Girevek xembar ku dikeve nava darên Behîvan: Ahtamara

Efsaneya ku bi sedsalane tê gotin girava Ahtamara, bi xweşikiya xwezaya xwe û di nav de Kiliseya Surp Xaç tê dîtin rastî eleqeyek mezin tê.

 
Van - Çêkerên dîrokî yên nîşaneyên gelê Ermenî didin diyarkirin, bi awayek hovane bi erdê re dikin yek. Di nava wan de giravek biçuk ji çavan dur, bi qedera xwe re tenê hatî hêlan bi salane dengê bêdeng ê zengilê, li derdora gola Wanê qeqlîbazan ji xwe re kiriye mal û bi dengê wan hevalbendiyê dike. Girava Ahtamar a nava Gola Wanê û di nav de Kilîseya Surp Xaç bi xweşiktiya xwe ya bi çîrokek a eşqa xembar bi sedslane dîdarên ji welatên cûda tên qebûlkirin, lê herî zêde rêya Ermeniyan bi vêderê dikev e.
Li vê deverê bîranînên bi sedan Ermeniyan hene. Kilîseya Ahtamara di sala 1951’an de hikumetê biryar dabû ku were xirakirin, xîrakirina di 25’ê Hezîrana 1951’an de hatî destpêkirin. Di wê demê de rojnamevanek ciwan ê neyê jibîrkirin Nivîskar Yaşara Kemal bi tesadufî ji buyerê xebara wî çêdibe, dema xirabkirina wê Kilîseyê dide bihîstin Kilîse ji xirabkirinê rizgar dibe. Piştî Kilîseya Surp Xaç restore kirin, salê carekê be jî dengê zengilê weke “çung- çıring, çing-çurung” û cardin bi havalbendiya qeqlîbazan ji îbadetêre di vebû. Di rojên din yên salê de jî destur dihat dayîn ku weke ‘Muze’ dîdaran qebul bike. 
Çîroka wê hina li ser zimana ne 
Çîroka eşqek ku navê xwe ji Ahtamara girtiye hîna jî li ser zimanan digere. Li navçeyê hema hemû kes vê çîrokê dizane, çavkaniyek nivîskî ya vê çîrokê di nava gel de weke Ahtamara tê zanîn. Li gora vê çîrokê; Di demê xwe de, di vê girevê de keçek gelek ciwan ya bi navê Tamar a Ermenî dijiya, li derdora giravê ciwanek şivan aşiqê Temar dibe. Ev gênce ji bo Tamar bibîne her şev tê di giravê de melevanê dike, Tamar jî ji bo di wê taritiyê de cihê xwe jêre aşkere bike fenerek dike destê xwe û li bendê dimîne. Pîştî demekê bavê Tamar xebara wî ji vê rewş çêdibe û gelek acîz dibe. Bavê Tamar ji bo wan ji hev qût bike, di şevek ya bahozê de fenerê digre destê xwe diçe peravên giravê û bi fenerê hercar cihê xwe diguhere û dibe sedem ku ew ciwan vale vale melevanê bike û gelek bi weste. Şivanê ku bi melevanê westiyayî di xeniqe û di nefesa xwe ya herî dawî de dibêje ‘Ah Tamar!’ û dimire.
Temar dema hawara heskiriyê xwe dibihîse xwe berdide golê… 
Li gora efsaneya ku bi salên dirêj hatiye gotin ; Girava ku bi navê Ah Tamar dihat zanîn bi demê re bû ‘Ahtamara’ û herî dawî jî tê texmînkirin ku weke ‘Akdamar’  hatiye roja me ya îro. Navê wê jî eşqa ku nayê ji bîrkirin, navê Tamara dane vê giravê û xelkên herêmê jî bi salan di gotin ‘Ahtamara’ û ew bi bîr dianîn.
