Li Îranê qirêjbûna hewayê gefê li tenduristiya gel dixwe

Li Îranê rehenda qirêjiya hewayê, bi qasî 6.5 qat ji sînorê 2.5 madeya partîkul zêde ye. Hat destnîşankirin qirêjiya hewayê ku gefê li tenduristiya gel jî dixwe, dikare bi awayekî cidî bandor li fonksiyona kardiyovaskuler bike.

ROJÎN QADRÎ

Urmiyê- Li gorî navenda Lêkolînên Qirêjiya Hewayê ya Zanîngeha Zanistên Tîp a Tahranê, qirêjbûna hewayê her sal li Îranê dibe sedema mirina nêzîkî 40 hezar kesan. 4 hezar û 5 hezar ji van kesan tenê li bajarê Tahranê ne. Endeksa paqijiya hewayê ya li Îranê, giraniya qirêjiya hewayê ya welat nîşan dide.

Îran di qirêjiya hewayê de di rêza 27’emîn de ye

Ev pîvana ku di sala 2022'an de li Îranê bi navînî endeksa kalîteya hewayê (AQI) 94 'asta navîn' hatiye destnîşankirin, bi qasî 6.5 qat ji sînorê 2.5 madeya Partîkul (PM) a Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê pêşniyar kir zêdetir e. Îranê, sala 2019’an di kategoriya "qirêjbûna asta navîn" de di nava welatên cîhanê de di rêza 27’emîn de cih girt. Li hinek bajarên mezin wek Hendijan ê Îranê jî asta qirêjiya hewayê pir zêde ye û ji bo komên hesas di asta bê tendurist de ye.

Li Tehranê wesayîdan sedema qirêjbûnê ye

Di pîvandinên ku di sala 2019’an de li Handîjanê hatin kirin de, qirêjiya hewayê salanê bi navînî li gorî her metrekupek hevsenga 38,2 mîkrogram e. Ev rewş ji bo zarok, jinên ducanî, kal û pîr û kesên pergala wan a bexşangî qels xeteriyan çêdike. Her wiha ji sedî 80’ê qirêjbûna hewayê ya li Tehranê ji wesayîdan çavkanî digre. Di nava çavkaniyên din ên qirêjbûnê de jî emîsyonên endustriyel û îmhaya bermahiyên avêtinê yên ne guncaw cih digre. Pispora jîngehê S.M ku em der barê qirêjiya hewayê ya li Îranê de pê re axivîn, pirsên me bersivandin.

Di qirêjiya hewayê de madeyên partîkul çawa pergala kardiyovaskûler bi bandor dike û xeteriya felcê çawa zêde dike?

Qirêjiya hewayê, bi taybetî di saetên evarê de hebûna parçîkên zîrav, fonksiyona kardiyovaskuler bi awayekî cidî bi bandor dike û îmtîmala felcê zêde dike. Ev parçîkên piçûk dikarin bi hêsanî di nav xwînê de biherikin û di dîwarên demarê de dibin sedema iltîhab û stresa oksîtasyonê. Ev rewş dibe sedema damarên xwînê hişk û teng bibin û ev jî dibe sedema pixtîbûna xwînê û zêdebûna xeteriya felc e. Her wiha ev parçîkan dibin sedema damarên xwînê tehrîş bibin û esnekbûn kêm bibe, ev jî zexta xwînê zêde dike û li ser pergala kardiyobaskuler zêdetir zext çêdibe.

Gelo lêkolîn an jî xebatek nû ya nikare girêdanbûnek rast a di navbera zêdebûna asta qirêjiya hewayê ya li herêmek diyar û zêdebûna bûyerên felcê de nîşan bide heye?

Wek bijîjk, dikarim bibêjim di van salên dawî de gelek lêkolînin ku girêdanbûna di navbera qirêjiya hewayê û zêdebûna xetera felcê de lêkolîn dikin heye. Ev lêkolînên ku di kovarên bijîjkî yên navdar de tên weşandin, destnîşan dikin ku bûyerên felcê li deverên ku qirêjbûna hewayê pir zêde ye û bi taybetî jî di deverên ku di saetên evarê de perçîkên zirav sedema sedema qirêjbûnê de, pir zêde ye. Ev lêkolînên ku hem lêkolînên qadê û hem jî analîzên daneya mezin di nav xwe de dihewîne, ji bo kêmbûna vê xeteriyê, baldikşîne li ser girîngiya kontrolkirina kalîteya hewayê û bilindkirina standardên hawîrdorê. Bi kurtasî, ev daneyan piştrast dikin ku baştirkirina kalîteya hewayê, ji bo pêşîgirtina felca di civakê de dê dibe yek ji rêyên herî bi bandor.

'Divê bikaranîna enerjiya dikare bê nûkirin bê teşwîqkirin'

Li Îranê sedemên qirêja hewayê çi yê û divê ji bo kêmkirina sedeman çi tedbîr tên girtin?

Li herêma Rojhilata Navîn sedemên qirêjiya hewayê piranî gaza egsozê ya ji seyaran derdikeve, xebatên endustriyel, faktorên wekî şewitandina sotemeniyên fosîl ên li santralên elektrîkê, toz û pariyên hûr pêk tê.

Stratejiyên ji bo mijûlbûna bi van qirêjan re dikarin werin pêşve xistin, wek pêşdebirina karanîna enerjiya nûjenkirî û paqij, başkirina standardên jîngehê ji bo otomobîl û yekîneyên pîşesaziyê, başkirin û berfirehkirina torên veguheztina giştî ji bo kêmkirina karanîna wesayîdên taybet, û pêkanîna qanûnên hişktir ji bo kontrolkirina hewayê.

Wekî din, bilindkirina hişmendiya gel di derbarê girîngiya kalîteya hewayê û bandorên wê yên li ser tenduristiyê beşên girîng ên stratejiyên ji bo pêşîlêgirtina qirêjiyê ne. Di vî warî de tedbîrên mîna çêkirina bendavan ku dibe sedema birîna daristanan û zêdebûna gemaran, û teşwîqkirina çandin û parastina cureyên nebatan û daran ji bo paqijkirina hewaya xwezayî, tedbîrên kêrhatî ne.

'Hilberîna kalîteya kêm a wesayîdan jî bandoreke neyînî li tenduristiya gel dike'

Bandora hinartin û berhemanîna wesayîdên kevin û kêm kalîte li ser hewaya Îranê çi ye?

Li Îranê yekdestdariya hinardekirin û hilberîna wesayîdên kevin û kêmkalîte yek ji faktorên sereke ye ku bandorê li kalîteya hewayê dike. Wesayîdên kevn û westiyayî ji ber standardên kêmkirina emeliyetê û teknolojiya kevnar zêdetir gazên serayê û keriyên xeternak hilberînin. Wekî din, yekdestdariya îthalat û hilberîna oto-kalîteya kêm motîvasyona çêtirkirina standardên hawîrdorê û nûkirina teknolojiyên otomotîvê kêm kiriye. Van şert û mercan dibe sedema zêdebûna qirêjiya hewaya bajaran, ku ne tenê zirarê dide jîngehê, di heman demê de bandorek neyînî li tenduristiya gel jî dike. Kêmkirina vê gemariyê pêdivî bi polîtîkayên rêveberiyê yên bihêz, danasîna wesayîtên kêm-emel û başkirina standardên jîngehê yên ji bo wesayîdan heye.