Karesata jîngehê ya li Kurdistanê alarma hilweşîna hikûmeta Îranê dide

Li gor gotina yek ji berpirsên berê yên Îranê, tevî hişyariyên derbarê zuwabûna gola Urmiyê, her yek ji hikûmeta Îranê di vê mijarê de xemsariyê kiriye û niha ev pirs ne tenê pirseke jîngehparêzî ye, pirsgirêkek ewlekarî ye jî.

Navenda Nûçeyan – Yek ji berpirsên berê yên hikûmeta Îranê dibêje: Gola Urmiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê bi ziwabûnê re rû bi rû ye. Ziwabûna vê golê ne tenê nîşana zirara jîngehê ye, dibe ku di warê ewlehiyê de jî metirsiyan çêdike, ji ber ku ti hikûmetek li Îranê tevî vê yekê nikare berdewam bike.

Îsa Kelanterî serokê berê yê saziya parastina jîngeha Îranê dibêje: “Ziwabûna gola Urmiyê dê di warê ewlehiyê de jî bandorê li hikûmeta Îranê bike û tevî wê yekê ti hikûmet nikare aramiya xwe biparêze.”

Hikumet li hemberî vê yekê xemsar e

Îsa Kalantarî, bal kişand ser wê yekê ku li vê golê 30 milyar ton xwê heye û eger zuwa bibe li herêmê îhtîmala bahoza xwê yan jî barana xwê zêde bibe û wiha got: "Bajarekî wek Tebrîzê ku nêzîkî golê ye, divê bê valakirin û mesrefa pêvajoya valakirina wê bibe trîlyonek dolar.”

Her wiha Îsa Kalantarî yê berpirsê berê yê Îranê rexne li her hikûmeta Îranê kir ku li ser çarenivîsa vê golê xemsariyê dike û got: “Ji nîvê salên 90’î yên sedsala derbasbûyî ve pisporên jîngehparêzî li ser zuwabûna gola Urmiyê hişyarî dane, lê rayedarên hikûmetê guh nedane wan hişyariyan û van hişyariyan cidî negirtine.” Îsa Kalantarî teqez kir ku divê hikûmet bi her awayê hewldana vegerandina gola Urmiye bike.

Gola Urmiye ji sedî 95 zuwa bûye

Li gor raporta Navenda Birêvebirina Qeyrana Urmiyê ji sedî 95’ê vê golê zuwa bûye.

Pisporên hewanasiyê dibêjin, zuwabûna tam a gola Urmiyê dê bibe sedema bahozên xwê yan barana xwê, têkçûna çandinî û jiyanê ya li navçeyên derdorê û destpêkirina çolbûna gelek deverên Îranê û welatên cîran ên weke Iraq, Tirkiye û Azerbaycanê.

Ziwabûn, bikaranîna nebaş a ji çavkaniyên avê, kolandina bê serûber a bîrên li derdora golê, bê plansazî û siyasetên şaş ên hikûmeta Îranê di bikaranîna çavkaniyên avê de û di heman demê de guhertina rêya hin rûbaran, ji sedemên sereke yên ziwabûna Gola Urmiyê tên dîtin.