‘Cîhan bi pirsgirêkeke mezin a qirêjiya jîngehê re rû bi rû ye’

Endezyara çandiniyê û di heman demê de rêvebera Şitilgeha Şehîd Barîn, Nalîn Îsa der barê girîngiya çandina daran ji bo têkoşîna li dijî guherîna avhewayê de got ku jîngeh di xetereyeke mezin de ye divê her kes erka parastina xwezayê bigre ser milên xwe.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Endezyara çandiniyê û di heman demê de rêvebera Şitilgeha Şehîd Barîn, Nalîn Îsa der barê girîngiya çandina daran ji bo têkoşîna li dijî guherîna avhewayê de her wiha têkildarî projeyên Şaredariyên Gel ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û komeleyên ekolojîk ên di bin sîwana Rêveberiya Xweser de xebat dikin, axivî û parve kir.

‘Rol û girîngiya çandina daran ji bo mirov û xwezayê’

Nalîn Îsa behsa rol û girîngiya çandina daran ji bo mirov û xwezayê kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Feydeyeke mezin a çandina daran heye, her çiqas mirov daran biçîne, ewqas vegetation zêde dike. Çandin hem pirsgirêkên tendirustiyê çareser dike, hem jî ji bo parastina xwezayê roleke girîng dilîze. Dema ku hejmareke mezin ji daran bên çandin, dibe sedem ku Kerbon nemîne ji ber ku gelek nexweşiyan cem mirovan ava dike û di encamê de qirêja hewayê û ekolojiyê tune dike. Her wiha dibe sedem ku baran zêde bibe û zuhayî bi pêş nekeve ku beşdarî sererastkirina atmosferê dibe, dema ku baran dibare, wê demê bi dirustî jiyana xwezayî dimeşe.”

‘Bandora şer li ser ax û xwezaya Sûriyeyê’

Nalîn Îsa diyar kir ku bandoreke mezin a şer li ser ax û jîngeha Sûriyeyê kir û ev yek anî ziman: “Herêma me ya Cizîrê, erdê wê yê çandiniyê ye, ger ku tiştek lê nehat çandin û baran nebariye dê karesetekê bi xwe re bîne. Di heman demê de çandinî derfet dide axê ku xwe nû bike û feydeyên xwe yên ji her milî ve pêşkêş bike. Şerê li Sûriyeyê qewimî ku dikeve sala xwe ya 13’an, bandoreke neyînî û xirab li ser ax û xwezayê kir. Li ser axa Sûriyeyê her cure madeyên kîmyewî, çek, top û tang hatin şuxilandin, ev yek bû sedem ku xweza, ax û mirov zirarên mezin bibîne.”

‘Qutkirina daran sûc e’

Nalîn Îsa bal kişand ser qutkirina daran a ku li Efrînê pêk tê bi destên dewleta Tirk û çeteyên wê ku wekî sûcekê tê hesibandin û wiha dirêjî li axaftina xwe anî: “Qutkirina daran û talankirina xwezayê; sûcek e der heqê xweza û ekolojiyê de ye ku gere cezayên herî giran li ser sûcdarên wê werê birîn. Ji ber ku bêyî dar û keskahiyê dê jiyan jî raweste, bi rengekî giştî, cîhan bi pirsgirêkeke mezin a qirêjiya jîngehê re rû bi rû ye, her ku diçe kambax dibe û pileya germahiya erdê bilind dibe. Di şer de her cure tundî û nerêzdayîn der heqê xwezayê de tê kirin, nimûneya herî berbiçav Efrîn a Rojavayê Kurdistanê ku niha ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin. Li Efrînê bi hezaran darên zeytûnan hatin birîn bêyî ku tu kes dengê xwe bike, xwezaya wî bajarî bi tundî hatiye talankirin bi destên çeteyên ku niha cihê xwe tê de digrin. Mirovên ku wan daran diçênin wekî ku zarokekê mezin bike, bi hêsanî dijmin tê û wan daran qut dike û pê tîcareta xwe dike. Divê aliyên pêwendîdar dengê xwe bikin û li hemberî van kiryaran bertek nîşan bidin.”

‘Jîngeh di xeterê de ye

Nalîn Îsa da zanîn ku ewlehiya jîngehê ber bi xeteriyeke mezin ve diçe û wiha berdewam kir: “Li hêleke din, li gorî lêkolînên zanyaran, di salên pêş de ger rewş wiha derbasdar be dê guhertinên mezin di xwezayê de çêbibin ji  alipyê neyînî ve û di encamê de zirarê bigihîjîne însan û ajalan jî. Germbûn dibe sedem ku av bihele, li cîhanê 5 bajar hene ku ji ber germahiya global xetereya binavbûnê heye. Bi taybetî Bîlad El-Şam di bin xeteriyeke mezin de ye, di salên berê de bi barana zêde û tijî dar û keskatiyê bû lê niha ber bi ziwabûnê ve diçe. Ewlehiya jîngehê li ber xeteriyeke mezin e, ne tenê li ser welatekî yan jî herêmekê, li cîhanê bi tevahî.”

‘Projeyên zêdekirina dar û şînahiyê li herêmê’

Nalîn Îsa projeyên zêdekirina daran û şînahiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha rêz kir: “Me wek şaredarî û jîngehê ji bo çandina daran û bi giştî zêdekirina nebatan li herêmê gelek proje daniye ber destên xwe, ji xeynî daristana mizgeftê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê di nîvê rê û baxçeyan de dar bên çandin. Ji aliyekî din ve, em kar dikin ku devera ji zibilan paqij bikin û ev yek jî qirêjiya jîngehê û ziyanên wê kêm dike. Di nava projeyên me yên îsal de gelek projeyên cuda hene ku alîkariya me dikin ku jîngeha xwe biparêzin. Ji bilî karê şaredariyan, gelek komeleyên ku xema jîngehê dikin û wê diparêzin hene, di nav wan de Komeleya Keziyên Kesk, ji ber ku ev komele bi xebata xwe armanc dike ku nêzî 4 milyon dar biçînin û bi çandina daran dest bi karê xwe kir. Di dibistanan de ji aliyê xwendekaran ve bi armanca ku her xwendekarek dara ku çandiye biparêze û lênihêrîna wê didomîne.”

‘Çop dijminê herî mezin ê jîngehê ye jîngeha xwe biparêzin’

Nalîn Îsa di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku çop û qirêjî dijminên herî mezin ê jîngehê ye divê jîngeh bê parastina û got: “Civat ji berê zêdetir xema çandiniyê dike û dizane ku herêm ji çandina daran û xurtkirina herêmê bi nebatan bêaqil bû, parastina jîngehê erka her kesî ye ji ber ku ev yek li ser milên me hemûyan e. Em dikarin bi riya vê darê sûdê ji jîngehê bigrin. Divê her kes li darên ku ji aliyê şaredarî û komeleyan ve tên çandin, em nebêjin tenê karê şaredariyê ye divê her kes li derdora me jî girîngiya çandina daran ji bo parastina jîngehê bizanibe. Çop dijminê herî mezin ê jîngehê ye, ji bo rê li ber belavbûna nexweşiyan û qirêjbûna herêmê ji ber bermahiyên kombûyî de neyê girtin, divê li kolanan, peyariyan û li ber malan cihên avêtinê diyar bikin. Cidiyeta xemsariya jîngehê û avêtina çopê li cih bên veqetandin.”