Guherîna avhewayê dibe sedema gelek rewşên neyînî

Jinên li Xezayê bi projeyên biçûk hewl didin çavkaniyek dahatê li ser bingeha aboriya ji xwezayê ji xwe re biafirînin. Ev yek weke beşek ji hewldanên wan e û dixwazin jîngehê biparêzin.

RAFIF ESLEEM

Xeza - Tevahiya welatên cîhanê ji ber guherîna avhewayê ya ku pergala jiyanê tehdîd dike, kêmasiyan dijîn. Yek ji wan cihên ku guherînê bandorên neyînê li ser çêkiriye jî Xeza ye. Şer û talana li ser xwezayê bûne sedem ku nexweşî zêde bibin, av û hewa qirêj bibe û çavkaniyên debarê kêm bibin.

Lêkolînera jîngehê Suha Ebû Şaban da zanîn ku rewş li Xezayê ji ber şerên dubare û bikaranîna madeyên qedexekirî yên navdewletî wek mûşek û bombeyan her diçe xirab dibeû wiha pê de çû: “Pisporên di warê jîngehê de bi salan banga çalakiyan dikin da ku gavên rastîn werin avêtin, pirsgirêkên cidî yên jîngehê li welatên mezin werin çareserkirin. Ji ber van hemû sedeman şewatên li daristanan ji nişka ve dest pê dikin û qeşa dihele.”

Ji ber guherîna avhewayê nexweşî zêde bûne

Suha Ebû Şaban diyar kir ku yên herî zêde ji van rewşan bi bandor dibin jin in û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Di van salên dawî de nexweşiyên nefesê û krîzên psîkolojîk di nava jinan de pir zêde bûne. Carna malbat nahêlin ku keçên wan biçin dibistanê, ji bo karê çolê bikin. Bi wê yekê hem ji xwendinê bêpar dimînin, hem jî di temenê biçûk de tên zewicandin û bi tundiya aborî û gelek cureyên tundiyê re rû bi rû dimînin. Jinên cotkar herî zêde ji bandora guherîna avhewayê li Xezayê zirarê dibînin. Çareseriya vê pirsgirêkê di erêkirina polîtîkayên ji bo bihêzkirina jinan di asta aborî û civakî de ji bo rûbirûbûna bandorên guherîna avhewayê ye.”

Suha Ebû Şaban eşkere kir ku di çarçoveya van polîtîkayan de vekirina dewreyên perwerdeyê ji bo jinên li gundewarwan dijîn girîng e û wiha got: “Malbatên ku nikarin bi tenê bi kêşeyên, ji ber guherîna avhewayê re têbikoşin, serî li rêbazên din didin. Ji bo perwerdekirina jinan li ser çawaniya mijûlbûna bi van guherbaran re pêwîstî bi destwerdana pispor û rêxistinên civaka sivîl heye. Jinên li Xezayê dest bi projeyên biçûk kirine da ku bi wan karibin debara xwe bikin.”