Cotkarên jin bedêla guherîna avhewayê didin

Guherîna avhewayê ku bandorê li tevahiya cîhanê dike, herî zêde bandorê li ser çandiniyê dike. Jinên ku li Misirê cotkariyê dikin diyar kirin ku guhertinê bandoreke xirab li ser xebata wan kiriye.

ESMAA FATHÎ

Qahîre- Weqfa Pêşketin û Hiqûqê ya Qahîreyê bi navê "Bandora tenduristî, aborî û civakî ya tundrewiya avhewayê li ser cotkarên jin" di çarçoveya "Bernameya Mafên Tenduristiyê ji bo Rizgariyên Ji Tundûtûjiyê" di çarçoveya bûyerên ku di Konferansa 27emîn a Aliyan de hatin lidarxistin. Peymana Çarçoveya Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) (COP27) sempozyûmek bi navê "Li ser cotkarên jin bandora tenduristî, aborî û civakî ya guherîna avhewayê’ li dar xist.

Şêwirmenda hêza aborî û zayenda civakî Mona Ezzat behsa pirsgirêkên tenduristiyê yên ji ber germahiya zêde, hêza aborî û pirsgirêkên zayendî kir. Moderatora sempozyûmê Serokê Lijneya Rêvebir a Weqfa Pêşketin û Hiqûqê ya Qahîreyê Întîsar El-Saîd bû.

Karkerên çandiniyê herî zêde mexdûr dibin.

Mona Ezzat di çarçoveya sempozyûmê de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku karkerên çandiniyê, herî zêde ji guherîna avhewayê bi bandor dibin û bal kişand ser bandorên wê yên aborî û tenduristiyê yên li ser jinan. Mona Ezzat, diyar kir ku di sektora çandiniyê de geşedanên ku dê qadên xebatê yên nû ava bikin di pêşerojê de teknolojî dê roleke mezin bilîze, got ku cotkarên jin ji vê mijarê dûr in û ji ber vê yekê pêwîstiya wan bi rehabîlîtasyon, perwerde û piştgiriyê heye. Mona Ezzat diyar kir ku divê rewşa niha ya karkerên çandiniyê û pêdiviyên wan li ber çavan bên girtin, bi taybetî hemû cîhan bi hev re bi konferansa avhewayê ku niha li Misirê di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de tê lidarxistin, bixebite da ku metirsiyên tundrewiya avhewayê kêm bike.

Bandorên psîkolojîk

Mona Ezzat diyar kir ku karkerên jin ên di warê çandiniyê de dixebitin di dema ducaniyê û piştî zayînê de tûşî nexweşiyên nefes, çerm û nexweşiyên din dibin û bal kişand ku şewata bermahiyên çandiniyê du qat zêde bûye. Mona Ezzat ku behsa xisarên derûnî yên ji ber guherîna avhewayê li ser jinên cotkar jî kir diyar kir ku di nîşaneyên wan de qelsî, tansiyon û reaksiyonên demarî hene û rêjeya tundiya derûnî û devkî jî zêde dibe. Mona Ezzat amaje bi wê yekê kir ku ji ber pirsgirêkên aborî yên ji ber guherîna avhewayê û çûna malbatan ber bi alternatîfên xwarinê yên erzantir ve diçe, di xwarina bi tendurist de guhertinek heye û ji ber vê yekê mirov tûşî nexweşiyên qelewiyê û bilindbûna rêjeya şekir dibin.

Bi zorê tên zewicandin

Der barê metirsiyên ku jin di encama tundrewiya avhewayê de bi wan re rû bi rû dimînin de, Mona Ezzat wiha got: “Bi darê zorê zarokên keç dizewicînin da ku zextên aborî yên li ser malbatan kêm bikin. Zarokên keç ji perwerdeyê mehrûm in. Rêjeya şîdeta zayendî ya li dijî jin û keçan pir zêde ye. Ji ber guherîna avhewayê pir caran jin yekem in ku karên xwe winda dikin. Jin rastî şîdeta nava malê tên."

'Divê em zêdetir bixebitin'

Serokê Lijneya Rêveber a Weqfa Pêşketin û Hiqûqê ya Qahîreyê Întîsar El-Saîd diyar kir ku stratejiyeke ji bo avhewayê heye. Întîsar El-Saîd bal kişand ser pêwîstiya hevkarîkirina zêdetir bi saziyên sivîl û rêxistinên ku dikarin xwe bigihînin gund û herêmên cuda û got; "Pêwîst e ev polîtîka li qadan bên bicihanîn û di qanûnan de cih bigrin." Întîsar El-Saîd anî ziman ku Weqfa Pêşketin û Qanûnê ya Qahîreyê 4 sal in li ser tenduristiya jinan û mafên hevberdanê dixebite û destnîşan kir ku divê di vê mijarê de zêdetir xebat bên kirin.

'Divê her kes hewl bide'

Întîsar El-Saîd di nirxandina plana xebatên weqfê yên li ser guherîna avhewayê de diyar kir ku ew dixwazin di heyama pêş de li Misira Jorîn, Delta û cihên cuda yên li herêmên gundewarî rêzecivînan li dar bixin û li ser cidiyeta wê nîqaş bikin, teqez bikin û hişyar bikin.  Întîsar El-Seîd diyar kir ku niha ji bo rûbirûbûna tundrewiya avhewayê pêwîstî bi xebatên hevpar heye û konferansa avhewayê ya niha derfeteke mezin e ji bo bidestxistina vê yekê. Întîsar El-Saîd bal kişand ku cîhan di metirsiyê de ye û ji ber vê yekê divê her kes ji bo rûbirûbûna vê qeyranê hewl bide.