Dê jin li dijî qirkirina jîngehê têkoşîna hevpar bimeşînin

Jinên ku li dijî talana li ser xwezayê bertek nîşan dan, diyar kirin ku dê jin ji Rojava heta Rojhilat têkoşîna li dijî qirkirina jîngehê bidomînin û wiha gotin: “Xwedîderketîna li xwezaya welat erka me hemûyan e.”

MEDÎNE MAMEDOGLU/GULNUŞ ERGUL

Elîh - Qirkirina ekolojîk a li Tirkiye û Kurdistanê tê kirin, her roj li cihên nû zêde dibin. Ev qirkirina ku li herêmê bi bîrina daran, şewata daristanan û kanên madenê didome, li Rojava jî bi HES, lêgerîna madenê û jeotermalê didome. Jinên ku ji talana xwezayê ya li hemû deverên welat re gotin "raweste", diyar kirin ku divê bêyî ferqa Rojhilat-Rojava bê kirin dê têkoşîn bê meşandin.

“Li Aydinê talankirina xwezayê di asta herî jor de ye”

Ayfer Demîrel a ji Aydinê beşdarî konferansa TJA'yê bû, destnîşan kir ku talankirina xwezayê ya bi taybetî li bajarê ku lê dijî tê kirin, di asta herî jor de ye. Ayfer Demîrel da zanîn ku HES û jeotermalên ku li bajêr tên çêkirin hem zirarê didin çandiniyê û hem jî zindiyên bajêr û wiha got: “Li vir qetlîamek xwezayê tê jiyîn. Zirarê dide hêjîrên Aydinê yên bi nav û deng. Zirarê dide mirovên li wir dijîn. Li Tirkiyeyê rêjeya mirinê di navbera 20’an û 30’an de ye, mixabin bi vê talanê re rêjeya mirinê li bajarê me ji sedî 50 zêde bûye. Em ê ji Egeyê heta Kurdistanê li dijî qetlîama li ser xwezayê bibin yek. Em ê li dijî qetlîamên li ser xwezayê yên li hemû Tirkiye û cîhanê, dengê xwe bikin yek.”

“Divê di vê mijarê de cudahî di navbera Rojhilat-Rojava de neyê kirin”

Ayfer Demîrel destnîşan kir ku divê weke têkoşîna jinan, di têkoşîna li dijî talana li ser xwezayê de jî têkoşîneke hevpar bê meşandin û wiha got: "Divê em bêyî Rojhilat-Rojava ji hev veqetînin, li dijî vê talana li ser ax û xwezayê dengê xwe derbixin. Em dibînin ku desthilatdarî behsa têkoşîna jinan dike, ji jinan ditirse û bi vê yekê re bûye dijminê xwezayê jî. Qirkirina daran jî ji vê yekê çavkaniya xwe digre. Em xwezaya ku talan dikin û qetlîma li ser xwezayê pêk tînin dibînin. Ev qetlîam berdewam dikin. Em ê ji Rojhilat heta Rojava têkoşîna li dijî vê yekê bidomînin. Divê em hemû bi hev re li dijî vê talana ku hikûmetê li Kurdistanê û welat belav kiriye dengê xwe bilind bikin. Dem hatiye ku bêyî bibêjin ev der Şirnex e, ev der Êlih e yan jî Derya Reş e, têbikoşin yek û li dijî hemû talanê dengê xwe bilind bikin. Parastina xwezayê erka jinan e, xwedî derketina xwezaya welat erka me ya hemûyan e.

Di têkoşîna parastina xwazayê de roleke pêşeng a jinan heye”

Belgîn Koç ku ji Muglayê beşdarî konferansê bû jî li dijî tunekirina ekolojiyê banga têkoşîna hevpar kir. Belgîn Koç meşa ber bi Cûdiyê ya di rojên derbasbûyî de hat lidarxistin mînak nîşan da, diyar kir ku meş di vê wateyê de gaveke gelekî girîng e. Belgîn Koç diyar kir ku divê beriya her tiştî jin xwezaya tê talankirin biparêzin û wiha axivî: “Arasteya desthilatdariya faşîst a îro di serî de li dijî şikandina têkoşîna jinan e. Li dijî tunekirina jîngehên me yên xwezayî êrîşek heye. Ez ji Muglayê têm. Li Mûglayê têkoşîna ekolojiyê pir di rojevê de ye lê em dizanin ku ji ber şert û mercên şerê taybet li Kurdistanê talaneke mezin a ekolojiyê heye. Divê em li dijî vê hişweşandinê têkoşînê bi hev re bidomînin. Weke gavek yekemîn jî li Cûdî meşek hat lidarxistin. Ez difikirim ku ev gaveke girîng e. Ekolojî bi taybetî ji aliyê jinan ve pir girîng e. Li aliyê din wêrankirina wan deveran, wêrankirina wê jîngehê tê wateya wêrankirina me hemûyan. Têkoşîna ekolojiyê yek ji stûnên herî girîng ên paradîgmaya me ye. Ez difikirim ku di vê mijarê de roleke pêşeng a jinan jî heye.

“Em ê li dijî talana xwezayê têbikoşin”

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Şevîn Coşkun jî wiha axivî:  “Dema em îro dinêrin, bi taybetî li Şirnex, Colemêrg û Çewlikê, di bin navê operasyonan de daristan tên tunekirin û car caran jî agir berdidin deverên daristanî. Herî dawî me ev yek di birandina daran a li Şirnexê de dît. Meşa Cûdî ya ku me xwest em ji bo Şirnexê pêk bînin jî bi gaz û avê rastî mudaxeleyê hat. Ger li dijî talankirina xwezayê ev êrîş tên pêkanîn, ev polîtîkayeke taybet a dewletê ye. Helbet tiştên ku li wir tên pêkanîn, em careke din şermezar dikin. Li ku derê Tirkiyeyê be bila bibe, ger talankirinek xwezayê hebe em ê li dijî vê talanê têbikoşin. Ev ne tenê birandina daran e, bi tunekirina daran re gelek zindî jî li wir tune dibin. Weke min got, em ê di her xalê de têkoşînqa xwe berdewam bikin.”