Li gundewarên Şengalê çandina daran

Bi boneya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi armnca ji nû ve şînkirina Şengalê TAJÊ’ê dar li gundewarên wê belev kir.

Şengal- Şengala ku bi çiyayên xwe yên bilin û heybeta wê heyî her der daristan û şînkahî bi ferman û kumkujiyan re bedewbûna çiya û deştên wê jî wêran kirine. Jinên Şengalê yên ku ev 8 salin li ser ramana civaka demokratîk ekolojîk û azadiya jinê xwe rêxisitin dikin fêrî li hemberî hemû zoriyan têkoşînkirinê bûne. Jinên Êzidî bi perwerdê xwe naskirin û germahiya azadiyê dilên wan ji nu ve zindî kir. Bi vê germanhiyê teybetmeniyên xwe yên komînal û bi hev re bûnê ji nû ve jîndardikin û her derê bi destên xwe yên bi berket ji nû ve Şengala pîroz ava dikin. Di her bostek axê de berhemên nû diçînin û her derê şîn dikin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi armanca bedewkirin û ji nû ve avakirina Şengalê dest bi hamleya çandina daran kirine. Jinên hewildidin her devera Şengalê şîn bikin li gelek gundewarên wê bi dehan darê çandinê belev kirin.

Yek ji gundên bi pirojeya çandina daran rengînbû gundê Xanasurê yê girêdayê navçeya Sinunê darên fêkî yên weke hêjîr, henar û zeytun hatin çandin. Ji welatiyên dar girtine hat daxwezkirin ku bi hêviya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi riha Êzidayetiyê yê  girêdayê xwezayê darên diçînin biparêzin. Welatiyên ku dar li wan hetiye belav kirin kêfxweşiya xwe anîn ziman, sipasiya TAJÊ’ê kirin.