Guherîna avhewa û qirêjiya hawirdorê rê li jehrîbûnê vedike

Ji ber guherîna avhewayê û qirêjiyê ya ku çavkaniya xwe ji polîtîkayên ne alîgirê xwezayê digre, civak bi taybetî jin tûşî jahrên curbecur dibin. Ev yek dibe sedem ku jin bi nexweşiyên kronîk û giran bikevin.

SUZAN EBU SAÎD

Beyrûd - Di lêkolînên dawî yên li ser bandora gemarî û guherîna avhewayê li ser civakê de hat eşkere kirin ku yên ku herî zêde yên ji pirsgirêkên jîngehê bandor dibin jin in. Ji ber guherîna avhewayê û qirêjiyê, civak bi taybetî jin tûşî jahrên curbecur dibin, ev yek dibe sedem ku jin bi nexweşiyên kronîk û giran bikevin, ev jî ji ber xwezaya fîzyolojîk a laşê jinê ye.

Koordînatora Jehrîzaniyê ya Fakulteya Dermanxaneyê li Zanîngeha Navneteweyî ya Lubnanê (LIU) û berpirsiyarê Bernameya Doktorayê di Dermansaziyê de Dr. Behiya Şahîn der barê zehmetiyên ku di warê karê xwe de kişandine wiha got: “Piraniya kêşeyên ku em pê re rû bi rû ne, asta hişyariya civakê ye, nemaze jinan, ji hejmar û celebên jehrên ku li dora me ne. Gelek kes hene ku bawer nakin ku em di nav vê qirêjiya mezin de dijîn, ji ber ku hewa qirêj e û av qirêj e. Weke lêkolîner û akademîsyen, ya herî girîng ku em dikin, belavkirina zanînê ye ji bo mebesta hişyarkirinê.”

Madeyên kozmetîk xeternak in

Dr. Behiya Şahîn anî ziman ku tu aliyek ku ji bo çavdêriya van materyalên têne bikar anîn bike tune û wiha pê de çû: “Mînak di warê xwarinê de bernameyeke ewlekariya xurekan li cem me nîne. Hin saziyên hikumî hene wek Saziya Lêkolînin Çandinî û Zanistî, ku di laboratîfên xwe yên pispor de hin lêkolîn û ceribandinan dişopîne, her wiha Wezareta Aboriyê jî hewl dide kalîteya xwarinê misoger bike û saziyên din ên hikûmetê hene, lê hemî heta radeyekî mezin karê wan kêm e û hemû qadan nagirin. Piraniya lêkolînên ku li ser jahriyê an xwarinê têne kirin, di saziyên akademîk ên wekî zanîngehan de têne kirin. Li zanîngeha me, ji ber kêmbûna fînansê, em ji lêkolînên ceribandinê bêtir lêkolînên çavdêriyê dikin. Yekem tiştê ku ez ji xwendekarên xwe re radigihînim metirsiyên bikaranîna zêde ya kozmetîk û hilberînên lênihêrîna çerm e.”

Li ser xetereyên bikaranîna kozmetîkê Dr. Behiya Şahîn wiha got: “Materyalên ku di kometîkê de têne bikar anîn, ji çavkaniyên nebawer têne kirîn an jî kêm-kalîte ne, bandorê li hevsengiya hormonal dikin, ji ber ku ew dibin sedema têkçûna hormonan û bandorê li karê rijên di laşê mirovan de û xebata steroîdan dikin. Hormon bi piranî ji molekulên kolesterolê pêk tên, ji ber vê yekê ew bandorê li zayînê dikin. Lêkolînek li ser Rojhilata Navîn nîşan dide ku di navbera ji sedî 15 û 20 hevjînan de ji ber rûdana van jehriyan kêm zayin û zehmetiyên ducaniyê dikişînin. Madeya Ftalat ji aliyê Rêveberiya Xurek û Derman a Amerîkayê (FDA) û li Kanadayê û beriya wê maddeya talk hat qedexekirin, lê mixabin hîn jî li welatên din tê bikaranîn. Toza pitik û madeya Talk, ku ji ber ku ew dibin sedema zêdebûna metirsiya penceşêrê hatine sekinandin. Her wiha madeya Acrylamide ku di pîşesaziyên cihêreng de tê bikar anîn hat qedexekirin.”

