Li Bestayê di bin navê "ewlehiyê" de bi tonan dar hatin birîn

Darên ku ji bo hemû zindiyên cîhanê xwedî girîngiya jiyanî ne, di bin navê polîtîkayên "ewlehiyê" de tên talankirin. Li Bestayê di nava 2 salan de nêzî 500 hezar ton dar hatin birîn.

Navenda Nûçeyan – Li Şirnexê di bin navê “Ewlehiyê” de qadên daristanî tên tune kirin. Li gundên Cifane, Gundikremo, Nêvava, Nerex, Gilindor û Bêşêrê ên li quntara Çiyayê Cûdî cih digrin, bi hezaran dar hatin birîn. Li herêmên Gûrariştê, Gera Rûviya, Şikira Kera û Banê Elî jî qirkirina daran hat jiyîn. Tê tomarkirin ku qirkirin ber bi qada daristanî ya li serê Çiyayê Cûdî ve bê berfirehkirin û piştre li qismên giran qereqol û baregehên leşkerî yên nû bên avakirin.

Xwezaya herêmê tê tunekirin

Piştî Çiyayê Cûdî, li herêma Besta ku qadeke berfireh ku sînorên Şirnex û Sêrtê dikevin nav hev, birîna daran dest pê kir. Gundên Cinîwer, Xerbigê Bestin, Navyan, Bêlûzer, Şereevan û Rîsor û herêmên Kaniyamîr, Birateto, Birapeşo, Deyndarok, Serêrû, Tîkera, Qûrteka pêşya, Girê Derînce bi deh hezaran dar hatin birîn. Dema li hin herêman yek darek jî nehat hiştin, li hin herêman jî qirkirin hêj didome.

500 hezar ton dar hatin birîn

Di bin çavdêriya leşker û cerdevanan de rojane nêzî 100 traktor sê seferan dikin. Rojane di navbera hezar û hezar û 200 ton dar tê kişandin. Tenê li herêma Besta di nava 2 salên dawî de nêzî 500 hezar ton dar hatin birîn.