Kanên komirê yên li Şirnexê jiyana mirov û xwezayî tehdît dikin

Li Şirnexê saziyên moxilkirina komirê ku hejmara wan roj bi roj zêde dibe, zirarek mezin didin jiyana mirov û xwezayê. Welatiyên ku li gundê nêzîkê devera ku tesîs lê hene dijîn, ji ber tozê nikarin derkevin derve û baxçeyê wan ên ku hêna berhem nedane hişk dibin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Şirnex - Saziyên moxilkirina komirê ku bi qasî 15 sal berê li gundê Avgamasya di navbera navenda Şirnex û navçeya Cizîrê de dest bi sazkirinê kiriye û her roj hejmara wan zedê dibe, zirarê mezin didin hawirdorê. Saziyên moxilkirina komirê, 14 ji wan fermî û nêzî 26 jî bi neqanûnî tên xebitandin, hem av, hem jî xwezaya mirovên Şirnexê qirêj dikin. Ji ber ku ji ser kamyonên ku komirê dikşinîn toza komirê bi hewa dikeve, zirarê dide rez û baxçeyan, di heman demê de bi baranê re jî toza wê tevli rûbaran dibe.”
Ji ber toz û dûmanê nikarin pencereyên xwe vekirî bihêlin 
Yek ji niştecihên gund Gurbet Sevîm diyar kir ku ji ber saziyan ew neçar in rojê sê caran balkonên xwe bişon, bal kişand ser wê yekê ku ji ber tozê ava çemê di nava baxçeyê gund re derbas dibe reş dibe. Gurbet dibêje ku her çend wan wekî gundî gelek caran daxwaz kirine jî tu guhertin çênebûye û wiha dibejê: "Em 20 sal in li vî gundî dimînin. Em wê xweliya reş dadiqurtînin. Li Cizîrê xaniyê me heye lê baxçeyên me û hemû tiştên me li vir in. Piştî ku em hatin me ev xanî ava kir, kanên komirê hîn bêtir zêde bûn. Hebûna xwelî û komirê li gund, li warên mirovan neheqiyek pir mezin e.”
"Zebzeyên ne nagihîjin" 
Gurbet bang kir ku pirsgirêkên wan di demek zûtirîn de bên çaserkirine, diyar kir ku zarokên li gund dijîn ji ber toza hewayê, her gav nexweş dikevin û destnîşan kir ku tenduristiya mirovan di xeterê de ye loma divê di demek herî kurt de careserî were dîtin û wiha domand: “Ne zebzeyek ne jî berhemek ji ber tozê şîn dibe. Em mehê du caran xanî bi tevahî dişon lê dîsa jî ev toz her tiştî qirêj dike. Dema girtina derî yan pencereyê jî tu fêde tune ye. Ez rojê sê caran jî balkonê bişom, dema ku zarokên min biçin, bin lingên wan bi komirê reş dibe. Ev toz ji bo tu tiştekî nebaş e. Ji bo mirov û ajalan nebaş e. Em nikarin 24 demjimêran paqijî bikin” di zûtirîn demê de çareseriyek dixwaze.
"Li gund jiyanê li me herimandin" 
Makbule Acu ya li heman gundî dimîne diyar kir ku kana komirê gund aniye rewşek ku tu nikarî lê bijî û wiha domand: “Em dixwazin kanên komirê ji vir biçin. Wan jiyan ji me re nehiştiye. Li çar aliyên me kanên komirê hene. Gund di nav komirê de asê maye. Divê kana komirê di demek zûtir de werin rakirin. Em li her deverê serlêdanan dikin lê bersiv nadin me. Em 20 rojan carekê mehfûrên xwe dişon. Ji ber ku ev toz ketiye nava ava me, em neçar in ava sefandî vexwin.”