Ziyaretçî di meha Nîsanê de berê xwe didin vê derê
Ew şivanê ku bûye aşîqê Tamar nayê zanîn ka ji dengên qîrên wîye yan na, lê belê di nava Ahtamara de ew kêvroşkên lingên wan mezin û bi guhê xwe yên mezin ve bi dengek herî kêm ji di ciniqin tên dîtin hene. Di meha nîsanê de bi hezaran darên behîvan kulîlikan di vekin û Ahtamara bi tonên sîf û sipî tê pêçan û weke bukek ciwan lê tê. Herî zêde mirov ji xweştiya Ahtamara ya di meha Nîsanê de têr nabe…
4 ruyên ku di nava golê te tên dîtin hene weke Adri, Ahtamar, Çarpanak û Girava Çukane tên rêzkirin.  Gireva Adir li Bakûrê golê, Çarpanak di Rojhilat de, girava Ahtamar û Çuk jî li Başûrê Gola Wanê cihê xwe digre. Ruberê wê 70.000 metredame, bi gîştî dirêjiya peravên wê 3 kîlometreye. Seviyeya xala wê ya herî dirêj ji deryayê hezar û 912 metre bilinde, bilindiya rezên golê yên aliyê Rojava digihije nêzî 80 metreyan. 
Hunera Ermeniyan a di serdema Navîn de berhemên herî bedewe
Kilîseya Surp Xaç ya ku li girava Ahtamare ye, piştî ji Qudsê revandîn Îranê li gora gote gotan di sedsala 7.’an de parçeyak Xaça rast bi meqseda li wêderê bimin anîne herêma Wanê. Bi emrê Qiralê 1’ê Gagi di salên 915-921’an de ev kilîse ji aliyê Mîmar Manuel ve hatiye avakirin. Kilîseya giravê ku ji aliyê Başurê Rojhilat ve hatiye avakirin, ji aliyê Mîmariyê ve Hunera Ermeniya ya di serdema Navîn de di nava berhemên herî bedew de tê dîtin. Cepheyê Kilîsê yê jî derve bi kevirên sor yên andezit ve hatiye çêkirin bi awayê rolyefa kin hatiye çêkirin. Bi nebatên zengîn, negar û diçe ser ve ku ka ji sahneya Pirtuka Kutsal girtine. Kilîse bi vê taybetmendiye xwe di nava mîmarên dîrokî yên Ermeniyan de xwedî cihek  bê hempaye. Girava Ahtamar dikeve sînorê navçeya Gevaş ji bo gihîştina wê derê gelek bijartek tên dîtin. Ji Navendê bi ferîbot an jî bi iskeleya Gevaş û bi matorê xelk dikarin xwe bigihînin giravê. 
Nîvîsa Dink ya herî dawî ji bo Aahtamar bû   
Ji bo girava Ahtamara li Tirkiye nirxek yê dîrokî bibîne, li Tirkiyê yê ku ji bo vê yekê têkoşîn daye di destpêka navan de Rojnamevanê Ermenî Hirnt Dink di hat. Bi tayebet ji bo pêvajoya restarasyonê daxuyanî dida  vê yekê wisan dikir ku aliyê gelek kesîman ve bibe armanc.  Di seetên ku Dink hatî kuştîn de Rojnameya Agosa ku hêjmara 564’an amade kirbû hina ne weşandin. Manşeta Rojnameya Heftane di derbarê Ahtamara de bû. Rojnameya Agos ya ku bi destê Dink derdiket bi sergotara ‘Nazdariya Dîrokê’ cihê xwe girtbû. Dink Agosa ku îmza kiriye di nivîsa wê ya sereke de cih dabû vê mijarê: “Kilîseya Ahtamar Surp Xaç dema restorasyona temam bû vekirina wê li hevket, behnek zêde ya pkenokan jê dihat. Karek ew qas rast ancaq bi xeletiyek ew qas mezin li nava dest û çavên xwe bixwe bû. Ev yek tam weke rezaletekê ye. 
Hikumet ji bo pirsgirêka Ermeniyan hina jî gavek rast ne avêtiye. Derdê wan ne pirsgirêk çareserkirin e, weke pehliavekê ku ji bo gureşê qazanç bike poanan kom bike ye. Hemû xema wan ewe. Qet di vî aliyi de ne ji dilin. 
Ji bo ji Anadolya Rojava turizmê qazanç bikin Kilîseya Ermaniyan ji nuve restore dikin, dibêjin ezê di vî karî de çiqas faydeyên siyasal bibinîm û li cîhanê çawa Pazar bikim ji bo kar ji tamê derbixwine qet tû fikaran nabîne.”