“Bombebaran bandorê li ser xak û xwezayê dike”

Pispora çandiniyê Seher Hesên dide diyarkirin ku bombebarankirin bandorê li ser civak û derûniyê dike û ew herêmên ku tê bombebarankirin hem jiyan hem jî xak jê gelek zirarê dibine û xak di aliyê çandinê de lewaz dibe.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepce - Ji ber bombebarana dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê ziyanek mezin gihaye sektor û aliyên jîngeh û jiyanê. Mînak di oparasayona meha Nîsana sala 2021’an dewleta Tirk zêdeyî 323 caran çekê kimyayî bi kar anî, ji derveyî şewitandin û birîna daristanan. Ji ber bobebarankirina herêmên çandiniyê yên Pêncewîn di nava gundê Kanî Mîran û Wirya di 24’ê Tebaxa sala bûrî de, hemwelatiyan 70 milyon zerer kirin, bi vê re girêdayî her tim herêma Qendil û herêmên sînorên Şarbajar û Behdînan ji aliyê delweta Tirk ve tên bombabarankirin. Li gor daneyên rêxistina CPT ya Amerîka, di destpêka sala 2021’an heta meha Tebaxê ji ber bombebarana dewleta Tirk zêdeyî 12 hezar donim rêz û bax û baxçe şewitîne.

Derbarê mijarê pispora çandiniyê û seroka projeya çandiniyê ya koleja çandiniyê û zanista pratîkî ya Helebce Seher Hesen Hemereşîd ji ajansa me re axifî.

“Bombebaran rewşa xakê xirab dike”

Seher Hesên Hemereşîd derbarê bandorên bombebaranê ya li ser xwezayê de bal li madeyên kîmyewî yên tên bikaranîn kişand û got: “Ger em em li bandorên bombebaranê li ser xweza û xaka çandiniyê di aliyê zanîstî de temaşe bikin, emê bibinîn madeyên kimyewî di bombebaranan de tên bikaranîn, ji ber madeyê kimyewî li ser xakê dimîne û ziyanek mezin dide xakê û xakê diguhere û di zeviyê çandiniyê de qaliteya berhaman hemû tê guhertin.”

“Bombabaran ji sedan 50 berhemên giya kêm dike”

 Derbarê mijarê pispora çandiniyê û seroka projeya çandiniyê ya koleja çandiniyê û zanista pratîkî ya Helebce Seher Hesên bi bîr xist ku ji ber bombebaranê ji ber madeyên kimyewî bandorê li ser şinatiyê dike rêjeya berhemên giyayî kêm dibe û got: “Çawa ku di dema bombebaranê de em hewil didin li wan herêman nemînin ji ber ziyana dûman û barîna xweliyê, bi heman awayî xak çiya jî dixwazin xwe bi parêzin. Dema ku şer çêdibe mirov li cihên ku nîştecih bûne namînin û hewil didin xwe rizgar bikin. Piştî dawî li şer tê carek din vedigerin ser xaka xwe û dibînin ku xaka wan ji ber madeyên kimyayî guherîn têde heye û ziyana ku gihaye xakê badorê li ser berhemên çandiniyê jî dike.”