Bi birîna ava Firatê mirov û xweza di bin xeterê de ne

Birîna ava Firatê ku dewleta Tirk weke çekekî li dijî gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bikar tîne û kiriye amûrekî bingehîn a siyaseta qirkirinê ya gelên heremî, jiyanê dixe metirsiyê. Şêniyên heremê bang kirin ku ji dewleta Tirk hesab bê xwestin.

HÊVÎ HECÎ ELÎ

Kobanê – Di 27’ê Çileya 2021’ê de, dewleta Tirk ava çemê Firatê ji ser herêmên Sûriyeyê girt di her saniyeyê de kêmtirî 200 metre kup tenê dikeve xaka Sûriyeyê. Tê zanîn, peymana ku di navbera hikumeta Şamê û Tirkiyeyê de heye diyar dike ku 500 m kup e ji avê her saniyeyê divê bikeve Sûriyeyê. Ji serê meha Nîsana 2022’yan ve, ava çem daketiye rêjeya 4.5 m, di encamê de her sê bendavên li ser vê çemê jê bi bandor bûne, bendava Tişrîn, Firat û Huriye, ev jî gefan li hemû bingehên jiyanî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwin.

Jinên Kobanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin ku kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê û girtina avê ji aliyê Tirkiyeyê ve dibe ku pêşî li kareseteke mirovî û xwezayî ya mezin li herêmê pêk veke û gotin ku ev rewş ji bo hemû warên jiyanê metirsîdar e.

 ‘Dixwaze gelên li herêmê bide koçberkirin’

Hevseroka Rêveberiya Avê ya Kantona Kobanê ya Herêma Firatê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Xalîsa Hac Abdulqadir got ku dewleta Tirk bi hemû rêbazan êrişî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dike û got: “Tirkiye ne tenê şerê siyasî û leşkerî li dijî herêmê dimeşîne, herêmê ji ava Firatê bêpar hiştiye. Tirkiye bi birîna avê dixwaze hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê koçber bibe, qir bike û demografiya herêmê biguherîne. Ev jî gelek pirsgirêkan li herêmê çêdike. Kêmbûna rêjeya avê hiştiye ku kehrebe jî kêm bibe û gelek navendên tendirustiyê û nexweşxane xebatên xwe rawestînin, ji ber pêwîstiya alavên bijîşkî bi kehrebeyê ji bo kar hene, dema kehrebe tunebe karê wan jî namîne.”

Ava ku li gorî peymanê dihat Sûriyeyê ji nîvî kêmtir bûye

Li gorî peymanên di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk de, mafê Sûriyeyê heye di her saniyeyê de 500 m kup ava Firatê têkeve xaka Sûriyeyê lê di salên dawî de Tirkiyeyê ev bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî peymanê binpê kiriye di encamê de rêjeye ava dikeve Sûriyeyê kêmtirî 200 m kup e. Ji ber vê yekê dibe ku kareseteke mirovî û xwezayî mezin li herêmê çêbibe.

Di berdewamiya axaftina xwe de Xalîsa Hac Abdulqadir teqez kir ku av rehê sereke yê jiyanê ye hemû jiyan pê ve girêdayî ye, Tirkiye avê li ser herêmê dibire bi siyasetek plankirî, ji bo ku xelkê bide koçberkirin û got: “Rêveberiya avê li kantona Kobanê bi qasî dikare projeyan bi rêxistin dike ji bo çareyan ji birîna avê re bibîne û pêdiviyên gelê herêmê yên avê bi cih bîne.”

‘Ji ber kêmbûna avê saetên kehrebeyê jî kêm dibin’

Der barê bandora birîna avê li ser kantona Kobanê de yek ji şêniyên heremê Emîne Mehmûd a 60 salî got: “Dewleta Tirk êrişî me dike, zarokên me kuştin û gelê herêmê koçber kirin, dîsa jî ava Firatê li ser me dibire weke rêbazeke şerê taybet li dijî me, mafên me herî kêm di av û kehrebeyê de ji dest me digre. Ji ber kêmbûna ava Firatê saetên kehrebeyê kêm bûne bi taybetî di werza havîna germ de, di encamê de gelek nexweşî belav bûne bi taybetî gel zarokan ji ber tunebûna kehrebeyê û avê di siya germahiya zêde di hefteyên borî de zarokek jiyana xwe ji dest daye. Dagirkeriya Tirk me di xaka me de birçî dike ji bo em ji welatê xwe derkevin.”

Di dawiya axaftina xwe de Emîne Mehmûd ji rêxistinên mirovî û aliyên pêwendîdar xwest rewşa gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber çavan bigrin û li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk hesab bê xwestin û got: “Em tenê mafên xwe dixwazin, em tiştekî din ji kesê naxwazin.”