Ciwanên Beyrûtê: Divê li dijî qirêjiya jîngehê hevgirtineke cîhanî bê avakirin

Ciwanên Beyrutê ên aktivîstên hawirdorê, diyarkirin ku herî zêde ciwan ji guherîna avahewa û pirsgirêkên hawirdor bandor dibin û destnîşan kirin ku bi piştevaniyek kurevî divê têkoşîn were meşandin.

SUZAN EBU SAİD

Beyrut - Sîstema kapitalist ku xwe li ser nirxên civakê ên manewî, çavkaniyên hatine komkirin û madî xwe pêşdixwe, rê li ber talana xwezayê û jiyana zindiyan bi temamî dixwe metirsiyê de vedike. Guheîrna avhewayê, zêdebûna hêlma karbonê, eraziyên çandiniyê ên ku hatine dagirkirin vekirina bi hêz, şerên ku berdewam dikin, şewatên daristanan, santralên Hidroelektrik (HES) û bi dehan faktorên ku çavakaniya xwe jê digrin û nehatîn hêjmartin ji bo tedbîrên lezgîn alarm didin.

Rêxistina ‘Pêla şîn ya Lubnanê’ ku ciwanan avakirine endama rêxistinê Roy Ghawi û endama ji bo Şînatiyên tevna ciwanên Asya-Pasifik Aya Abdunî derbarê zêdebûna qirêjiya hewirdor û faktorên wê de nirxandin kirin.

‘Guherîna avhewayê herî zêde bandorê li ciwanan dike’

Roya Ghawî diyarkir ku yek ji sedemên qirêjiya hawirdor ya li Lubnanê jenetorên ku bi mazotên tên xebitandine û got: “Li welatê ku qutbuna elektirikê zêde tê jiyan kirin, ne di lêgerînên çavkaniyên cûda yên enerjiyê dene. Li gelek cihên cîhanê bi panelên enerjiya rojê elektirîkê dabîn dikin, ji ber çavkaniya malyeta wê zêdeye li welatên Rojhilata Navîn bi karanîna wê sînordare.”

 Roy Ghawî da zanîn ku herî zêde ciwan ji qeyrana avhewa û pirsgirêkên hawirdor bandor dibin û wiha dom kir: “Guherîna avhewayê bandorê li çêkera xakê dike. Ji têkiliyên civakê bigre, psikolojiya kes, jiyana aborî heta jiyana civakê bandorê li gelek qadan dike. Ji bo pirsgirêkên hawirdor divê tedbîrên acil were girtin. Demek me ê zêde nîne, ji bo metirsiyên hawirdor û avhewayê heta sala 2030’an were kêmkirin, divê tedbîrên pêwîst werin girtin. Ger em vê rêya xwe ne guherîn, niha ew xaka ku em li ser jiyan dikin wê heta sala 2080’an nemîne.”

‘Divê piştevaniyek kurevî were avakirin’

Endama ji bo Şînatiyên tevna ciwanên Asya- Pasifik Aya Abdunî da zanîn ku di serî de ciwan xwedî wê hêzêne ku li dijî qeyrana avhewa, germahiya kureyî, edaleta avhewayê têkoşînê bikin û got: “Divê mijarê de divê piştevaniyek kureyî were avkirin. Ji ber guherîna avhewayê, bi milyonan mirov neçar man ku koç bikin, eve jî bûye sedemê qeyrana kur ya koçberan, pirsgirêkên aborî û binpêkirina mafan bi xwe re tîne. Ji bo hişmendîkirina civakê, ji bo kêm bikaranîna sotemeniya fosil û hilberîna karbonê zext werin kirin, ji derveyî guherîna avhewayê wê ji bo bandora germahiya kureyî jî kêm bike bi sûd be. Guherîna avhewaya ku gefê li pêşeroja zarokên me dike, ji bo sînordarkirina wê divê em hewl bidin.”