Qîrejbûna av û deryayan

Dr. Behiya Şahîn a eşkere kir ku ji ber ku hewa û ava ne paqijin heremn niha bi jehrê ve dorpêçkirî ye, destnîşan kir ku niha ev yek li Lubnanê pirsgirêkek tenduristiyê ya mezin e û wiha axivî: “Divê hûn xwarinên deryayê, nemaze masiyên mezin, zêde nexwin, ji ber ku ev jehrî di goştê wan de kom dibin. Li gorî lêkolîneke ku sal berê li Zanîngeha Erebî ya Beyrûdê li ser ava bîrê hatiye kirin, îspat kiriye ku rêjeya metalên giran zêde bûne. Ava avdanê jî dibe sedema qirêjiya axê, dibe sedem ku ew di hilberên çandinî û kaxezê de xuya bibe, ku ev yek ji hêla lêkolînek li ser zeitera çolê ve hate îsbat kirin. Her wiha ava henefiyan jî pir qirêj e û ev yek bi taybetî bandorê li jinan dike, ji ber ku laşê wan rêjeyek zêde ya rûnê ku di wan de tê hilanîn dihewîne û ew bandorê li ser zayînê dike di her du zayendan de, lê di mêran de bi rêjeyek mezin û bi vî rengî dibe sedema kêmbûna rêjeya zarokanînê.”

Dr. Behiya Şahîn di der barê ji nû ve karanîna elbeyên avê yên plastîk de hişyarî da û wiha axivî: “Dema ku ev elbe dikevin ber germê, ew ji celebê plastîk in ku carekê tê bikar anîn, lê ew ji nû ve tê bikar anîn, dibe ku pariyên plastîk ji hev belav bibin û di pergala dehandinê re derbasî tevneyan bibin. Di metbexê de li şuna plastîk, qizêz were bikaranîn baştir e.”

Serişteyên ji bo jinan

Dr. Behiya Şahîn diyar kir ku divê jin navşîna malzemeyên kozmetîkê bixwînin, meraqa lêkolînê bikin, li ser bandora materyalan li ser tenduristiya xwe û tenduristiya malbata xwe fêr bibin û wiha pê de çû: “Rayedarên peywendîdar ên li welatên pêşkeftî şerîketa neçar dikin ku pêkhateyên materyalan eşkere bikin. Ji hemû kosmetîkên herî jehrîn lipstick e, ku dikare were daqurtandin. Divê hûn ji malzemeyên demdirêj dûr bimînin, an ji wan materyalên ku di nav avê de nahelin, an ji materyalên ku ji bo heyama şeş mehan an daîmî têne bikar anîn, mîna rastkirina por, ku madeya formaldehyde tê de heye. Deterjan ku ji maddeyên asîdî pêk tên dibe ku bandorê li çerm, lê xetera herî mezin di tevlihevkirina van materyalan de ye, ji ber ku ji hevberdana wan dibe ku dûman çêbike û zirarê bide pergala bêhnê.”

Dr. Behiya Şahîn wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em nikarin ji van jehriyan dûr bijîn, ji ber vê yekê çareserî sînordarkirina rûbirûbûna wan e û ji ber qeyrana li Lubnanê û qutbûna elektrîkê, qeyranek qirêjî ya ku ji jeneratoran pêk tê heye û ji ber guherîna avhewayê dijwartir dibe. Mirov qurbaniya şerîketên bazirganî ye ku di rêza yekem de li ser hesabê tenduristiya mirovan girîngiyê didin qezencê, ji ber vê yekê divê em karanîna materyalên erzan ên ku zirarên giran didin tenduristiya me û jîngehê sînordar bikin.