Li herêma erdhejê îhtîmala barana zêde

Li gorî meteorolojiyê îhtîmala barana zêde li bajarê Mereş û Semsûrê ku bi erdhejê helweşiyane bibare.

Navenda Nûçeyan- Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê barana ku piştî nîvroyê dest pê kir, ji danê êvarê pê ve wê bi awayekî bi barana zêde û birûskê bandora xwe li herêma erdhejê zêde bike. Tê texmînkirin ku dê baran li Semsûr û bakur û rojavayê Rihayê, başûr û rojhilatê Mereşê, bakur û rojhilatê Dîlokê pir xurt bibare.

Der barê lehiyê de hişyari hat kirin

Tê texmînkirin ku baran li bakur û rojhilatê Mereşê, bakurê Semsûrê, li başûr û rojavayê Meletiyê jî dê bi berfê re bibare. Hat xwestin ku li hember lehiyê, li cihên barana zêde birûsk, bahoz û barîna berfê hebe, welatî di warê çûnûhatinê de baldar bin.