Krîza guherîna avhewayê di rojeva jinên Misrê de ye

Jinên li Qahîreya paytexta Misirê dijîn, li dijî qeyranên ji ber guherîna avhewayê pêk tên lêkolînên piralî dikin, di vê mijarê de hişyariya jinan bilind dikin û hewl didin projeyên hawirdorparêz û alternatîf pêş bixin.

ASMAA FATHI

Qahîre – Guhertina avhewayê û zêdebûna pêla germê ya herî zêde jî bandorê li çandiniyê dike, ji ber kêmbûna derfetên çandiniyê dibe sedema pirsgirêkên aborî û li ser jinana jinan jî bandorekê neyînî dike. Parêzer Nour Al-Huda Wali Al-Din Mohammed a Misirî bal kişand ku guhertinên avhewayê û hişkesalî herî zêde bandorê li jinan dike, li hemberî vê banga hişyariyê kir û got ku jin ji bo parastina jîngehê bi erka xwe radibin.

Bandora herî mezin li ser cotkarên jin e

Nour Al-Huda Wali Al-Din Mohammed wiha got: “B taybetî jinên ku di qada çandiniyê de kar dikin, rasterast ji guhertinên avhewayê û hişkesaliyê bandor dibin. Rewş û metirsiya heyî bandorê li çavkaniya debara jinan dike. Ev jî dibe sedema zehmetiyên mezin ji aliyê jinan ve. Hin cotkarên jin ku ji bo firotina berhemên xwe yê çandiniyê li bazaran kar dikin, ji ber zirar dîtina berhemên xwe ku çavkaniya xwe ji hişkesaliyê digre nekaribûn debara xwe bikin û pêdiviyên xwe yên rojane pêk bînin. Hinek ji wan jinan jî neçar man ku bi buhayeke pir erzan berhemên xwe bifroşin, ev jî raste rast bandorê li çavkaniya debarê ya jinan kir.”

Nour Al-Huda Wali Al-Din Mohammed anî ziman ku divê saziyên jinan û înisiyatîfên jinan ji bo guhertina avhewayê û hişkesaliyê kampanyayên hişyariyê bidin destpêkirin û wiha domand: “Li hemberî guhertinên avhewayê hişyarî girîng e. Ji ber ku belavkirina prensîbên girêdayî jîngehî di nava endamên malbatê de dikeve ser milê jinan her wiha jin bi xwe jî guhertinan dişopînin li hilbijêrên dirûst digerin. Sedema astengkirina xurtkirina jinan di warê jîngehî de vedigere bidûrxistina jinan ji jêderên hişyariyê dûrî wan qadan dihêlin lewra rola tevgerên femenîst ji bo guhertina rasteqînê girîng û bingehîn e.”

Hilberîna alternatîf

Rêvebera Komela Sawa Ehla ya ji bo Nifûs û Pêşketinê ya li navenda Ebû Tîj a li parêzgeha Asiûtê, Asmaa Mehran jî bal kişand zehmetiyên jinên cotkar ên ji ber hişkesaliyê dikşînin û wiha got: “Komeleya Sawa Ahla biryar da li rêbazên danûstandina bi vê pirsgirêkê re bigerin û jinan perwerde bikin çawa ji kirîzê derkevin û dahata xwe baş bikin bi çêkirina Dimisê henaran û henê an hin kirîman ji dendikên henarê çêkin û dermanên made.

'Rola jinê ya li hemberî krîza guherîna avhewayê serdest e'

Esma Mahran anî ziman ku di çandiniya genim û hin berhemên din de krîz heye û wiha got: “Ji jin û ger hevjînên wan hebin, ji bo bikaranîna avê kêmkirina rêbaza 'terasê' tê gotin. Ji ber ku qeyrana guheztina avhewayê xwe ferz dike, çareseriyên lezgîn hewce ne ku dikarin lihevsengiyê çareser bikin. Yek ji wan çandiniya serayê ye. Divê her kes bikaribe bi krîza avhewayê re rû bi rû bimîne, li çareyan bigere û xwe bi ya nû re biguncîne. Rola jinan a li hemberî krîza guherîna avhewayê girîng û sereke ye. Malbatan li ser rêjeya vexwarina rojane wekî komele hatine perwerde kirin. Her wiha di derbarê bermahiyê û bikaranîna avê de hişyarî tê çêkirin. Li ser kêmkirina bermayiyên xwarinê perwerde hat dayîn û jin jî ji bo çandiniya hin sebzeyan, ku di nav wan de tomato jî heye, hatin perwerdekirin.”