Hikumeta Îranê çavkaniyên xwezayî xesp dike

Hikumeta Îranê bi hêceta pêşketin vegera şaristaniyê li Rojhilatê Kurdistanê ev nêzî 40 salan e çavkaniyên petrol, gaz û ava xwezayî xesp dikin û li dijî gel politakayên terbiyekirina bi birçibûnê pêktînin.

MOJDA KIRMANŞANÎ

Navenda Nûçeyan – Hikumeta Îranê cardin li Rojhilatê Kurdistanê li eyaletên Huzistan, Sistan û Belucistanê di bin navê vegera şaristaniyê de çavkaniyên xwezayî yên weke av, gaz û petrolê xesp dikin û ji bo xizmeta xwe bi kartînin. Hikumeta Îranê dixwaze bi polîtakayên xwe yên taybet demografiya herêmê biguherin û divê çarçoveyê de gel bi birçîbûnê dixwaze terbiye bike.

Gel ji dewlemendiyê sûd nagre

Ji ber kêm û kurtasiyên rêveberiya hikumeta Îranê qeyrana avê û zuhabûna golan bûye sedemê pirsgirêkên cidî. Ji daristan, maden, çavkaniyên avê û gaza xwezayî heta petrola wê xwezaya Rojhilatê Kurdistanê bûye qûrbanê polîtakayên komara Îslamê ya Îranê. Li Rojhilatê Kurdistanê herçendî di aliyê çavkaniyên avê, reji, zêr, petrole de dewlemende û hemwelatî ji vê dewlemendiyê sûdê nagrin.

Çavkaniyên avê tên talankirin

Li gelek bajaran ji ber nebûna avê û bê kaliteya avê bûye sedemê nerazîbûnan. Hemwelatî bang dikin ku kenalên avê werin sekinandin. Lê belê hikumet van protestoyan bi zextan pêşwazî dikin. Li bajarên Sinnah, Kirmanşah, Merîwan û bajarên din yên Rojhilatê Kurdistanê ev çend sale bi pirsgirêka avê re rû bi rûne. Ajansên saziyên hewordor, sanayî û wezareta madenê û hinek wezaretên din li beramberî vê talankirina xwezayê têrê nakin. Lê belê hawirdor li Rojhilatê Kurdistanû Huzistanê di derbarê xebatê madanî de bi fikarin. Li rûxmê itiraza çalakvanên hewirdor tehrîbatkirina hawirdor berdewam dike.

Huzistan xwedî rêjeya herî zede ya bê kariyê ye

 Polîtakayên hikumeta Îranê ya sistematik ne tenê li herêmên Kurdan pêktîne, li eyaleta Huzistan, Sistan û Belucistan jî heman polîtîka tên pêkanîn.  Li Huzistana ku piranî Ereb lê jiyan dikin hêjmarek zede ya potrol û rafineyan heye. Li rûxmê vê dewlemendiyê Huzistan xwedî rêjeya herî zede ya bê kariyê ye. Qirêjiya ji ber rafieyên petrokimya dibe sedemê nexwesiyên bi rêya nefesê û ji bo gelek nexweşiyên din daxwazname derdixwe. Rayedarên hikumetê ev bi salane li vêderê dest daniye li ser xaka gel û armanca wan ewe ku demografiya herêmê biguherin û polîtakayên guherîna demografiyê pêktînin. Li Sistan û Belucistanê ji derveyî gaza xwezayî petrol, uranyum, bafun û zêr rewş ne gelek cûdaye. Li vê herêmê li dijî Belucan jî heman polîtîka tê pêkanîn.