Jinan li dijî qetliama li ser xwezayê banga serhildanê kir
Jinên li Şirnexê bertek nîşanî qetliama li ser xwezayê dan û bang li şêniyên Şirnexê, sazî û dezgehan kirin ku rabin serhildanê.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Şirnex – Li herêmên Besta û Cûdî yên Şirnexê du sal in birandina daran didome, rojane 50 TIR dar tên birîn. Li bajar ji bo birandina daran li çiyayan rê tên çêkirin û bi hezaran cerdevan di qetliama daran de cih digin. Ji bo kesên ku daran dibirin û berhev dikin rojane hewmiye tê dayîn, darên ku tên birandin jî hinek ji wan dibin derveyî bajar, hinek ji wan jî ji bo zivistanê bişewitînin, dişînin baregehên leşkerî. Rayedarên li bajar li dijî qirkirina ekolojîk bêdeng in, welatiyên Şirnexê jî diyar dikin ku bi birandina daran, xirabkirina xwezayê, hewl didin mirovên herêmê bidin koçberkirin.
Kesên xwedî erazî tên tehdîtkirin
Darên ku dibirin her roj li dora saet 16:00 de ji navenda bajar derdixin, destpêkê dibin senayiyê, dû re jî dibin bajarên din. Li gorî agahiyan, li herêma Şenobayê ku zêdetir dar lê tên birîn, malbatên cerdevanan îhaleya birandina daran girtine, bi pereyê ku ji firotana daran digrin di nava dewlemendî û luksê de dijîn. Li ketina herêma ku dar lê tên birîn, lewheya bi nivîsa “Daristan qadên me yên jiyanê ne” ku Muduriyeta Daristanan a Şirnexê daliqandiye bala mirov dikşîne. Li gorî agahiyan ên ku li herêmê xwedî erazî ne, ji aliyê kesên ku daran dibirin ve bi tehdîta “an bifroşin, an bibirin, an na em ê bibirin û bişewitînin” re rûbirû ne.
Polîtîkaya koçberkirinê didome
Aysel Kabul a li Şirnexê dijî got ku dewlet bi birandina daran careke din hewl dide wekî sala 1992’yan mirovan bide koçberkirin. Aysel Kabul di berdewamiya axaftina xwe de ev agahî dan: “Pir zirarê didin çiyayên me. Îro li me zextê dikin, ji me re dibêjin ‘an em ê darên we bibirin, an jî bişewitînin.’ Bila bela xwe ji xweza û çiyayên me vekin. Xweza jiyan e, heywan û koçer li wan deveran dikarin bijîn. Bila têkilî warên me nebin. Em beriya 34 salan ji gundê xwe koçber bûn hatin vê derê. Çawa ku di sala 1992’yan de gundê me şewitandin, me koçber kirin niha jî bi heman armancê hewl didin me ji vir koçber bikin. Em îro li gundê xwe nîn in, darên me tên qetilkirin, birandin û firotin. Em li dijî vê yekê ne, ev hovîtî ye, ji bo em pêşî li vê rewşê bigrin çi ji destên me were em ê bikin. Em ê li dijî vê talanê meşa girseyî li dar bixin.”
“Divê gel pêşî li vê talan û qetliamê bigre”
Nuriye Bîlîr jî têkildarî mijarê bal kişand ku divê Kurd li dijî vê qirkirinê bibin yek û da zanîn ku ger welatiyên li herêmê dest bidin hev dê pêşî li vê qirkirinê were girtin û wiha domand: “Bi traktoran daran birin bajarên din lê mirovên vê derê ranebûn ser piyan û dengê xwe dernexistin. Divê gel rabe ser piyan û pêşî li birandina daran bibire. Ger xweza nemîne, jiyan jî namîne, heywan jî namînin. Ger wiha bidome dê mirov nikaribin derbikevin zozanan, dar û daristan nemînin, nexweşî jî her tiştê nexweş jî dê zêdetir bibin.”
“Divê em vê qetliamê rawestînin”
Nuriye Bîlîr herî dawî wiha got: “Birandina daran ji bo me mirin e. Divê Kurd dest bidin hev û pêşî li êrîşên li ser xwezaya xwe bigrin. Kîjan sazî hebin divê bi mirovên li vê herêmê re dest bi çalakiyan bikin pêşî li vê qetliam û talana li ser daran bigrin. Jixwe hemû gundên me şewitandin, heta em destûra nivîskî negirin nikarin biçin gundên xwe. Her dema ku em kamyonên tije darên birandî dibînin agir bi dilê me dikeve. Laneta Xweda li mirovên ku daran dibirin bibare. Çi dibe bila bibe, kî çi dibêje bila bibêje, em ê li dijî vê qetliamê meşa xwe li der bixin û hewl bidin pêşî li vê talanê bigrin.”