Hişkesalî şopa dînozorên 113 mîlyon salî derxist holê

Ji ber hişkesaliya tê jiyîn û zûwabûna çemekî li eyaleta Teksas a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê şopa lingên dînozorên 113 milyon sal berê derket holê.

Navenda Nûçeyan - Tê texmîn kirin ku ev şopên dêw ên yek Acrocanthosaurus e. Şopên ku herî dawî di sala 2000’an de hatine dîtin, gelek caran di bin çend tebeqeyên axê de têne dîtin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Ziwatiyê ya Dewletên Yekbûyî, îsal hema tevahiya Teksas di ziwabûna dijwar de ye. Hefteya borî ji sedî 87’ê eyaletê hişyariya tund hatin ragihandin. Ji ber ku vê havînê ji her deman zûwatir bû, çemê ku di nîvê parka Texasê re derbas dibe hema bi tevahî ziwa bûye. Bi vî awayî, şopên dînozoran jî hatin dîtin.

Mufetîşê parkê Jeff Davis ji BBC re got ku şopên ku derketine bi navê "Şopa lingê cerdevanê tenê"; ku dînozorekî ji curê Acrocanthosaurus ku dirêjahiya wê digihêje 11 metreyan, li ser vê rêyê meşiyaye;  got ku 60 ji 140 şopên lingan niha xuya dibin.

Acrocanthosaurus cureyekî teropod e, dînozoreke bi sê penc û giraniya xwe bi qasî 7 ton e. 

Bûyerên hewayê yên dijwar bûn sedema bûyerên din ên sosret

Ji ber Gola Mead ku yek ji rezervên herî mezin ên Dewletên Yekbûyî ye, zuwa dibe û asta avê dadikeve, laşên mirovan hatin dîtin. 

Guhertina avhewa dibe ku nebe sedema hemû ziwabûnên li cîhanê. Lê belê, germa zêde ya li atmosferê, ziwabûnê zûtir û xirabtir dike.

Germahiya li ser rûyê erdê ji destpêka serdema pîşesaziyê ve 1,2 pile zêde bûye. Zêdebûna germê berdewam dike. Ger ji bo kêmkirina belavbûna karbonê gav neyên avêtin, zêdebûna germahiyê dê  qeyranên hîn mezintir avabike.