Guhertina avhewayê li Şerîda Xezayê mexdûriyeta jinan duqat dike

Pispora Enstîtuya Jîngeh û Pêşketinê Nûr El-Huda Ebû Malik diyar kir ku jin herî zêde ji guherîna avhewayê bandor dibin ji ber ku di civakê de rola herî girîng dilîzin.

RAFIF ASLAM

Xeza- Jinên li Şerîda Xezayê ji ber guherîna avhewayê ku bandorê li her aliyê jiyana wan dike, zêdetir têdikoşin. Pisporê Enstîtuya Hawirdor û Pêşketinê Nûr El-Huda Ebû Malik, diyar kir ku guherîna avhewayê dest pê kiriye li hemû deverên cîhanê bandorê dike û got:"Girdebûna guherîna avhewayê di navbera welatan de diguhere, lê zêdebûna germahiya demsalê dibe sedema guhertinên mezin."

Li gorî Nûr El-Huda Ebû Malik, yek ji faktorên herî girîng ên ku bandorê li guherîna avhewayê dike, çalakiyên mirovan ên ku ji ber pêşkeftina teknolojîk hatine ferz kirin in û wiha dest bi gotinê xwe kir:"Çavkaniyên curbecur ên enerjiyê, di serî de sotemeniyên fosîl û gazên ku di atmosferê de derdikevin, giraniya germbûna global zêde dike. Di nav bûyerên herî girîng ên ku di encama guherîna avhewayê de berçav bûne, baranên demsalî yên di demên cuda de ne. Zêdebûna asta deryayan ji ber şewata daristanan li deverên cuda yên cîhanê, windabûna demsala çandiniyê, windabûna stokên ava vexwarinê û helîna cemedan metirsiyek li ser nifûsa cîhanê çêdike."

'Zêdebûneke cidî ya nexweşiyan heye'

Nûr El-Huda Ebû Malik, diyar kir ku guherîna avhewayê bandorê li ser axê dike û dibe sedem ku berhemdariya axê kêm bibe û wiha berdewam kir: “Cotkarên mezin berê xwe didin dermanên kîmyewî û ev jî dibe sedem ku tenduristiya gel xirab bibe. Wek tê zanîn di rêjeya nexweşiyan de zêdebûneke cidî tê dîtin. Di van guhertinan de herî zêde jin, zarok, kal û pîr û kesên xwedî pêdiviyên taybet bin bandor dibin.”

'Jin di bin dorpêçê de ye'

Nûr El-Huda Ebû Malik jiyana jinên Fîlîstînî yên li Şerîda Xezayê ya ku ji ber guherîna avhewayê dijwartir bûye wiha nirxand: "Hemû mijarên ku me behs kirin dibe ku gerdûnî xuya bikin. Lê jinên Filistînî bi taybetî jinên li Xezeyê di bin dagirkeriyê de ne û ji ber şert û mercên giran ên aborî ji Zêdetirî 17 sal in di bin dagirkerî û dorpêça asê de ye. Jinên Gazî yên ji ber şert û mercên zehmet ên aborî bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin, dibin mexdûrê cudakariya zayendî. Ji ber nexweşiyên di dema ducaniyê de û di zarokên wan de nxweşiyên çêdibin, jin nikarin ji xizmetên tenduristiyê sûd werbigirin. Hem şert û mercên heyî hem jî bandorên guherîna avhewayê jiyana jinan gelek zehmet dike.”

'Bandora xizaniyê zêde dibe'

Nûr El-Huda Ebû Malik, anî ziman ku guherîna avhewayê zêdetir bandorê li herêmên xizan dike û wiha pêde çû: "Jin ji ber pirsgirêka avê nikarin sebzeyan baş bişon, mînak jinên ku çandiniyê dikin ji ber madeyên kîmyewî yên di çandiniyê de tên bikaranîn di bin metirsiyê de ne û bandora xizaniyê roj bi roj zêde dibe. Divê  ji bo teşwîqkirina tevlêbûna jinan û danîna polîtîkayên ku bandorên guherîna avhewayê bisînor dike divê li ser danişînên hişyariyê bên xebitandin.”

'Dibe ku zarokan bikuje'

Nûr El-Huda Ebû Malik destnîşan kir ku asta perwerdehiya jinan jî di kêmkirina van bandoran de rola xwe dilîze û wiha lê zêde kir: “Mînak zarokek ji ber av û xwarinê nexweş bikeve, dayik perwerde bibe dê zarokên xwe yên din jî ji çavkaniya nexweşiyê dûr bixe û li ser dermankirina zarokê tevbigere. Lê dayikên li gundan dijîn ji ber ku nikarin biçin cem doktor nikarin zarokên din ji nexweşiyan dûr bixin. Hewl dide zarokê nexweş bi giyayan sax bike, lê nexweşî dikare derbasî zarokên din bibe. Û di vê rewşê de dibe sedema mirina yek ji zarokan.”

Gelek proje hene

Nûr El-Huda Ebû Malik, diyar kir ku jinên Filistînî ji ber guherîna avhewayê dibe ku rastî tundiya devkî û fizîkî bên û wiha berdewam kir: “Ger hevjînê jinekê di behrê de bixebite û ev hevjîn ji ber bilindbûna avê nikaribe masiyan bigire, debara jiyana wê tê qutkirin. Dîsa ev zilam li malê zêdetir tundiyê li jina xwe dike.

Hejmara jinên ku di çandiniyê de li Xezayê dixebitin jî gelekî zêde bûye. Gelek projeyên me yên şopandinê hene, wek xebatên hişyarkirinê yên li herêmên marjînal ên ku ji aliyê Enstîtuya Jîngeh û Pêşketinê ve hatine bicihkirin ji bo kêmkirina bandorên guherîna avhewayê li ser jinan, çawaniya mijûlbûna bi ava paqijkirî ji bo cotkarên jin, kêmkirina bikaranîna derman û karsazan ku wan dostê ekolojiyê dikin û balê dikişînin ser konsepta aboriya kesk a bajarê Xeza, vezîvirandina plastîk ji hêla jinên bajarê Xezayê heye.”