Li Şehba li dijî talankirina xwezayê wê 8 hezar darên cûda werin çandin

Komîteya çandinî û aboriya Kantona Efrîn-Şehba, li dijî talankirina xwezayê ya dewleta Tirk ji bo şînkirina Şehbayê dest bi kampanyaya ‘Darkirinê’ kirin. Tê hedefkirin li herêmê nêzî 8 hezar darên cûda werin çandin.

RAPERÎN BEKIR

Şehba- Komîteya çandinî û aboriya Kantona Efrîn-Şehba ya Bakûr û Rojhilatê Kurdistan, li dijî  talankirina xwezayê ya dewleta Tirk ji bo şînkirina Şehbayê xebatên ‘Darkirinê’ destpê kirin. Dewleta Tirk di 18’ê Adara 2018’an heta niha Efrîna dagirkirî, di serî de darên zeytunan, bi hezaran dar qetil kirin û ziyanek mezin dan qadên çandiniyê. Efriniyên ku bi hezkirina xwezayê tê naskirin, piştî dagirkirinê li hemû cihên ku lêne daran di çînin. Hemû cihên ku Efrinayan şîn kirine bûye sembola bi hêviyê wê vegerin ser xaka xwe.

Li gor rapora mafê mirovan ya Efrîn-Şehba dewleta Tirk 372 hezar û 500 hezaran zêde darên zeytunan birîne. 

Endama komiteya çandinî û aboriyê Dicle Şêxo der barê kampanya ku dayîn destpêkirin de axivî û diyarkir ku Şehba yek ji wan qadên ku şer û talan lê tê jiyan kirin e û wiha got: “Girêdanbûn û heskirina gelê Efrinê ya ji bo çandinî û dara, Şehba vegerandine qadek şîn. Hemû cihên ku diçinê hêviyan diçînin. Girêdanbûna wan ya bi çandiniyê re, piştî ku ji cihên xwe koçber bûne hewildidin jiyanê ji nuve ava bikin. Armanca kampayayê ji bo em qada kantona Şehba ya şînatiyê mezin bikin û ji bo bersîvdayina dewleta Tirk ya li dijî talankirina xwezayê ye. Dewlet Tirk ji bo îradeya me bişkêne û çanda me tune bike her sal bi hezaran daran dibirin. Heta ku herêma me azad nebe emê tekoşîna xwe dom bikin.”

Wê 8 hezar cûrên cûda yên daran were çandin

Dicle Şêxo da zanîn ku bi awayek hevpar bi saziyan re vê kampanyayê didin meşandin û wiha got: “Kampanya darkirinê li çar taxên navçeyê, li cadeyên navendî û meydanan 8 hezar şitlên darên cûda wê were çandin. Heta niha 500 şitilên daran hatine çandin û kampanya berdewam dike. Em li kuderê bin xwezayê bi parêzin û emê Şehbayê şîn bikin.”