Li Efrînê şûnwareke dîrokî: Kela Semaan

Kela Semaanê yek ji cihên dîrokî û şûnwarekî Herêma Efrîn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û bi çîroka Semaanê Amûdî di nav çiyayê Kurmênc ê Efrînê bi nav û deng e.

HESNA MIHEMED
Şehba- Kela Semanê li navçeya Şêrewaya Efrînê dikeve derdora 20 kîlometreyan ji navenda bajarê Efrînê dûr e, di heman demê de 40 km. dûrî bajarê Helebê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Bi navê Semaan tê nasîn, ji ber zilamekî bi navê Semaan Amûdî li ser Amûdê kelê nêzî 42 salan jiyaye, navê wî li kelê hatiye kirin. Amûdê kelê derdora 15 metroyan bilind e. Semaanê Amûdî ew cih ji xwe re kiribû cihê îbadetê û pêkanîna daxwazan. Her wiha Kela Semaanê bi navê Dêra Sîlanîsos jî tê naskirin.
Semaanê Amûdî kî ye?
Semaanê Amûdî di navbera salên 380-390 berî zayînê li bajarokê Sîsan ê Bakurê çiyayê Zawiyê yê bajarê Idlibê yê Sûriyeyê ji dayik bûye. Semaan karê şivantiyê dikir û mêrekî jêhatî bû di gundê xwe de. Rojekê ji rojan Semaan bi bavê xwe re derbasî dêrê dibe û li wir gotinên pirtûka Încîlê yên behsa başiye dike, guhdarî dike. Semaan ji kesên beşdar pirsa "Divê mirov çi bike heta ewqas başiyan bi dest bixe" li wir Semaan biryar dide bibe keşe û îbadet bike. Semaan heya demekê di wê dêrê de dimîne, piştre derbasî perestgeha Tiledê ku li başûrê Çiyayê Kurmênc dikeve, dibe. Dîroka perestgeha Tiledê jî vedigere 400 sal berî zayînê. Di perestgehê de nêzî 80 kes hebûn Semaan ji her kesê jêhatîtir bû loma di sala 412’an berî zayînê ji perestgehê tê derxistin. Semaan diçe çiyayê Şêx Berekat û li dêra wê çiyayî dikeve bîreke bê av û 5 rojan di wir de dimîne, heya mezinên peresetgehê Tiledê wî careke din vedixwînin perestgehê û li gel keşeyan heya demekê dimîne. Semaan paşê derbasî gundê Tîlanîsos ê li çiyayê Lêlûn dibe û di maleke biçûk de heya 3 salan dimîne ev di navbera salên 412-415’an berî zayînê bû. Di van salan de Semaan her digiriya carna jî heya 40 rojan bê xwarin dima û weke bawermend di nav şêniyên wê deverê de hatiye naskirin. 
'Semaanê Amûdî bi lavayên xwe mirov ji nexweşiyan diparast'
Piştî Semaanê Amûdî ji gundê Tîlanîsos ê li çiyayê Lêlûn derdikeve berê xwe dide Kela Semaanê û li wir dîwarek girover ji xwe ava dike û 4 salan li ber wî dîwarî di bin serma û germahiyê de dijî. Her wiha xwarina wî tenê nîsk û av bû. Semaan bi dua û lavayên xwe mirovên asteng ji nexweşiyan baş dikir û hişt gelek mirov pê ve bên girêdan. Piştre Semaan amûdek ji 15 metroyan ji xwe re ava kir û nedihêşt tu kes hilbikişe gel wî. Semaanê Amûdî 42 salan li ser wê amûdê dijî û li wir jî  jiyana xwe ji dest dide. 
Girîngiya Kela Semaan
Kela Semaan yek ji cihên sembolî ye, salane bi hezaran mirovên biyanî ji bo tûrîzmê berê xwe didan kelê. Kela Semaan bi sirûşta xwe jî navdar e loma wekî cihê seyrangeh û bêhnvedana şêniyên wan deveran bû. Gelek şandeyên biyanî û Ereb serdana kelê kirin lêkolîn û lêpirsînên xwe li ser dîroka wê kirin. Ji gelek deverên cîhanê şande hatine Kela Semaan, kesên serdana kelê dikirin bi daxwaza tedawîkirina nexweşiyan û bi wê baweriyê kevirên kelê bi niyeta wan kesên nexweş dibirin. Heya sedsala 16'an kela Semaan ji bo pêkhateyên xiristyanan navenda îbadetê bû.
Bandora şer a li ser kela Semaanê
Ji dema şerê Sûriyeyê dest pê kiriye ve bandorek neyînî  li kele hatiye kirin. Kela Semaan ji vî şerî bêpar nema, rastî gelek zirarên mezin hat ji ber topbaranê, şer û pevçûnan. Bi dagirkeriya dewleta tirk di sala 2018'an de li ser herêma Efrîna- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, Kela Semaanê careke din hat rûxandin, talankirin û berhemên wê hatin dizîn.