Li geliyê Zapê talana li ser xwezayê jiyanê li zindiyan diherimîne
Li Colemêrgê her roja ku diçe hejmara kanên qûmê û xebatên madenê zêde dibin. Jiyana zindiyên li herêmê ji ber vê yekê di xeterê de ye. Ji ber ku kan ji aliyê leşkeriyê ve tên parastin, ava geliyê Zapê qirêj bûye.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Colemêrg- Ji ber qirkirin û talankirina xwezayê qeyrana avhewayê her ku diçe kûrtir dibe. Li Tirkiyeyê qadên xwezayî yek bi yek peşkêşî sermayeyê tên kirin. Polîtîkayên qirkirina xwezayê li Kurdistanê, her roja diçe zêde dibin. Barajên ku tên çêkirin, kanên maden û qûmê, dibin sedem ku mirov cihên xwe biterikînin. Ji ber polîtîkayên qirkirinê hema bêje jiyana zindiyan nemaye, xebatên çandiniyê û lawirvanî êdî nayên kirin.
Yek ji bajarên ku herî zêde polîtîkayên qirkirina xwezayê lê tê meşandin Colemêrg e. Li bajarê ku bi çiyayên xwe yên bilind, zozan û ava binerd tê zanîn, her roja ku diçe ji ber zêdebûna kanên madenê gefek mezin li jiyana zindiyan dixwe. Bi taybetî kanên qûmê yên ku li geliyê Zapê tên çêkirin ziyanek mezin didin ava gelî û jiyana zindiyan. Li quntarên çiyayê Sumbul, çêkirina santrala termîk bandorê li jiyana bi hezaran mirovan dixwe.
Li gelî gelek cureyên zindiyên xwemalî hene
Geliyê Zapê ji başûrê sînorê Elbaka Wan û Gevera Colemêrgê dest pê dike heta xaka Iraqê diçe, gelî 150 kîlometre dirêj e. Ava Zapê, ji çiyayên Toros Başûrê Rojhilat di nava çiyayan de diherike, dar û geliyek kûr ava dike, di heman demê de xwedî taybetmendiyeke ku yek ji çemên herî bi lez diherike ye. Li feliyê Zapê 30 cureyên giyayan hene xwedî girîngiya xwezayî ya qada çiyayî ye. Ji van cureyan 15 jê xwemalî ne. Giyayê bi navê galium zabense li ser rûyê erdê tenê li wê derê tê dîtin. Gelî bi taybetî ji bo çûkan xwedî berhemdarî û koçberbûnê ye. Li gelî çûkên bi navê gypaetus barbatus û çûkên neophron percnopterus tên dîtin.
Li Zapê ji ber hejmara zêde ya kanên qûmê av ji rengê axê diherike!
Li geliyê ku malevaniyê ji gelek cureyên xwemalî re dike, gelek gund hene. Li ser gelî gelek kanên qûmê hatine avakirin, tu tedbîr ji bo jîngehê nayên girtin. Ji ber ku tedbîr nayên girtin ava ji rengê axê ji gelî diherike, av jî gelek kêm bûye. Gundiyên ku li derdora gelî dijîn, nikarin avê bi kar bînin bîrên gelî jî her sal kêm dibin. Ji derveyî malên qûmê li bajar ji ber operasyonên leşkerî û teqînên ku çêdibin ava bin erdê kêm dibe. Der barê polîtîkayên qirkirina xwezayê ku tên meşandin de, me bi endama komeleya jîngehê Çîlem Aydin re hevdîtin pêk anî. Çîlem Aydin da zanîn ku bi van pêkanînan wê di demen pêş de herêm bê mirov bimîne û da zanîn ku ne tenê li Tirkiyeyê ji bo xwediyên sermeyeyên li derveyî welat jî tê pêşkeşkirin.
‘Kanên qûmê ava vexwarinê jehrî dikin’
Çîlem Aydin der barê hemû kanên qûmê yên li herêmê de wiha got: “Çawa ku li hemû cîhanê kanên qûmê tên avakirin, li Colemêrgê li ser qadên avê û daristanan jî gelek kan hatine avakirin. Ev jî hem rûbaran dixe metirsiyê hem jî hevsengiya ekosîtemê diguherîne û bandorek neyênî li wan dike. Mînak li ser rûbarên Pean û Pasosin ên girêdayî Şemzînana Colemêrgê heta heta navçeya Rûbarokê dirêj dibe bi dehan kanên qûmê hatine avakirin. Ev kan hinek bi armanca bazirganiya şîrketên taybet pêşkêş dikin, hinek jî ji bo înşaetên qereqolan ji aliyê leşkeriyê ve tên bikaranîn. Ev kan ne tenê rûbar û ava vexwarinê qirêj dikin, di nava rûbaran de cureyên zindiyan jî tên jehrîkirin, tunekirin û ev jî bandoreke neyînî li sîstema ekolojîk dike. Ji ber piraniya malên qûmê ji kontrolê dûr xebatê didin meşandin, di nava çem de çalan vedikin hem parçe dibe hem jî dibe sedema mirina zarokên ku dixwazin ji bo xwe hênik bikin bikevin çem. Bandorê li eraziyên çandiniyê yên ku li derdorê hene dike, berhemên ku tên çandin dibe sedema qirêjkirina axê. Rûbar herî diherike. Ava vexwarinê jehrî dikin gel ji çavkaniya ava xwezayî dûr dixin.”
