Li Lîcê jin li dijî madenê li ser piya ne: Pêşeroja me tê hedef girtin

Jinên ku bertek nîşanê madena ku dê bandorê gelek gundan bike dan diyar kirin ku dê jîngeha wan were tunekirin û ew neçarî koçberkirinê tên kirin û wiha gotin: “Hefiza me û pêşeroja me tê hedef girtin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Li Kurdistanê polîtîkayên qirkirina jîngehê bi aweyek sîstematîk li bajarokên Lîcê û Qulpê zêde bûn. Li gundên ku di salên 90’î de qetlîam, şewitandina malan û koçberikirin pêk hat niha jî bi xebatên madenê tê xwestin gel neçarî koçberiyê bibin.

Dar hatin qutkirin, kaniyên gundan zirar dîtin

Tê plankirin ku li herêma gundên Zengesor, Heşeder, Mizag, Peçar, Bayirli û Şaxur ên navçeya Licê, tesîsa derxistina sifir bê avakirin. Di sala 2020’an de ji bo projeya ku ji aliyê Dimin û Dimer Madencilik ku navenda wan li Konyayê ye ve hatî sepandin rapora "Nirxandina Bandora Derdorê (ÇED) ne lazim e" hat dayîn. Piştî raporê li li heremê 24 xebatên sondajê destpêkir. Ji bo xebatê bi hezaran dar hatin birîn, girek li gund jî bi hinceta çêkirina rê hat texrîbkirin. Ji ber sedemên xebatên sondajê hezaz çêbû û rêyên kaniyan hat girtin. Ev jî bû sedem ku lawir nikaribin avê vexwin. Tê texmîn kirin ku ger proje pêk were dê li heremê 700 daristan ji holê rabe.

Baroya Amedê ji bo betalkirina projeyê doz vekir

Di dema ku ji bo xebatên sondajê 9 meh in înşaat dihat çêkirin, Komîsyona Hiqûqê ya Hawirdor û Bajarvaniyê ya Baroya Amedê ev mijar bir dozgerê. Komîsyonê diyar kir ku ji ber xebatên madenê bandorê li gelek gundan dike dê herêmek mezin zirarê bike, Komîsyonê bi 24 belgeyên ku ji gundiyan wergirtine ji bo rawestandina projeyê doz vekir. Dema ku komîsyon li benda encamnameya dozê bû, gundiyan diyar kirin ku ew ê bi çalakiyên girseyî rê nedin derbasbûna madenê.

‘Ev cara duyem e naçarî koçberkirinê tên kirin’

Jinan diyar kirin ku piştî sala 1993’an rastî mexdûriyeta duyemîn hatin û bi gotina “Ev paşeroj û pêşeroja me ye” destnîşan kirin ku ew ê malên xwe neterikînin. Jinan li ser vê yekê banga hestiyariyê li raya giştî kirin û diyar kirin ku divê têkoşîna wan bê destekkirin, jinan tiştên ku di vê pêvajoyê de jiyane ji ajansa me re axivîn.

‘Înşeata madenê rê li ber qirêjahiya jîngehê vekir’

Medîne Alan a li gundê Mizagê dijî û mala wê gelekî nêzî qada sondajê ye, diyar kir ku di mehên dawî de ji ber toza xebatan nikarin li ber deriyê mala xwe rûnin. Medîne Alan diyar kir ku ev kar ne tenê zerarê dide mirovan, zirarê dide hemû zindiyan, ajal û dar jî û wiha got: “Di salên 90’î de me ji gunden me sirgun kirin. Di vê pêvajoyê de me tenê cilek xwe girt û em derketin. Em aniha zivîrin; em tenê bi xwedîkirina cîlekekî dixwazin li gundê bijîn lê dixwazin li pêşiya wê jî dibin asteng. Li vir tu karên wan nîne. Ev maden hem zirarê dide me hem jî dide cîlekên me. Her der di nav tozê de ye. Em nikarin yek du lawiran jî xwedî bikin. Em ji bo ku debara xwe bikin neçar in kar bikin. Em dixwazin li gundê xwe bijîn. Li Amedê jî tu kar nîne. Em piştî 30 salan vegeriyan gundê xwe. Ji me re gotin em ê hertiştî bidin, aniha tiştê di destê me de jî dizwazin bigrin. Dixwazin çiya û axa me ji me bigrin. Em vê madenê naxwazin û çi pêwîst bike em ê heya dawî li berxwe bidin. Em rê nadin madenê.”

