‘Krîza ji ber avhewayê herî zêde bandorê li jinan dike’

Li Tûnisê yên ku herî zêde ji guherîna avhewayê êş û zehmetiyan dikşînin jin in loma zêdetir hewl didin çareseriye bibînin.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis- Koordînatora Neteweyî ya Departmana Edaleta Derdorê ya Foruma Mafên Civakî Înas Al-Abyad, diyar kir ku ji sedî 70 xizanên li cîhanê bi giranî di karên çandiniyê de dixebitin û zêdetirî kesên ku di wan sektoran de dixebitin jin in. Înas Al-Abyad bal kişand ser guherînên avehewayê yên ku ji bo ax û çavkaniyên xwezayî bûye tehdît û bi van gotinan bal kişand ser: “Guherînên avhewayê, çawa ku bandora neyînî li ser çavkaniyên avê û hebûnên xwezayî, ji bo tendirustî û xwarinê jî xeteran bi xwe re tine.”

Înas Al-Abyad diyar kir ku jinên li herêmên xizan dijîn, ji bo debara xwe bikin xwe nêzî çavkaniyên xwezayî dikin lê tevî vê jî bi hêsanî nikarin bigihîjin wan çavkaniyan û got ku li Kerkennahê karkerên çandiniyê, sinetkar, jin û deryager hene. Înas Al-Abyad got: “Mînak herêma wîlayeta Sfaks a ku li başûrê Tûnisê ye, tevî germahiya zêde, karesatên xwezayî û xirabûna cureyên biyolojîk jî be parastin e.”

Jin amade nîn in

Înas Al-Abyad da zanîn ku jinên ku bi krîza guherîna avhewayê re rûbûrû ne, derfetên wan ên perwerde, serxwebûna aborî tune ne û wiha got: "Li Tûnisê jin hê jî bi kîlometreyan rê diçin avê tînin. Li aliyê din ji ber ku sektora masîvaniyê di destên mêran de ye li girava Kerkennahê di domandina masîvaniya deryayî de zehmetî çêdibin.”

‘Çareserî perwerde ye’

Inas Al-Abyad, der barê êş û zehemetiyên ku jin ji ber hişkesaliyê dikşînin û rêbazên alternatîf ên ji bo têkoşîna bi vê rewşê re wiha got: "Çareserî di perwerdeyê de ye her wiha divê kapasîteya wan a heyî were bihêzkirin. Divê ji bo van krîzan riyên rêvebirinê werin dîtin, pêşî li şikestina jinan a ji ber kêmbûna dahatê were girtin û ji bo vê jî destpêkê çavkaniyên dahatê zêdetir bibin.”

Bê parastin tên xebitandin

Înas Al-Abyad, got ku ji ber fabrîka û bermahiyên hişk ên li Tûnisê derdor gelek qirêj bûye û got: “Jinên ku li van deran dixebitin li dijî madeyên kîmyewî yên bi xeter bê parastin in. Bêyî kincên parastinê û lepik dixebitin. Di rewşên qezayên kar de ji ber ku temînata wan a tendirustiyê tune ye, nikarin tedawiya pêwîst bikin. Tevî ku kedeke zêde didin jî beramberê wê tişek nagirin. Rêz ji bo mafên jinan nayê nîşandan û di bin mercên giran de neçar dimînin bixebitin.”

‘Pêvajoyên perwerdeyê girîng in’

Înas Al-Abyad ji bo rûbirûbûna bi guherîna avhewayê û bihêzkirina jinan a di vî warî de jî wiha got: “Perwerdeya jinan baweriya wan zêde dike. Jinên ku zana dibin diznanin çawa xwe û malbata xwe li hemberî guherîna avhewayê de biparêzin. Ji bo nîqaşkirina zirarên guherîna avhewayê divê jin beşdarî civînên herêmî û li cîhanê tên lidarxistin bibin.”

Banga ji bo jinan

Înas Al-Abyad, bang kir ku ji bo jin di mijarên ku bandor li ser hêza wan dikin û mijarên curbecur ên çavkaniyên debarê de bibin xwedî pozîsyonên zelal, bikaribin fikrên xwe bînin ziman. Înas Al-Abyad, têkilarî piştgiriya jinan a ji bo têkoşîna bi guherîna avhewayê re jî got: "Em bawer dikin ku ev yek bi hewldanên hevpar ên jinan û têkildarî mijarê avakirina tora avakirina di navbera rêxistinên jinan de divê zext li ser kesên biryarê didin were kirin. Di dema ku li herêm û qada navneteweyî formulên çareseriyê tên dîtin de divê ku polîtîkayên têkildarî guherîna avhewayê û nêzîkahiya zayendî werin dîqetkirin.”