‘Koçberiya ji ber guherîna avhewayê zêde dibe’

Aktîvîsta jîngehparêz ê Lubnanî Nîhad Awad ku li Dubayê beşdarî COP28 bû, diyar kir ku ji ber guherîna avhewayê li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê koçberî zêde ye û got ku ji bo hevsengiya hawirdorê divê tedbîrên taybet bên girtin.

SUZAN EBU SAİD

Beyrûd - 28’emîn Konfaransa aliyan (COP28) a peymana guherîna hawirdor û avhewayê a Natewên Yekgirtî (NY) li Dubayê di navbera 30 Mijdar û 12’ê Kanûnê de hate lidarxsitin. Aktivîsta jîngehê Nîhad Awad ku ji Lubnanê beşdarî konfaransê bû û seroka Federasyona ji bo jinan aştî û azadî a Netewî Şîrîn Al-Jurdî nirxandin kirin.

Nîhad Awad da zanîn ku di konfaransê de nirxandin li ser 5 mijarên cûda yên weke aborî, wekheviya zayendî û çalakiyên avhewayê de nîqaş hatin kirin û got: “Me beriya 3 salan dest bi xebatên derbarê avhewayê de destpêkir. Wê demê em 5 sazî bûn. Niha jî 25 saziyên me ên ku piraniya rêveberên wan ji van welatan tên hene. Wan em daxwazî çalakiyên xwe ên cûda ên ku ji bo planên me yên derbarê salên were de kir.”

‘Derbarê pêşerojê de hêvî da’

Nîhad Awad amaje bi wê yekê kir ku sotemeniya fosil di konfaransê de di nava mijarên ku hatibû nîqaşkirin de bû û wiha got: “Me karî em xwe bigîhînin hedefên ku me dixwest. Lê belê nîqaşkirina van mijaran, temambûna pêgava yekem bihêzkirina biryardariya ku li welatan kêmkirina emisyona gaza seraya û welatên ku pêşbixwe û ji bo pêkanîna piştgiriya finansî û teknolojî bang kirin, ji bo pêşerojê hêvî da me. Hevrûbûna bi zehmetiyên hawirdor re gelek giring e. Ger hevrûbûn çêbibe wê kêrhatiya ku bi guherîna avhewayê re bi gunce çêbibe.”

‘Li Lubnanê li kêleka qeyrana aborî û siyasî qeyrana hawirdor jî tê jiyankirin’

Nîhad Awad îşaret bi wê yekê kir ku li Lubnanê li kêleka qeyrana aborî û siyasî qeyranek mezin a hawirdor jî tê jiyankirin û wiha dom kir: “Li Beyrûdê ji ber bilindbûna asta deryayê, di aliyê sektora turîzmê de rê li ber encamên nerênî vedike. Ji ber vê jî li Lubnanê ji bo rêvebirina çavkaniyên xwezayî ji derveyî guherînên bi bandor,  ji bo berdewamkirina van çavkaniya bi awayekê bê parastin û ji bo pêşîlêgirtina xirabûna hewirdor pêwîstî bi xebatê heye.” Nîhad Awad destnîşan kir ku ji derveyî qeyrana aborî ku welat ji bingeh hejandî, pirsgirêkên ewlehiyê û civakî jî tê jiyankirin û bal kişand ser zêdebûna rêjeya sûcan.

‘Hikumet çareseriyê ava nake’

Nîhad Awad bi bîrxist ku li Lûbnanê li dijî polîtakayên hikumetê pêla hersek û nedilxweşiyekê heye û wiha got: “Lê belê hikumet bersîva daxwazan nade, em dibînin ku ji bo pirsgirêkên hawirdor çareseriyê na hilberînin. Lubnanî tevî hemû şert û mercan jî bi hêvîne, em dikarin bêjin welat berbi guherîn, başkirina şertan û rafarandomê ve diçe.”