‘Di bexçe û lawirên me de berhem neman’

Azîze Alan, diyar kir ku fîrmaya madenê bi lîstikan dest bi xebatê kir û dema wan bertek nîşan da xwediyên fîrmayê giliyê cendirmeyan kirin. Azîze Alan, anî ziman ku dema xwestin qadên xwe yên jiyanê biparêzin rastî astengiya cendirmeyan hatine û got ku ew ê tevî hemû astengiyan jî axa xwe biparêzin.  Azîze Alan wiha pê de çû: “Ji ber van madenan di destê me de ne darên guza man ne lavir. Em vekî berê nikarin ji alvir û bexçeyên xwe berhem bigrin. Ev 9 meh e vê derê di nav tozê de hiştin. Daristanek cîlekên me nema ye. Ehm ava me hem jî ava lavirên me qirêj dikin. Berê li bexçeyên ku bi qeseyan sebze derdiket îsal ev jî derneket. Em tekezî van madenan naxwazin.

Çawa hatin dê wisa jî biçin. Em ji vir naçin, bila ev biçin. Tekoşîna ku ji destê me tê em ê bikin. Heya xwîna xwe ya dawiyê em ê livir bin û xwedî li axa xwe derkevin. Di her bostekî de keda me, paşeroja me û dîroka me heye. Ji bo ku em ji vir derkevin tên li vir dixeitin. Em vek jin tu carî qabûl nakin. Çi dibe bila bibe em livr in. Ev dibin emerîka tên xwezaya me xera dikin. Yên ku vê talanê dikin ne mirov ne jî Misliman in. Mirovên livir hîn bêhtir xizan in li şûna ku peryeên didin madenan bila bidin van mirovan. Tekoşîna ku ji destê me tê em ê bidin. Gava herî dawî ma ne mirin e, pêwîst bike em ê bimrin lê em dev ji axa xwe bernadin.”  

‘Qadên jiyan û pêşeroja me tên hedef girtin’

Elîf Alan diyar kir ku rûxmê her tiştî ew ê di malên xwe de bimînin, balkişand bê derfetiyên li bajêr û wiha anî ser ziman: “Di salên 90’î de gunden me hatin valakirin û em carekî mexdûr bûn. Ji ber vê yekê ev cara duyem e dibin mexdûr. Bi vê madenê re hem paşeroja me hem jî pêşeroja me tên hedef girtin û tê xwestin were tunekirin. Em rê nadin madenan. Em tu projeyên ku av xweza, jîngeha me û çavkaniyên debara me ku dike hedef qabûl nakin. Em ê xwedî li van deran derkevin û çi ji destê me were em ê bikin. Bi hezaran dar birîn, rêyên me perîşan kirin. Jin û gundî dê nehêlin ku ev xebat were meşandin. Li vir biranîn û pêşeroja me heye. Em dixwazin ku pêşeroj û axek bidin zarokên xwe. Em naxwazin koçî bajaran bikin, em ji gundê xwe û vê jiyanê hez dikin. Ev maden li gind ne kevir ne av ne jî ax hişt. Di dema xebata sondajê de hemû kevir wek hezazê ji çiya hatin xwarê. Pêşiya kaniyê qut kir. Em rû bi rûyê deng , duman û hemû tozê tên. Em bizanibin em ê bimrin jî em ji doza xwe pal gav de niavêjin. Em jivir naçin û em serî bidin jî heya dawiyê tekoşîna xwe bidomînin.”