‘Tesîsên leşkerî ewlehiya van malan dikin’
Çîlem Aydin destnîşan kir ku li bajar maden bêyî ku rapora ÇED’ê bigrin bi awayekî bê kontrol xebatan didin meşandin û wiha got: “Li bajar zêdeyî 10 şîrketên madenê hene. Li çiyayên ku di aliyê çînko û bafûn de dewlemend in ji derveyî Tirkiyeyê li welatên Çîn û Îranê xebatên madenê hatine destpêkirin. Çiya û gelî ji ber van talan kirine. Colemêrga ku li derdora wê û li ser gelek çiyayên wê sazî hatine avakirin li kêleka wan jî yên leşkerî bi armanca ewlehiyê hatine avakirin û herêma qedexe îlan kirine. Xweşikiya herêman li gel hatiye qedexekirin. Di encama xebatên qada madenê de metalên giran danîn ser axê, avê û têkelî hewayê bûye hem gefê li jiyana mirovan dixwin hem jî dibe sedema qirêjkirina mêrgên li herêmê. Malên madenê ji bo wesayîdên giran bigihîjin rê tên çêkirin, qadên daristan, darên gûzan a bi sedsalan, rez, qadên jiyanê yên gundiyan tune dikin. Bi sedan dar, giyayên xwecihî tune dikin, lawir herêmê diterikînin ev jî debe sedemê koçberiya bê dem.”
‘Jiyana zindiyan tune dibe’
Çîlem Aydin da zanîn ku xebatên tên meşandin bandorek zêde li jiyana lawir û mirovan dikin û gelek caran jî dibin sedema mirinê û wiha domand: “Li herêmên ku kanên madenê lê hatine avakirin rantên cidî hene, di nava eşîrên ku li herêmê dijîn de şerê rantê çêdibe. Gundî bi hev dikevin. Di xebatên ku li çiyayan tên kirin de dema ku madenê nebînin li wê herêmê bêyî ku xebatên pêvedanê bikin, berê xwe didin çiyayên din. Di dema lêgerînê de ew teqînên ku çêdibin dibe sedema mirin û birîndarbûna gelek lawiran û dibe sedem ku herêmê biterikînin. Gelek caran ji ber şantiyeyên kanên madenê eraziyên rast ên quntarên çiya hişk dibin. Ev jî dibe sedema dagirkirina eraziyên çandiniyê û mirina gelek mirovan.”
‘Kanên madenê wê herêmê bê mirov bihêlin’
Çîlem Aydin bi bîr xist ku ev bê kontrolî wê bibe sedema koçberiyê û banga mudaxelekirina qirêjbûna li geliyê Zapê kir û herî dawî wiha got: “Li bajarê ku derdora wê bi malên qûmê û kanên dorpêçbûyî gelê ku lê dijî bi metirsiyek mezin re rûbirû ye. Çem herî diherike. Ava ku ji çiya tê niha qirêj bûye. Ger wisa berdewam bike li bajarek ku ev qas çavkaniya avê heye, wê gel dest bi ava vexwarinê ji merketan bînin bikin. Eraziyên çadiniyê tune dibin, ax qirêj dibe, pêşerojek ku girêdayî derve li benda gele. Mêrg yan qirêj dikin yan jî tune dikin. Lawir bê dem koçber dibin. Bandora hişkesaliyê destpêjî kir. Gelek giyayên xwecihî û cureyên zindiyan xwe li ber vê qirêjiyê nagirin tune dibin. Di rewşa zêdebûna malên madenê de gelek gund di bin navê gelemperîkirinê de bi zorê vala dikin û zorê li mirovan dikin koçberî herêmên cuda bibin. Ji ber li navenda Colemêrgê tişta ku dahata wan pêk tîne û dibe sedem ku jiyana xwe berdewam bikin mixabin tune ye.”