Nîhad Awad wiha got: “Beriya qeyranê weke aborî me daxwaz kiribû daraza me a hawirdor û polîsên me ên hawirdor hebin, lê belê daxwazên me hertim hatin redkirin. Niha piştî qeyrana aborî ev daxwaz cardin vedigere. Em dibînin ku di birîna daran û hêjmara şewatan de zêdebûn çêbûye. Ev rewşa ku hikumet di nav deye dizanim ku di aliyê malî de nayê çareserkirin. Cotkar û xwediyên erdên çandiniyê xaka xwe di terikînin û neçarî koçî bajar dibin. Ev jî zoriyên civakî bi xwe re tînin, ji bo çareseriya vê pirsgirêkê pêwîstiya me bi tedbîrên demildest hene.”

‘Divê xwegihandina jinan a çavkaniyên aborî were başkirin’

Nîhad Awad bal kişand ser bandora guherîna avhewa û qeyaran aborî li ser jinan û wiha got: “Ji ber zehmetiya şertê aborî, jinên ku jiyana xwe bi rêve nabin hem di aliyê psîkolojî û hem jî di aliyê tendirûstiyê de bandorek nerênî lê dike. Li welatên ku pêşdikevin de em dibînin ku jin rastî tundî û qirkirina zayendî tên û navîngeke bi ewel jêre nehatine dîtin. Bi vê ve girêdayî li gelek welatên Ereb û navnetewî rola jina a civakî jî zêde dibe. Bi taybet divê xwegihandina jinan a çavkaniyên aborî were başkirin. Bi destê civaka sivîl firsatên aborî werin avakirin û divê  bejdariya jinan di rêveberiyên biryargirtin û afet de werin zêdekirin û jin bi hêz bibin.”

‘Ji bo avakirina edaleta avhewayê em ê xebat bimeşînin’

Nîhad Awad bibîrxist ku yek ji hedefên wan ew e ku hewlidanên avahewayê ava kirine û got: “Bi van hewldanan ji bo avakirina edaleta avhewayê em ê xebat bimeşînin. Li Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîkayê ji ber guherîna avhewayê hêjmara kesên ku koçber bûne zêde dibe. Ji ber vê jî bo guncawbûna kêrhatiyên van kesan bi guherîna avhewayê re divê tedbîrên taybet werin girtin. Civakên ku bi çavkaniyên xwezayî  ve girêdayî, civakên ku herî zêde ji faktorên avhewayê bandor dibin û nayên parastinin. Ev jî di serî de jin, zarok û pîr jî di nav de rê li ber xirabûna standarta jiyana me vedike.”

‘Li Xeza û xakên ku dibin dagirkeriyê de edaleta avhewayê nîne’

Seroka Federasyona ji bo jinan aştî û azadî a Netewî û di heman demê de pispora avhewayê Şîrîn Al-Jurdî ku bejdarî konfaransê bûbû diyarkir ku dosyayek daxwazên ku cîhana Ereban ew zehmetiyên ku rastî hatine aşkere dikin amade kirine. Şîrîn Al-Jurdî destnîşan kir ku weke jin ji şerên bi çek ku bandorê li guherîna avhewayê dikin werin parastin jî di nav de di posîzyonên biryardanê de cih bigirin û wiha got:

“Me mijarên ku bi guherîna avhewayê ve girêdayî windahî û ziyan axivîn. Bi temamî ji holê rakirina sotemeniya fosîl jî di nava mijarên mede bû. Bi rastî rê li ber guherînekê na veke. Ji ber li Xezaya ku êrîşên Îsrailê berdewam dike û li xakên ku dibin dagirkeriyê de edaletek a avhewayê nîne. Di encama lutkeya avhewayê de weke ku em dixwazin em bi serkeftî nebûn. Ji ber guherîn di şevekê de çênabe.”

‘Daxwaza me bi dawîbûna şer e’

Şîrîn Al-Jurdî da zanîn ku jin û bi komîteya rengan a civakê re ji bo jinan Roja Kesek avakirin têkoşîna avhewayê didin meşandin û wiha got: “Me pêşniyarên xwe pêşkêşî konfaransê kir. Daxwaza me rawestandina şerên ku dibin sedemê guherîra avhewayê bû. Me weke femînîst, hewirdor û komên din bal kişand ser giringiya xebatên bi awayê kolektîf. Li Luban û li herêmê divê rojevek me a aşkere û   pêşîn hebin. Bi destpêkirina xebatên li sahê ji bo gihana encamên erênî û lêkolîna zoriyan divê em bi hevre bixebitin.”