‘Divê em hemû zindiyên li Zagrosê biparêzin’

Endama Komeleya Chia ya Kesk Dalilah Rahmanî da zanîn ku li Merîwanê şewata daristanên Zagrosê bi zanabûn e û bi bîr xist ku bi hevgirtinê dikarin şewatê kontrol bikin.

JIWAN ERDELAN

Sine- Li Merîwanê di van rojên dawî de şewata li çiyayên Zagrosê û daristanan qadek berfireh bi xwe girtiye. Endama Komeleya Chia ya Kesk Dalilah Rahmanî ku der barê kontrolkirina şewatên daristanan de dixebite ji ajansa me re axivî.

 Şewata daristanan belavî qadên berfireh bûye

Delîlah Rahmanî destnîşan kir ku li Merîwanê ji bo kontrolkirina şewata daristanan ku berbelav bûye divê bikevin tevgerê û ji bo agirê li qadên Selsi, Pileh, Geran û Bileh were vemirandin bi komên 10 kesî dixebitin û wiha got: “Di nava 45 rojan de bi hezaran hektar daristan di nava agir de man. Li Merîwanê bi sedan car şawat derketin. Lê belê li bajaran xwezaparêz beziyan alîkariyê. Di serî de jin ji hemû beşên civakê mirovan destê alîkariyê dirêj kir. Nêzî 50-60 jin di çenteyên di milê xwe de berê xwe dan daristanan û endamên komeleyan di aliyê hilgirtina avê de alîkarî û piştevanî kirin, tişta ku ji destê wan dihat kirin.”

‘Bi zanabûn şewatê derdixin’

Delilah Rahmanî da zanîn ku di salên borî de şewat ji ber bêbaldariya cotkaran û hinek jî ji ber derdorên kapîtalîzme bi zanebûn derdikeve û wiha got: “Lê belê şewata îsal, em dikarin bibêjin bi zanabûn e, hinek aliyan ji bo hin armancan agir bera daristanan dane.”

‘Jinên çiyager jî beşdarî xebatên vemirandina agir bûn’

Delilah Rahmanî amaje bi wê yekê kir ku weke komele ji her 24 saetan carekê tîmên ji bo kontrolkirina şewatan diguherin û got: “Jinên çiyager jî li gel endamên komeleyê cihê xwe di xebatên vemirandina şewatan de digrin. Me xwest em dar û lawiran ji şewatê rizgar bikin. Kampek hat avakirin, di serî de gelê Merîwanê hemû kesên xwedî wijdan ji bo şewatê kontrol bikin bi hemû hêza xwe têdikoşin. Mirov tên vê kampê helwestên xwe tînin ziman, tîm tên avakirin û tu caran vê derê vala nahêlin.”

‘Bi hevgirtinê em dikarin şewatan kontrol bikin’

Delilah Ramanî ji bo alîkariyê bang li hemû xwezaparêzan kir û got: “Ev şawat bi zanabûn hatiye derxistin, li gorî min em bi hevkariyê dikarin vê şewatê kontrol bikin. Piştî şewatê gelek derdoran xwestin em şewatê kontrol bikin. Di vê demê de koma “Samourehkani Zagros” ji bo şewatan helbest û bernameyên taybet pêşkêş kir. Divê hemû lawir û darên Zagrosan biparêzin. Li hemberî hemû tiştî em hêviya xwe zindî dihêlin, bi qasî ji destên me bê em ê Zagrosê biparêzin.”