Jin hewl didin xwezayê biparêzin

Jinên Kobanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çandina gul û çîçekan hawirdora xwe xweşik dikin, diparêzin ji bo ku şînahî zêde bibe.

NORŞAN ABDÎ

Kobanê –Jin bi awayekî xwezayî bi xweza û çandiniyê ve girêdayî ne. Bi taybetî gul û kulîlk ji bo jinan karên herî xweş in. Jinên Kobanê teqez dikin ku armanca wan bi çandina gulan zêdekirina rûberên kesk û xemilandina bajarê xwe ye.

Der barê armanca sereke ya vekirina şitilgeha Şêran ji bo jinan, endama ofîsa jinê ya li şaredariya navçeya Şêranê ya kantona Kobanê Cîhan Semî got: “Em ji bo pêşxistin û xurtkirina projeyên jinan dixebitin. Şaredariya kantona Kobanê berî 6 mehan projeyek taybet ji bo jinên navçeya Şeranê vekir bi armanca zêdekirina rûberên şîn û derfetên kar ji bo jinan, ji ber ku jinan dest bi çandiniyê kirine hawirdora xwe parastine. Di şitilgehê de gelek cureyên gul, çîçek û daran hene, em sebaran, yasmîn, gardînya, cezanya û hemû cure û rengên gulan li gel darên heracan û darên bi berhem diçînin.”

Cîhan Semî diyar dike ku ew hewl didin hejmara xebatkarên di şitilgehê de zêde bikin her wiha hejmara gul û daran û rûbera şitilgehê jî berfireh bikin ji bo hejmareke zêde bixebitin. Jin bi zêdekirina rûberên şîn di bajarê xwe de xweza û hawirdorê diparêzin.

‘Ez gelek ji çandînî û şînahiyê hez dikim’

Xebatkara şitilgehê ya ji Şêranê Werdê Mihemed Elî ya 40 salî dibêje ku çandina dar û şînahiyan li şitilgehê û malê parçeyek ji jiyana wê ye û dibêje: “Hezkirina min ji karê çandiniyê û xwezayê re zêde ye. Ez hatim min li vê şitilgehê kar kir, ji bo rûberên şîn li bajarê xwe zêde bikim û gulan biçînim bajêr bixemlînim, wisa em dîmenekî ciwan ê rojava biafirînin.”

Der barê cureyên gulan de Werdê Mihemed Elî got: “Ez gelek cureyên gul û daran diçînim weke şînahiyên salonan, sebar û gulan ji bo xemilandinê bi kar tînim, girîngiyeke zêde ji bo van gulan, dar û beran pêwîst e ji bo ku mezin bibin. Her roj em giyayên zêde ji şitilgehê radikin û derdixin her wiha em cureyên gulên xerîb û nû jî li mala xwe diçînin.”