Ji jinan bertêka madenê: Bila destên xwe ji xwazaya me bikşînin

Jinên ku me der barê rapora erenî ya ku ÇED'ê li ser kana madenê ya Gêxiyê da axivîn, balkişandin ku ziyana ku bi bendava berê hat çêkirin re ji xwezaya û wan re hat dayîn, dê bi madenê re du qat zêde bibe, wiha gotin: “Bila destên xwe ji xwezaya me kaşbi

MEDÎNE MAMEDOGLU

Çewlîg – Ji aliyê Metal Madencilik a Çewlîgê ji bo derxistina zirîç, zîv û çînkoyê ya li qadeke bi qasî 500 hektarî ku li gundên Eskikavak, Îlbey, Maltepe, Aysakli yên navçeya Gêxî û mezrayên girêdayî van gundan dihewîne, tê xwestin kana madenê bê avakirin. Ji bo vê kana ku tê xwestin li Geliyê Pêrî ku bi gelek sahayên bendav û madenê hatiyê dagirkirin, li çiyayekî li kêleka geliyê cih digre de xebatên kolandinê dest pê kir. ÇED di rojên derbasbûyî de ji bo projeya madenê ya ku wê di nav çiyayê de bê meşandin rapora erenî da. Gelê herêmê li hemberî rapora ku hat dayîn û madena ku tê çêkirin bertek nîşan dan. Gelê ku li dijî talana xwezayê ya bi salan e didome  bertek nîşan dan, wiha gotin: “Ger sîleya dewletê hebe, darên me jî hene. Em ê destûr nedin."

Gundiyên ku ava wan qirêj bû nexweş ketin

Piştî biryara rapora erênî ya ÇED'ê, şîrketa ku bi vekirina hundirê çiyê dest bi xebatên Madenê kir, despêke zerar da avên binê erdê yên herêmê. Dema li gelek gundên nêzî çiyayê ku maden lê digeriyan ava vexwarinê qirêj bû, welatî jî ji ber ava qirêj bû nexweş ketin. Jinên gundî yên diyar kirin ji ber bendava ku bi salan e li herêma wan heyî nikarin ajalwanî û çandiniyê bikin, dan zanîn ku dê bi madena bê jî gund bi temamî bê av bibin. Jinan diyar kirin ku bi salan e bi xebatên wekî bendav û madenê xwezaya wan tê talankirin û armanca sereke ya dewletê jî bêmirovkirina herêmê ye.

“Armanca wan tunekirina herêmê ye”

Yek ji welatiyên ku me li ser mijarê axivîn Sabahat Bayakir jî got ku ew naxwazin maden bê çêkirin. Sabahat Bayakir a anî ziman bi madenê re ne pêşaroja wê û ne jî zarokên wê bimîne, diyar kir ku dewlet bi maden û bendavan re armanc dike ku herêmê tune bike. Sabahat Bayakir di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ev çend roj in hemû gel nexweş e, avên me yên binê erdê qirêj bûn. Em êdî nizanin di nava avan de çi heye, em hemû nexweş in. Ew zirarê didin xweza, mirov û ajalên me. Hûn çandiniyê dikin, nikarin tu berhemek ji çandiyê bistînin. Hûn baxçê diçînin, sebzeyek şîn nabe. Çima; ji ber ku wan xwezaya me mehf kirin.”

“Bila destên xwe ji xwazaya me kaş bikin”

Sabahat Bayakir a diyar kir çêkirina madenê naxwazin, bi van gotinan bertekên xwe anî ziman: “Ger pêwîst bike em her cure bertek nîşan didin, lê em ê destûr nedin. Em meş jî dikin. Êdî bes e. Bila destên xwe ji xwaza ya kaşbikin. Bila destên xwe ji ban deran kaş bikin, êdî bes e tiştên li me kirin. Li vir tenê maden çêkirin. Dê siba roj gundê min ji ber van nemîne. Gorên me, her tiştê me li vir in. Ji ber vê em ji vir naçin, naxwazin biçin jî."

"Maden dê zirara bendavê du qat bike"

Ji jinan Ayten Kartak jî agahî ku zirara bi bendavê re hat anîn, dê bi madenan re hin zêdetir bibe parvekir. Ayten Kartak balkişand ku bi madena bê çêkirin re dê avên binerdê qut bibin û got ku dema av qut bibe dê jiyan bi dawî bibe û ajalên wê jî bimirin. Ayten Kartak wiha axivî: “Despêke li vir bendav çêkirin. Piştî bendavê avên me qutbûn, barîna baran rawestiya. Ji ber vê em bi vê madenê nerazî ne. Ajalên me bê av in, gund bê av dimîne. Ji ber vê em naxwazin, gelek zirare wê çêdibe. Dê ew maden gelek zirar bide me. Dê ajalên me bimirin, piştî wê av jî nayê, av jî qur bikin. Ez qebûl nakim. Hatin gel me û gotin ‘em ê madenê çêbikin, destûr bidin me’, lê me nexwest. Ewê bikevin nava çiyê, dema bikevin çiyê dê avê qut bikin, hem em û hem jî ajalên me bê av bimînin. Wê demê emê çi bikin? Em bi bendavê ne razî bûn, em bi madenê re jî ne razî ne. Em destûrê nadin vê yekê û em ê pêşî lê bigrin.”

"Êdî bes e!"

Ji jinan Selîme Bayakir jî wiha got: “Em li vir mêşvaniyê dikin, zeviya me heye. Ew jî çi dikin, tên ava me jehrî dikin. Li vir bendav çêkirin, bi tonan zirarê wê çebû. Niha jî dixwazin ava me qirêj bikin. Em naxwazin êdî naxwazin! Em naxwazin, ger wiha berdewam bike em ê hemû biçin ber deriyê wê derê. Ger av biçe, em ê çi bikin, em ê çawa li vir bijîn. Em nikaribin bijîn.”