Li Îranê birêvebirina nebaş a çavkaniyên avê ziwabûn û çolbûnê leztir dike

Bi ziwabûna çemê Zende Rud ku rehê jiyana Îsfahanê ye re, kolandina bîran zêde dibe, çerxa ziwabûn û çolbûnê zûtir digere. Jinên Îranî diyar kirin ku di encama nerêveberiya pêvajoyê de çem ziwa bûye.

SARAH KERİMİ

Îsfahan- Zayandeh Rud an jî Zende Rud, tê wateya "yê ku jiyan dide”. Demeke, çemê herî mezin û zêde diherike yê zozanên navîn ên Îranê bû. Ji çiyayên Zagrosê ber bi eyaleta Îsfahanê ve, ji wir jî ber bi Qada Avî ya Gavhonî ve diherikî. Çemê Zende Rud, di jiyana Îsfahanê ya çandinî, civakî û hawirdorî de roleke pir girîng dilîze. Bi guhertina avhewayê re, di salên dawî de ev çem ziwa bû. Îstatîstikên meteorolojiyê nîşan didin ku di salên dawî de li korta Çemê Zende Rud şilî kêm bûye. Bi germbûna hewayê re av dûkel bû û şiliya ku tê çeman, kêm kir. Yek ji sedemên ziwabûna Çemê Zende Rud kêmbûna şiliyê ye, yê din jî kêmasiya rêvebirin û plansaziyek guncaw e.

Ekolojîst Fatemeh K. ya têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî, diyar kir ku ji serdema Pehlevî heta îro ji ber ku pêkanîna bernameyên pîşeyî û pêşketinê yên li bajarên Îsfahan, Yezd, Kerman ne li gor potansiyela hawirdorî ne, ev rewş derdikeve holê.

‘Saziyên pîşesaziyê bandorê li kêmbûna avên çeman dikin’

Fatemeh K. anî ziman ku saziyên pîşesaziyê yên li gelek herêmên Îranê ketine binê destê saziyên dewletê û wiha got: “Li gor dokuman û delîlan; saziyên pîşesaziyê yên wekî Tesîsa Helandina Hesin a Îsfahanê û Polaya Mubarek ku di bin kontrola Muhafizên Şoreşê de ne, yek ji sedemên sereke yên kêmbûna ava Çemê Zende Rudê ne. lê ji ber ku alternatîf tunene, teknolojiyên rojane tunene û derfetên ku dewlet dide kêm in, zirarên wan didomin. Helbet divê em bêjin ku di heman demê de dibin sedema qirêjbûna hewayê jî.”

Fatemeh K. da zanîn ku pirsgirêka avê bandore li qada çandinî dike û wiha got: “Ji ber ku li ser ruyê erdê ava ji bo çandiniyê nema, kolandina bîrên kûr ên avê, zêde bû. Ev rewş dibe sedema hilweşîna axê. Ev jî werçerxa ziwabûn û çolbûnê leztir dike û hikûmet xwedî plansaziyek ku vê yekê çareser bike, nîne. Ji bo peydakirina ava ji bajarên pîşesazî re, ji Çemê Zende Rudê avê birin bajaran. Di encama rêvebirina xirab a pêvajoyê de, çem ziwa bû.”

Bêavî dibe sedema koçkirina gel

Ji sedî 98’ê Îsfahanê pirsgirêka avê dikşîne. Li gor agahiyên ji çavkaniyên navxweyî hatine girtin; li bajêr 360 gund bi tangêrên gerok avê distînin. Li herêmên din jî di aliyê peydakirina ava vexwarinê de fikar hene. Ji bilî pirsgirêka ava vexwarinê, qeyranên çandinî û kêmbûna qadên şîn, bandorê li tenduristî, hilberandina dahatê, turîzm, peydakirina enerjiyê, koçberî û rewşa giştî ya jinan jî dike. Ji ber ku çavkaniyên avê yên binê erdê qediyan, gelek zeviyên çandiniyê jî  êdî ji bo çandiniyê nayên bikaranîn. Gelek kesan jî, ji ber debara wan nabe terka gundê xwe dan. Ev rewş bû sedema çolbûnê û belavbûna toza bi jehr a di encama ziwabûna çeman de derketine holê. Jina Îsfahanî ya bi navê Kîmîa C. bi gotinên wekî “Ji Îsfahanê gelek kesan koçî eyaletên bakûr ên Îranê kir.  Ger ku ev qeyran di salên pêş me de jî bidome, Îsfahan dê bibe çol û beyarek” balkişand ser rewşa heyî.

Ji bo parastina çem gelek çalakî hatin lidarxistin

Di salên dawî de li Îsfahanê û bajarên din li hember ziwabûna Zende Rud gelek çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Cotkaran gelek car li ser erda ziwa bûyî ya çem çadir vegirtin û çalakiya protestoyî lidar xistin. Jinan, xwendekaran, karsazan û aktîivîstên hawirdorê jî meş lidar xistin. Di çalakiyan de diruşmên “Çemê Zende Rud li me vegerînin”, “Mafê avê bênîqaş mafê me ye” hatin qêrîn û nerazîbûn hatin nîşandan. Di çalakiya dawî ya ku îsal çêbû de jî cotkaran ji bo ku dengê xwe ji rayedaran re ragihînin, bi awayê sembolîk, boriya avê ya ku diçe Yezdê, şikandin.

‘Hikûmetê ji bo tunekirina fikaran tiştek nekir’

Aktîvîsta hawirdorê  Atefeh M. a ku protestoyên gel û sersariya hikûmetê nirxand jî wiha got: “Lûleyek avê bişkê dikare bê tamîrkirin, lê tu tiştek nikare cîhê çavkaniyên avê yên ji bo endustriyan tên bikaranîn bigirin. Rêvebirina xirab a çavkaniyên avê, dibe sedem ku mirov malên xwe û jiyanên xwe wenda bikin. Hikûmetê ji bo tunekirina vê fikarê tiştek jî nekir. Aloziya di navbera gelû hikûmetê de, bêbaweriyê zêde kir.”