Cihê depokirina zibilê zirarê dide hawirdor û tendirustiyê

Cihê komkirina zibilê ku li qada kîlometreyek dûrî bajarê Dîwandere yê Îranê ye; li ser mirovên li bajar û gundên derdorê dijîn xeterên mezin çêdike.

AGÎRÎN HUSEYNÎ

Dîwandere- Lêkolînên ku li tevahiya cîhanê tên kirin nîşan didin ku her sal bi qasî ku 800 hezar hewzên avjeniyê yên olîmpîk tije bike; ji du milyar ton zêdetir zibil çêdibe. Miqdara vê yekê li her welatî cuda ye. Bi qasî avêtî yan jî zibilan, li ser veguherîna van jî tê axaftin lê li hinek welatan qadê zibilê yên hatine çêkirin, jiyana mirovan bi awayê cidî dixin xeterê. Qada zibilê ya li bajarê Dîwandere yê Îranê yek ji cihên ku balê dikşîne û li ser tendirustiyê zirarê çêdike ye.

Ji ber ku di nava xwezayê de bermahî kom dibin, dibin sedema gaza serayê û çêbûna karbondioksîtê ev yek jî bi xwe re hewayê qirêj dike û li ser ax û çavkaniyên avê bandorên xirab çêdike. Qada zibilê ya li bajarê Dîwandere yê Îranê ku şaredariyê çêkiriye; ji bo kesên li gundên derdorê dijîn dibe sedema gelek pirsgirêkan, bêhna wê ya xirab jî mirovan aciz dike. Cihê ku kîlometreyek dûrî navenda bajar e, ji ber ku ji derveyî standarê ye, ji bo welatiyan û bi taybetî gundê Karîzeh ê nêz xeterên mezin çêdike.

‘Newal hemû bûne zibil’

Ji şêniyên gundê Karîzeh ê Dîwandereyê ku nêzî cihê zibilê ye K. M. balê dikşîne ku destpêkê ava paqij ji ber vê yekê qirêj bûye û wiha dibêje: “Bi salan min cotkarî kir, me ji van newalan ava paqij vedixwar lê niha derdora wan hemû zibil e. Erdên çandiniyê êdî tije plastîk û naylon in. Cihê zibilê yê Dîwandereyê li ber zeviyên çandiniyê hatiye çêkirin. Li vê cihê seyên bêxwedî û kesên diz digerin. Heta niha ji bo çareseriya vê pirsgirêkê tiştek nehatiye kirin û her roj dibe sedema pirsgirêkên mezintir. Divê ev cih 10 an jî 20 kîlometre dûrî bajar bûya.”

‘Tendirustiya me di xeterê de ye’

P.N. dibêje ku dema sibehê radibin li cihî hewaya paqij, bêhan qirêjî zibilê dikşînin û wiha domand: "Bi bayê re naylon û qutiyên plastîk li her derê belav dibin. Dûmana ku ji ber şewitandinê derdikeve jî weke mijê radibe. Ji ber vê jî bi mirovan re hem nexweşiyên bêhngirtinê çêbûne hem jî gelek kes nexweş ketine. Tendirustiya me di xeterê de ye. Ne em di ewlehiyê de ne ne jî zeviyên me yên çandiniyê yên tije zibil bûne.”

‘Bi talana li ser xwezayê nexweşî belav dibin’

P.N. got ku divê bermahiyên weke kaxiz, plastîk, şûşe û qutiyên teneke ku dikarin werin veguherandin, cuda werin komkirin û teslîmê navendên veguherên werin kirin û wiha bi dawî kir: “Hejmara nifûsa cîhanê her diçe zêde dibe û ev yek dibe sedem ku çavkaniyên xwezayî werin tunekirin. Ji ber ku bi xweza weke tiştek ku dikare were serfkirin tê dîtin, li hawirdorê zêdtir bermahiyên ku qirêjiyê çêdikin û avêtî kom dibin. Ev yek jî dibe sedema tunebûna cîhanê û belavbûna nexweşiyan.