Intisar Al-Mujabirî: Divê Derne ji nû ve bê avakirin

Rêvebera Beşa Lezgîn a Wezareta derdorê Intisar Al-Mujabirî diyar kir ku divê bajarê Derna yê Lîbyayê ku lehiyê lê dabû, li gorî qanûnên hawirdorê yên navneteweyî bi lêkolîneke zanistî ji nû ve bê avakirin.

HINDIYA AL-ASHEPY

Bîngazî – Bahoza Daniel a ku li rojhilatê Lîbyayê bi bandor bû, di 10'ê Îlonê de li bajarên Bîngazî, Beyda, Merc, Sûse û Derneyê veguherî lehiyê. Li gorî daxuyaniyên fermî; di karesatê de 4 hezar û 333 kesan jiyana xwe ji dest dan, 43 hezar kes jî koçber bûn. Tê texmînkirin ku herî kêm 17 hezar ji wan koçberan zarok in. Li herêmên Al Jabal Al Akhdar jî ava binerdê qirêj bû û li gelek deveran erd şemitî.

Bi sedan dar di bin avê de man

Rêvebera Beşa Guhertina Avhewayê ya Wezareta derdorê ya Hikûmeta Lîbyayê Mona Îbrahîm ragihand ku ji ber karesata lehiyê li herêmên Al Jabal Al Akhdar a Lîbyayê zêdetirî 200 darên zeytûnan û 250 darên berû di bin avê de mane.

'Ava behrê û ya bin erdê qirêj bû'

Mona Îbrahîm destnîşan kir ku ji ber lehiyê qadên çandinî û çêrandinê bi erezyonê re rû bi rû mane. Mona Îbrahîm amaje bi vê yekê kir ku lehî bi taybetî ji ber tevliheviya ava kanalîzasyonê dibe sedema qirêjiya cidî di ava bin erd û bîran de û got:

“Li Derneyê û hin bajarên rojhilatê Lîbyayê di ava vexwarinê qirêjî bû. Di ava behrê de jî qirêjî çêbû. Ligel lehiyê malzemeyên paqijiyê, kîmyewî, seyare, metal û malzemeyên înşaetê jî tevli ava behrê bûn. Ji ber vê sedemê di hawirdora behrê de gelek candarên behrê yên wek resîfên mercan û masiyên deryayê jî zirar dîtin. Di heyama pêş de, ji bo tesbîtkirina zirara derdorê ya ji ber lehiyê divê lêkolîn li qadê bên kirin.”

‘Li bajarên Lîbyayê yên di bin lehiyê de man çavkaniyên avê yên nû derketin holê’

Rêvebera Beşa Lezgîn a Wezareta derdorê Intisar Al-Mujabirî destnîşan kir ku guherîna avhewayê bandorê li hemû qadên jiyanê dike û destnîşan kir ku taybetmendiyên zeviyên çandiniyê jî li gorî şert û mercên avhewayê diguherin. Intisar Al-Mujabirî got: “Li bajarên rojhilatê Lîbyayê ku di bin lehiyê de bûn, çavkaniyên nû yên avê derketin. Bi taybetî li Lîbyayê çavkaniyên avê yên ku berê dihatin zanîn winda bûbûn. Bi taybetî li Taxa Wadi Al-Naqa ya Derneyê.”

‘Divê Derne ji nû ve bê avakirin’

Intisar Al-Mujabirî diyar kir ku li dijî bûyerên xwezayî yên weke lehiyên li Lîbyayê pêwîstî bi lêkolîna zanistî û amûrên pêşketî heye û got: “Bi 'Konferansa avakirina Derneyê' re tê xwestin ku bi taybetî şîrketên navneteweyî yên ku dê li ser vê yekê bixebitin bên hilbijartin. Divê Derne li gorî rêgezên hawirdorê yên navneteweyî ji nû ve bê avakirin.”