‘Divê em bi hev re pêşî li tunekirina daran bigrin’

Parêzvanên daristana Akbelenê, parlementerên partiyên muxalif bang kirin ku hemû parlamenter û nûnerên rêxistinan qadên xwe yên konforê biterikînin û bi hev re li hemberî TOMA yan rawestin pêşî li tunekirina daran bigrin.

Navenda Nûçeyan- Ji bo kana komirê ya tê plankirin ji aliyê Yenîkoy-Kemerkoy (YK) Enerjiyê ve li Daristana Akbelenê ya li Îkîzkoya Mîlasa Muglayê bê vekirin, 4 roj in birîna daran ji aliyê şîrketa Limak û IC ve didome. Li dijî birîna daran berxwedana gundiyên Îkîzkoy û parêzvanên jiyanê ket roja 4’an. 

Parêzvanên Daristana Akbelen der barê berxwedana xwe de daxuyaniyek nivîskî dan û wiha hat gotin: “Em parêzavên daristanan li daristana Akbelen dijîn. Daristana Akbelen di serî de destûra bingehîn, li dijî gelek zagonên neteweyî û navneteweyî ye û li dijî birîna daran ji roja Duşema borî ve heta niha em parêzvaniya daristanên xwe, çavkaniya jiyana xwe dikin.”

‘Bi vê lezê heta 31’ê Tîrmehê wê daristan bi temamî tune bibe’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li gorî biryara AÎHM’ê ku di sala 2005’an de hat girtin doz li 1’emîn dadgeha îdareya Muglayê berdewam dike û bal hat kişandin ku birîna daran bi hemû leza xwe berdewam dike û wiha domiya: “Di vê pêvajoyê de carna ji aliyê hêzan ve em rastî derbkirin binpêkirina mafan hatin û em ê di rojên pêşiya me de jî rastî bûyerên wiha werin. Çavkaniya jiyana me tune dibe. Li gorî hesabên me ger birîna daristanan bi vê lezê berdewam bike herî dereng wê di 31’ê Tîrmehê de daristan bi temamî tune bibe.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê partiyên muxalif banga xwedîderketinê li TBMM’ê bikin û wiha hat gotin: “Niha di rêzê de çavkaniya bingehîn a cotkar, hilberîner, gundiyan heye. Divê demildest bang li TBMM’ê were kirin ku xwedî li erka xwe derbikeve. Parastina daristana Akbelen ji bo parastina cihên din ên welatê me dê bibe sembol. Ger Akbelen bikeve wê sibê Kaz Daglarî (Îda) Behra Reş, Sînop, Akkoyun, Kirikkale jî bikevin, qadên çandiniyê, bîrên avê wê yek bi yek tune bibin û welatê me li dijî qeyrana avhewayê bikeve rewşeke gelek xirab. Wê cotkar, hilberîner û gundî bikevin nava aloziyeke ku dawî lê neyê.”