Kêmkirina çavkaniya jiyanê ava Feratê suce

Ji 28`ê Çileya 2021`an ve dewleta tirk careke din ava Firatê kêmkiriye û weke amûrekî şer bi kar tine. Bi bendkirina ava Feratê ya çavkaniya jiyana welatiyên herêmê ye sûcên mirovahî û hiqûqî dike.

 
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Çemê Firat ji çiyayê Torosê dizê, rûbarekî mezin yê Kurdistanê ye ku jêdera xwe ji çemên Mûrad yê ji gola Wanê û Çiyayê Araratê li Bakurê Kurdistanê û ji çemê Avareş ji çiyayên bajarê Erzeromê ye dertê. Li Mezobotamyayê Çemê Firat li gel Çemê Dîcle rûbarên herî mezinin. Di wêjeyê de navê cotên keziyan lê kirine ku li ser bedewiya axa Mezrabotanê xwe li ba dikin û ber bi bendava Besrayê ve dikevin rê. Çem 2.800 Kîlometreyan dirêje û jê 1.100 kîlometir di nava axa Kurdistanê de ye. Çemê Firat li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çavkaniya bingehîn ya jiyanê ye ku niştecihên herêmê ava wê vedixwin, çandiniyê dikin, eleketrîkê digrin, lawirên xwe pê kedî dikin û nêçîra masiyan jê dikin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava Firatê di bendavên Firat, Rojava û Azadî de kom dibin.    
Hevpeyman li cem NY`ê hatiye qeyd kirin
Ji ber ku Çemê Firat di Tirkiyê, Sûriya û Îraqê re derbas dibe, di 17`ê Tîrmeha 1987`an de hevpeyana parvekirina ava Firatê ya Sûrî-Tirkî di navbera dewleta Tirk û Rêjîma Baas’ê de hat îmze kirin. Li gor hevpeymanê divê di her saniyekê de 500 metre kûp av derbasî Sûriyê-Rojava bibe. Di heman çarçoveyê de di 17`ê Nîsana 1989`an de Sûriyê û Îraqê heman hevpeyman îmze kirin. Li gor hevpeymanê parvekirina ava Firatê wiha ye, 85 ji sedî ji bo Îraqê û yê mayî 42 ji sedî  ji bo Sûriyê ye. Rêjîma Baas`ê ev hevpeyman di 1994`an de li cem Neteweyên Yekbûyî qeyd kir da ku mafê tu dewletan yê avê neyê binpê kirin. 
Dewleta tirk sucên mirovahî dike
Dewleta Tirk ji sala 2017`an dem bi dem ava Firatê kêm dike. Di hezîrana 2020`an de dewleta tirk ava Firatê bi rengekî balkêş kêm kir. A niha jî ji 28`ê Çileya  2021`an de dewleta tirk ji 60% ava Firatê berdide Sûriyê.  Her wiha di vê salê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê baran jî kêm bû. Li ser vê bingehê gelê herêmê gazincên kêmbûna avê û elketirîkê dikin. Heger ev rewş wiha berdewam bike dê bendav bisekinin û kirîzeke mirovahî çêbibe.
Hiqûqnas û parêzer Zozan Qedûr qutkirina dewleta tirk ji ava Firatê re ji aliyê qanûnî û mirovî ji ajansa me re wiha nirxand.
“Kêmkirina ava Feratê sucek miroviye”
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê- Rojava çandinî û kedîkirina lawiran hîmê bingehîn yê jiyankirinê ye. Lê di vê salê de baran kêm e û dewleta tirk ava Firatê kêm dike. Zozan Qedûr bal dikşîne ser vê mijarê û wiha dibêje: "Kêmkirina ava Firatê li hember niştecihên herêmê, xweza û lawiran sucekî mirovahî ye. Em niha di demsala çandiniyê de ne, heger genim û ceh neyê avdan dê gelê herêmê pêwisitiyên xwe yên jiyanî çawa bi cih bînin. Her wiha saetên eleketirîkê jî hatine kêm kirin. Ji ber vê em ber bi kirzîeke mezin ve diçin."
 “Dewleta tirk li gor bendên hevpeymanê tevger nake”
Dewleta tirk li gor hevpeymana Sûrî-Tirkî tev nagere, ji ber vê ew di aliyê hiquqî de jî sucdar e. Zozan binpêkirinên dewleta tirk wiha anî ziman: "Heger mirov ji aliyê hiqûqî ve jî binrxînin wiha ye. Av mafekî rewa yê însan, xweza û lawiran e, ji ber ve mafê tu kesî tune ye ku avê bibire. Dewleta tirk nikaribû bi riya êrîşên çekdarî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike, ji ber vê dixwaze kirîzên mirovahî ava bike. Ji lewra kêmkirina ava Firatê di heman demê de binpêkirina hevpeymana Sûrî-Tirkî ye. Hevpeyman fermî ye û li cem Neteweyên Yekbûyî qeyd kiriye, lê Tirkiyê li gor bendên parvekirina avê tev nagere. "
“NY`ê  berpirsyarê binpêkirina hevpeymanê ye”
Tevî ku hevpeymana Sûrî-Tirkî li cem Neteweyên Yekbûyî qeyd kiriye, lê heta vê kêliyê jî NY`ê tu helwest nîşan neda ye. Zozan Qedûr bêdengiya NY`ê rexne kir û wiha got: "Em weke hiqûqnas kiryarên dewleta tirk şermezar dikin û bi taybet bang li Neteweyên Yekbûyî dikin. Ev hevpeyman li cem NY fermî ye û qeyd kiriye. Ji ber vê divê ku ew hesab ji Tirkiyê bixweze. Her wiha em bang li rêxstinên mafên mirovan, lawiran û xwezayê dikin ku li dijî sûcên dewleta tirk helwesta xwe nîşan bidin."