Komkirina nebatên biharê yên bi şifa

Werza biharê bitayîbetî meha nîsanê jinên gundê Siftekê yê dikeve Rojavayê Kobanê, berê xwe didin berbihariyan û nebatên bişifa kom dikin.

 
DILUCAN BOZÎ
Kobanê - Di navbera meha Adar û Nîsanê de jinên gundên kantona Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe didin nava zeviyan û bi hev re berhemên biharê yên wekî catir, talik, kîmyon, kîvark, sîrik, tolik, xerdel, pûng, babenûç, papatya, gulebûk û kerengan kom dikin. Jin li gel pezên xwe berê xwe didin nava deştan, di milekî de pezên xwe diçêrînin û li rex wê jî bi hev re hemû nebatan kom dikin û tînin li malê hişk dikin û hin ji wan berheman dikelînin û dixwin. Kesên ku diçin nava çol û deştan bi xwe re amûrên ku pê axê vedidin dibin. Jinên gund vê yekê wekî çand ji xwe re dibînin, serê sibehê yan jî piştî nîvroyê hemû jinên gund hev kom dikin û berê xwe didin wan çolan. Her jinek kîsek digre destê xwe heya ku ew kîs tam tijî nebe, berê xwe nadin malê. Jin bi hev re heylok û dengbêjiyan dibêjin. Li rex van jin hemû rengên çîçekan kom dikin û li cihekî ku sih hebe hişk dikin, paşê jî hemûyan tevli hev dikin û di demsala zivistanê de ji bo derman bi kar tînin û piraniya wan li şûna çayê vedixwin. Hin ji van çîçekan jî ev in melîs, baboniç, nehneh, maydenoz û hîro. Meyada Colbeg ji ajansa me re qala tevgera jinan a di biharê de kir.
Meyada Çolbeg yek ji jinan e ku ji zarokên xwe re hem bûye dayik hem jî bûye bav. Di dema aloziya Sûriyeyê de hevjînê Meyada tê binçavkirin û bi salan e çarenûsa wî nediyar e. Ji bo vê jî barê malê dikeve ser milên Meyada û zarokên xwe bi keda destên xwe xwedî dike. Her çendî Meyada zor û zehmetî dîtibin jî lê tiştek li pêşiya Meyada nebûye asteng. Di heman demê de Meyada di mala xwe de cil û bergên gelerî didurû. 
Her sal jinên gund diçin nava zeviyan
Meyada da zanîn ku bi destên jinan hemû derman peyda dibin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Em sibehê radibin û pezên xwe diçêrînin, jinên gund hemû bi hev re li rex pezên xwe gulan kom dikin. Çi çîçeka ku bibe derman ji nexweşiyan re, em kom dikin û dixin kîsê xwe. Min niha gulên papatyayê kom kirine, ji bo serma û îltîhabê gelekî baş e. Ez tenê di nebatekê de bi sînor dar namînim, dema ez bizanibim ku kîjan giha an jî nebat feydeya wê ji mirovan re heye, ez kom dikim. Em hemû gihayan kom dikin paşê dişûn û li ber rojê radixin. Piştî ku hişk dibe em kom dikin û paşê vedixwin, piranî li şûna çaya reş em vedixwin. Gelek feydeyên van gihayan hene, ji bo nexweşiya şekir, penceşêr, iltîhab û nexweşiyên cuda. Xweşiya biharê bi şînahiyê re ye. Dema ku dar dibişkivin û gul û kulîlk vedibin tevahî ax bi hemû rengan tê xemilandin wê demê gund gelekî xweş dibe. Di heman demê de dema ku pez van mit û molan an jî nebatan dixwin bi şîr dibin. Lewre koçer berê xwe didin deşt û zozanan."