinê de em difikirin ku lêkolîn bikin. “