Bandora hişkesaliyê li ser çandiniyê

Hevseroka Desteya Çandinî û Avdaniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Leyla Sarûxan rewşa çandiniyê ya heremê nirxand û got ku ji ber barana kêm ew hewil didin projeyên nû yên pêşxistina çandiniyê.

EBÎR MUHEMED

Hesekê – Sê sal in ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her wiha Sûriye bi giştî ji ber nebarîna baranê, ji ziwabûnekê derbas dibe. Di encama vê ziwabûnê de zirar digihîje zeviyên çandiniyê. Desteya Çandinî û Avdaniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sektoreke xizmetguzariyê ye ku tevî hemû rewşan ji bo peydakirina hemû pêdivî û pêwîstiyên gel ji madeya genim a ku ji bo gelê herêmê bingeha jiyanê ye, her dem di nava hewldanê de ye. Têkildarî vê mijarê, Hevseroka Desteya Çandinî û Avdaniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Leyla Sarûxan, rewşa çandiniyê ya herêmê nirxand.

Leyla Sarûxan behsa Herêma Cizîrê ya ku bi çandiniyê navdar e kir her wiha bal kişand ser bandorên şer li ser rewşa çandiniyê li herêmê û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Dema ku peyva Herêma Cizîrê tê ser ziman, ya ku bala mirovan dikşîne di destpêkê de çandinî ye, ji ber ku mirovên vê herêmê ji sedî 60 karê çandiniyê dikin. Herêma Cizîrê bi giştî çandinî lê dihat kirin û berhemên wê jî gelek bûn. Di deh salên şoreşê de gelek bandor li ser rewşa çandiniyê çêbû, ji destpêka şer ve heta roja me ya îro êdî bandorên wê derdikevin holê, bi xwe re civakê jî bi bandor dike ku berhemdarî jî kêm bûne. Ji ber rewşa şer gelek cotkaran dev ji erdê xwe berdan û berê xwe dan herêmên din, di encamê de erd ji xizmetê derketin. Her wiha krîza Sûriyeyê hişt ku lîreya Sûriyeyê li hember dolar hilweşe û nirxê wê kêm bibe, ev yek jî bû sedem ku zehmetî ji bo cotkaran çêbibe û nikaribin buhayê bikaranîna bîran peyda bikin. Hin cotkaran ji çandina erdên avî, berê xwe dan çandina bejahî ji ber rewşa zehmet a ku dihat derbaskirin.”

Sê salên ziwabûn û nebarîna baranê

Leyla Sarûxan da diyarkirin ku ji ber kêmbûna avê zehmetî hatine kişandin, di heman demê de da zanîn ku tevî zehmetiyan dikaribûn ji sedî 70 pêwîstiyan dabîn bikin û wiha pê de çû: “Di van salên dawî de bi taybetî di sê salên dawî de gelek ziwabûn çêbû, di heman demê de baran kêm bû, ev yek hişt ku berhemên erdên çandî kêm bibin ku di encamê de bandorê li ser pêdiviya gel dike. Di sala borî de ji sedî 70 me dikaribû pêdiviyên gel ên genim dabîn bikin. Heta niha barana ku bariye di vê salê de kêm e lê belê belavbûna baranê li ser mehan heta roja îro baş e. Eger di meha Adarê de jî baran baş bibare, wê demê dê çandiniya bejahî baş be û bikaribin berhem bidin. Bêguman ev jî dê di rojên pêş de diyar be û bê xuyakirin.”

Parastina çandiniyê

Leyla Sarûxan di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Desteya Çandinî û Avdaniyê sektoreke xizmetguzariyê ye ku pêdiviyên cotkaran peyda dike her wiha dabînkirina pêwîstiya gel a madeya genim erkeke li ser milên wan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû kar û xebatên çandiniyê dikevin ser milên Desteya Çandinî û Avdaniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Salane plan tên danîn û li gorî wê pêwîstiyên çandiniyê çi sotemenî, tov û çi semad be digre ser milên xwe ku ji cotkaran re peyda bike. Di salên ziwabûnê de em destek didin çandina avî û ji vê bingehê ve em madeya mazotê li cotkaran belav dikin. Heta niha hin cotkar gazincan dikin ku madeya mazotê di dema xwe de nayê belavkirin. Belê di navbera me, Dezgeha Sotemeniyê, Rêveberiya Xweser û Meclisên wê yên di birêvebirinê re de koordîneyek hatiye avakirin ji bo ku kêmasî nekeve birêveçûna xebata çandiniyê di herêmê de ji ber ku rastî jî çandinî jêdereke girîng a jiyana civakê bi giştî ye ku em bi riya wê parastina ewlehiya xwarinê dikin.”

Li gorî avhewaya herêmê dîtina rêbazên çandiniyê

Leyla Sarûxan di dawiya axaftina xwe de proje û plansaziya Desteya Çandinî û Avdaniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha rêz kir: “Beşa me ya lêkolînê niha ji bo dîtina rêbazên çandiniyê yên li gorî avhewaya herêmê, kar dike, ji ber ku avhewaya me gelek guhertin tê de çêbûye. Her wiha di demên pêş de dê beşa me ya tehlîlkirina dermanên çandiniyê were aktîfkirin, ji bo tehlîlkirina her dermanekê ku derbasî herêmên me dibe ji bo çandiniyê tê bikaranîn. Li gorî her çar werzên salê plan hatiye çêkirin çi ji bo pembo, garis û çi ji bo sebzeyan be dê li gorî derfetên di nav destên me de pêwîstî werin peydakirin.”