Berxwedana Sûrên Amedê

Sûrên Amedê yên ji ber bêxwedîtiyê her roja diçe dirûxin ji ber erdheja sala par a Xarpêtê jî di hinek beşên wê de texrîbatên mezin çêbûn Hevseroka Odeya Mîmar û Endezyaran a Amedê Selma Aslan, ji rayedaran xwest ku ji bo parastina Sûran dest bi xebatan bikin

 
MEDÎNE MAMEDOGLU
 Amed- Sûrên Amedê yên ketine Lîsteya Mîrasên Cîhanê UNESCO’yê; ji ber bêxwedîtiyê roj bi roj dirûxin. Bi salan e ji ber ku xebat li gorî mîmariya wan nehatiye kirin, beşên Sûrê zirarê dibînin û li hinek deveran kevirên wan dikevin erdê. Ji ber erdheja sala borî ya Xarpêtê, di bedenên Sûrê de texrîbatên mezin çêbûn. Li cihê ku kevirên Sûran dikevin, ev salek e xebat nehatiye kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê derdora cihê ku ji ber erdhejê kevirên Sûran ketine erdê bi bendan girt û tabelaya li ser “Sekna li bin Sûran bi xeter û qedexe ye” nivîsandî daliqand. Li van deverên Sûrê yên rûxiyayî salek e tu xebat çênebûye. Hevseroka Odeya Endezyar û Mîmaran a Amedê Selma Aslan got ku bi xirabûna Sûran re hem jiyana mirovan ketiye xeterê hem jî texrîbatên mezin di van berhemên dîrokî de çêbûye. 
Divê cihên ku di erdhejê de zirar dîtine werin restorekirin 
 Selma Aslan diyar kir ku ji Sûrên di navbera Deriyê Rihayê û Deriyê Çiya de, piştî erdhejê gelek kevir ketine xwarê, tevî vê yekê jî tedbîrên pêwîst nehatine girtin. Aslan diyar kir ku Sûrên hatine terikandin, şahidiya gelek şaristaniyan kirine û bal kişand ku Sûr xwedî mîrasa 7 hezar salan e. Selma Aslan bi bîr xist ku bi biryara ku sala 2015’an de hat girtin, Sûr ketine lîsteya UNESCO’yê lê tevî vê yekê jî heta niha piştgirî û eleqeyek ji bo Sûran nehatiye dayîn. 
"Pêkanînên şaş zirarê didin mîmariya dîrokî"
 Aslan diyar kir ku niha ji bo bircên Sûrê xebatên restorasyonê didomin divê ku heman xebat ji bo beşên rûxiyane jî were kirin û axaftina xwe wiha domand: 
"Ji sala 2015’an vir ve di nava 5 salan de li Sûrê tu xebat nehatiye kirin. Di pêvajoya pevçûnan de ji ber bikaranîna çekên giran û makîneyên kar, van deveran zirarên mezin dîtin. Sûrên Amedê her dem hatine restorekirin û beşeke wê ya mezin heta îro saxlem maye lê dema em li 20 salên dawiyê dinêrin dibînin ku ji ber pêkanînên şaş, mîmariya wê zirar dîtiye.”
"Ger her dem werin parastin dê temenê wan dirêj be" 
 Selma Aslan, bang kir ku ji bo ev zirara heyî zêdetir nebe, cihên rûxiyayî werin çêkirin, paqijkirin, parastin û wiha domand: “Divê rewşa heyî tesbît bibe, bi temamkirina lêkolînan proje werin amadekirin. Divê li derdora Sûran destûr ji avahiyên bilind re neyê dayîn. Di xebatên peyzajê yên li derdora Sûran de divê ji bo parastina tebeqeya arkeolojîk baldarî hebe, pirsgirêkên drenajê werin çareserkirin, zirarên ji ber xebatan çêdibin li ber çavan werin girtin, çareseriyên profesyonel werin pêşxistin. Divê mudaxeleyên lezgîn werin diyarkirin û merhele bi merhele xebat werin destpêkirin. Bircên ku hin beşên wan rûxiyabin di demê de werin restorekirin. Xebatên restorasyonê divê ji aliyê komên pispor ve werin kirin. Piştî xebatên restorasyonê divê ji aliyê sazî û dezgehên têkildar ve xebatên paqijiyê bi navberên periyodîk werin kirin, ji bo civakê xebata hişmendiya parastinê û mîrasa çandî werin kirin. Ger ku Sûr her dem werin parastin û paqijkirin dê temenê wan dirêj be.”