Kovara Jiyana Ekolojîk dest bi weşanê dike

Kovara Jiyana Ekolojîk ku dê di meha Çileyê de cihê xwe di refên kovar û pirtûkan de bigre, der barê ekolojiyê de her tiştî di nava xwe dihewîne. Di kovarê de bal dikşînin ser qeyrana avhewayê ku zêde dibe û riyên çareseriyan diyar dike.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Mêrdîn- Di hejmara yekemîn a Kovara Jiyana Ekolojîk de ku nîqaşên li ser jiyana ekolojîk li dijî texrîbata ekolojîk a roj bi roj zêde dibe tê de cih bigrin, xwe amade dike ku di meha Çileyê de derkeve pêşberî xwînerên xwe. Di naveroka kovara teorîk a ku dê sê mehan carekê bê derxistin de dê berhevkarî, lêkolîn û makaleyên têkildarî ekolojiyê cih bigrin. Kovara ku hejmara yekemîn dê bi sernavê "Ekolojiya Civakî" bê derxistin, di qada ekolojiyê de têkoşîneke hevpar a topyekûn armanc dike.

'Di kovarê de dê berhevkarî lêkolîn û makaleyên têkildarî ekolojiyê cih bigrin’

Em têkildarî kovara ku dê rojên pêş derbikeve bi Endama Tevgera Ekolojiya Mezopotamyayê Derya Akyol re axivîn. Derya Akyol a fikir û armanca kovarê nirxand, di xala xwegihandina kovarê de bang li kesên ji xwezayê hez dikin kir. Derya Akyol got ku ew bi dirûşma “Hişmendiya ekolojîk hişmendiya bingehîn a îdeolojîk e" ketine vê riyê, wiha axivî: “Em li ser rastiya ku zanist aîdê civakê ye derketin vê riyê, me xwest em li dijî zanista ji aliyê pergalê ve hatiye berevajîkirin, ji bo zanistek ku em dikarin weke civakek nîqaş bikin û bi pêş bixin amûreke weşana çapkirî li hev bicivin. Yek ji esasên xebata me li ser akademîkbûyînê ye. Yek ji xaliên bingehîn ên di kovarê de cih bigrin, jiyana bi xwezayê re lihevhatî, bihêzkirina zîhniyetê û akademîkbûn e. Fikra kovarê bi vî awayî derket holê.”

'Li ser jiyana ekolojîk êrîşên cidî hene’

Derya Akyol destnîşan kir ku texxrîbata ekolojîk ku di salên dawî de zêdetir xuya dike û gihîştiye asteke cidî heye, bal kişand ku li hemberî texrîbatê parastin netêrkêr e. Derya Akyol diyar kir şoreşa resen a ji bo xwezayê dê bi zîhinyetê û bi ji nû ve avakirina têkiliya di navbera mirov û xwezayê de pêk were û wiha got: “Li dijî jiyana ekolojîk êrîşeke cidî heye û bi awayekî otomatîk li dijî vê parastinek jî bi pêş dikeve. Em di aliyê kesên bawer dikin ku ev netêrkêr de ne. Diyar dibe ku qeyrana avhewayê, qulbûna tebeqeya ozonê û bajarên ku veguherîne penceşêrê, jiyanê pir dijwar dikin. Lê belê em dizanin ku ev jî ne çareseriyek tam e. Em dizanin ku ev yek dê di zîhniyetê de bi pêkanîna şoreşê pêk were. Me xwest em bi zanebûna pirsgirêka bingehîn xerabûna têkiliya civakê ya bi xwezayê re û vê yekê di her qada jiyanê de bi hemû kesan re parve bikin, bi xwînerên xwe bicivînin.”

'Hejmara me ya yekem çawaniya rayberiyek hildigre’

Derya Akyol behsa hejmara yekemîn a kovarê ku dê bê derxistin kir, der barê naveroka hejmarê de jî ev agahî dan: “Dosyaya me ya yekemîn a di kovarê de dosyaya ekolojiya civakî ye. Dosyayek ku perspektîfa me vedibêje û dê rênîşandera me be. Ger em behsa naveroka hejmara yekemîn bikin, nivîsên ku hem bihevrebûna jîneolojî-ekolojiyê û teknolojiya ku ji aliyê hêzên sermayeyê ve wek pêşeng tê nîşandan dê ji bo ekolojiya civakî çawa dikare sûdmend be vedibêje hene. Di nava vê yekê de rehendên aborî û kedê jî hene. Ji ber vê yekê hejmara me ya yekemîn çawaniya rayberiyek hildigre.”

'Divê di mijara ekolojiyê de têkoşîn hevpar be'

Derya Akyol di vê wateyê de bang li kesên ku dixwazin gotina xwe ya der barê ekolojiyê de bibêjin û parvekirinên xwe bikin kir û wiha got: “Em her dem di xalek ku ne parçebûyî têkoşîneke topyekûn bingeh digre de ne. Rêbaz û qadên cuda yên têkoşînê bi pêş dikevin. Helbet her pirsgirêk têkoşîna xwe diafirîne lê em dizanin ku heta em koka pirsgirêkê çareser nekin nikarin bigihîjin encama dawîn. Ji ber vê em dizanin ku têkoşîna rêxistinbûyî û lêpirsînkirina pergalê çareserî ye. Di vê xalê de em banga xwe dubare  dikin û dibêjin; ekolojî yekbûyinek e û divê di xala arastekirina vê yekê de têkoşîn jî hevpar be.”.