Hişkesaliya dijwar bandorê li bexçeyên Hewremanê dike

Gelek baxçeyên Hewreman ji ber bê baranî û hişkesaliyê tune birine, Melîke Elî ya 86 salî diyar kir ku hişkesalî û bê baranî bi awayekê pir dijwar bandorê li bexçeyê wan kiriye.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepce – Li serasnserê cîhan û bi taybetî Rojhilata Navîn ji ber polîtîkayên şer, bikar anîna madeyên kîmyewî yên di van şeran de û ne baldarbûna li ser awhewayê qeyranek mezin a jingehê tê jiyîn. Ji ber zêdebûna pileya germê û hişkesaliya dijwar tevahî cîhan bi xeteriyek mezin re rû bi rû ye. Hewreman a ku bi bedewiya xwe ya jîngehê tê nasîn jî yek ji wan cihan e ku ji ber hişkesaliya dijwar daristan û bexçeyên Hewremanê bi awayek neyînî jê bandor dibe.

“2 sal in hemu berhemên me hişk bûne”

Yek ji şêniyên Hewremanê Melîka Elî ya ku 86 salî ye û tevahiya emrê xwe di nav bedewiya Hewremanê de jiyaye der barê bandora hişkesaliyê ku li hember berhem dayîna jingehê astengiyan ava dike wiha got: “Van baxçeyan, gelek caran me malên xwe bar dikir û her carê me ji nû ve avakiriye û lê belê her tim baxçeyê me şîn bû. Hemû  salan 85 hezar guzên me hebûn, lê belê niha hemû hişk bûne û nemane. Hinarên me bi tonan hebû, hemû berhemên me di xizmeta hemwelatiyan de bû û bê beramber me dida xelkê û me didanî rex mizgeftê da ku xelk ji bo xwe bibe. Lê belê ev dû sal e hemû berhemên me ji ber bê baranî û hişkesaliyê hişk bûne. Şînatiyên me xwedî temenek dirêj e, wê demê avake zêde hebû lê belê niha ji ber vê bê aviyê û hişkesaliyê ew jî hişk bûye.”

Guherîna avhewayê cîhan bi xwe girtiye û herêma Kurdistanê jî ev dû sal e ji ber hişkesalî û bê baranî xelk gelek tengezar kiriye, hemû baxçe ber bi tunebûnê ve diçin û ziyanek zêde gihandiye hemû baxçeyên herêma Kurdistanê.