Ji welatên Behra Spî li dijî krîza avhewayê daxuyaniya hevpar

Serokên welatên Deryaya Spî yên ku li dijî şewata daristanan têdikoşin di daxuyaniyeke hevpar de bang li welat û civaka navneteweyî kirin ku li dijî krîza avhewayê gavên lezgîn û bi bandor bavêjin.

Navenda Nûçeyan – Serokên welatên Behra Spî der barê krîza avhewayê de daxuyaniyeke hevpar dan. Serokên dewletên Xirwatistan, Îtalya, Malta, Portekîz, Slovenya û Yewnanîstanê di daxuyaniya hevpar a bi sernavê "Banga Derya Spî" de bal kişandin ser wê yekê ku krîza avhewayê êdî veguheriye "rewşa awarte".

'Krîza avhewayê gihîşt asta teqînê'

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bandorên wekî germa zêde, lehî, şewat, çolbûn û qutbûna av û elektrîkê bi taybetî li herêma Derya Spî bi giranî tên dîtin û ev agahî hatin dayîn:

"Wekî ku dihate çaverêkirin, krîza avhewayê hat û gihîşt asta teqînê, ewqas ku niha behsa 'dewleta avhewayê ya awarte' tê kirin. Bûyerên xwezayî yên tund ekosîstemê wêran dikin û jiyan û şêwaza jiyana me ya rojane tehdîd dikin. Êdî wextê windakirinê tune ye, ji ber sedemên siyasî û aborî wexta tawîzkirinê nemaye. Divê em gav bavêjin û gavên lezgîn û bi bandor bavêjin. Divê hemû welatên Deryaya Navîn bi hevrêziyê tevbigerin û ji bo rawestandin û paşvexistina bandorên krîza avhewayê bi hev re hewl bidin.”

'Polîtîkayên berbiçav peywira me ye'

Di daxuyaniyê de serokên dewletan Zoran Milanović, Sergio Mattarella, George Vella, Marcelo Rebelo de Sousa, Nataša Pirc Musar û Katerina Sakellaropoulou gotin, "Erkê me ye ku di vî warî de tevbigerin û li hember vê hewldanê polîtîkayên berbiçav bimeşînin."

'Divê di rojeva siyasî de cih bigire'

Di deklerasyona ku tê de hat gotin ku divê etîka berpirsiyariya hawirdorê were çespandin û hişyariya raya giştî ne tenê ji bo îro, ji bo pêşeroja zarokan û nifşên pêşerojê, Yekîtiya Ewropa, welatên din ên Behra Spî û civaka navneteweyî hatin destnîşankirin. bang kirin ku vê mijarê di rojeva xwe ya siyasî de bihêlin.