Av êdî ne tenê çavkaniyeke xwezayî ye bûye aboriya siyasî - 2
Bi polîtîkayên rêvebiriya avê li Rojhilatê Kurdistanê û bandora bendavan her wiha projeyên hîdroelektrîk ên mezin li ser çem û ekosîstemên rojavayê Îranê, her diçe gefa li ser xwezaya Rojhilatê Kurdistanê mezintir dike.
PIRŞENG DEWLETYARÎ
Navenda Nûçeyan – Dema ku em behsa krîza avê dikin, em bi gelemperî li asîman û kêmbûna baranê dinêrin; lê gelek lêkolîner bawer dikin ku tiştê em îro pê re rûbirû ne ne tenê krîza kêmbûna avê ye, di heman demê de krîza ji ber awayê rêvebirin û belavkirina wê ye jî.
Di vê beşê de, em ê li ser pirsgirêka avê bisekinin, rewşa Gola Urmiyeyê û çemên Zagrosê hemû ji ber encama rêvebirina xirab a avê ye, sedem ne tenê hişkesalî ye.
Ji bo ku em nîqaşê ji Urmiyeyê ber bi tevahiya Rojhilatê Kurdistanê ve berfireh bikin divê ku em bi hev re hinek mijaran nîqaş bikin. Di van bîst salên borî de, rojavayê Îranê bûye yek ji navendên herî mezin ji bo pêkanîna projeyên avakirina bendavan, tunelên veguhestina avê û torên veguhestina navbera hewzan. Ji Bendava Dariyanê ya li ser Sîrwanê bigre heya projeyên veguhestina ava Zapê û plana mezin a bi navê "Gromsîrî." Parêzvanên van projeyan dibêjin ku bêyî wan, pêşveçûna çandiniyê, dabînkirina ava vexwarinê, hilberîna elektrîkê û heta ewlehiya xwarinê ya welat dê bi zehmetiyan re rû bi rû bimîne. Ji aliyekî din ve, rexnegir bawer dikin ku van projeyan di gelek rewşan de lêçûnên ekolojîk û civakî yên giran li ser herêmên jêder ferz kirine û nêrînek pergalî-navendî ya rêveberiya avê serdest bûye. Gelo divê em rewşê çawa binirxînin? Em bi pirsên "pêşketin an jîngeh" re rûbirû ne û divê were zanîn ku pirsgirêk ji vê tevlihevtir e.
Dixwazim bibêjim ku ez ji bingehê ve bi vê dubendiyê re di nava nakokiyan de me. Tu civak nikare bê binesazî, elektrîk, ava vexwarinê, yan çandiniya bi domdarî bijî. Ji ber vê yekê, dijberiya giştî ya li hemberî her bendavek an her projeyek veguhestina avê ne helwestek zanistî ye ku dikare were parastin. Parastina mutleq a avakirina bendavê jî ne wisa ye. Pirsa sereke dibe ku ev be, her proje di kîjan hewzê de, ji bo çi armancê, li gorî çi nirxandinan û bi çi lêçûnê tê bicihanîn. Pirsgirêk kengî dest pê dike? Pirsgirêk dema ku avakirina bendavê ji amûrek di xizmeta rêveberiya avê de vediguhere modela pêşketina serdest; ango her pirsgirêka avê, bêyî ku taybetmendiyên hewzê çi bin, bi avakirina bendavek, tunelek an kanalek tê çareserkirin; wê demê destpê dike.
‘Çem êdî tenê wekî ekosîstemeke zindî nayên dîtin’
Li rojavayê Îranê, yan jî ya rast, li Rojhilatê Kurdistanê, beşek ji lêkolîneran fikarek derxistine holê ku di dehsalên dawî de, perspektîfa endezyariyê li ser perspektîfa ekolojîk serdest bûye. Çem êdî tenê wekî ekosîstemek zindî nayên dîtin, wekî çavkaniyek ji bo rêkûpêkkirin, hilanîn û veguhestina avê tên dîtin. Di encamê de, nirxên wekî dînamîkên çemên xwezayî, rûniştin, girêdana zozanan, veguhestina avê, yan jî debara civakên herêmî ji armancên pêşketina kêmtir giranî tên dayîn. Di mijara projeyên veguhestina avê de divê cudahiyek di navbera pêdiviyên rastîn û pêşveçûna daxwazan de jî were çêkirin.
Veguhestina avê ji bo dabînkirina ava vexwarinê ya bajarekî dibe ku di hinek rewşan de neçar be lê heke veguhestina avê bibe rêbazek ji bo berfirehkirina bênavber a çalakiyên kişandina avê li cihê armancê wê hingê pirsên nû derdikevin holê.

Av êdî ne tenê çavkaniyeke xwezayî ye bûye aboriya siyasî
Gelo cihê armancê li gorî kapasîteya xwe ya xwezayî hatiye pêşxistin? Gelo hemî çareseriyên ji bo rêveberiya daxwazê, zêdekirina hilberînê û guhertina şêwazên xerckirinê pêşî hatine ceribandin? An jî vebijarka herî hêsan hatiye hilbijartin. Ango anîna bêhtir avê ji hewzeke din? Bi nêrîna min, li vir aboriya siyasî ya avê dikeve dewrê. Av ne tenê çavkaniyeke xwezayî ye; ew mijarek e ku berjewendiyên aborî, plansaziya cihî, budçeyên pêşketinê, peymankirin, ewlehiya xwarinê, pêşketina pîşesaziyê û tewra ramanên siyasî bi hev ve girê dide. Ji ber vê sedemê divê her projeyek hîdroelektrîkê ya mezin ne tenê bi perspektîfa endezyariyê, di heman demê de bi perspektîfa edaleta cihî, domdariya ekolojîk û mafên nifşên pêşerojê jî were nirxandin.
Eger em ji asta têgehên giştî dûr bikevin û bikevin nava mînakan, yek ji dozên herî bi nakok ên salên dawî projeyên veguhestina avê ji rojavayê Îranê ne. Ji veguhestina avê ji hewza Zapê bo Gola Urmiyeyê heta torên veguhestinê yên têkildarî Sîrwanê û plana mezin a bi navê "Gromsîrî." Di vegotina fermî de, ev proje wekî beşek ji stratejiya pêşketinê tên destnîşankirin. Ewlehiya xwarinê misoger dikin, elektrîkê çêdikin, ava vexwarinê û heta hinek ekosîsteman vedigerînin. Berovajî vê, komek lêkolîner û çalakvanên jîngehê bawer dikin ku van projeyan, digel hinek destkeftiyan, bûne sedema guhertinên di rejîma xwezayî ya çeman de, herikîna jêrîn kêm dikin û lawaziya ekosîstemên çavkaniyê zêde dikin.
Gelo veguhestina avê ya navbera hewzan, wekî ku li Îranê tê sepandin çareseriya krîzê ye?
Ez difikirim ku xeletiya yekem ew e mirov daxuyaniyek giştî li ser veguhestina avê bide; em nikarin bibêjin ku hemû projeyên veguhestina avê bi xwezayî wêranker in û em nikarin îdîa bikin ku ew hemû neçar in. Tiştê divê were nirxandin ew e ku her projeyek di çarçoveya heman çavkaniya avê de ye lê heke em bixwazin li ser ezmûna Îranê biaxivin, pirsgirêk ne tenê veguhestina avê ye; pirsgirêka şêwaza pêşveçûnê ye ku veguhestina avê di çi astê de ye. Li gelek welatan, veguhestina navbera hewzan wekî çareya dawî tê hesibandin; ango, ew dema ku karîgeriya xerckirinê, reforma şêwaza çandiniyê, vezîvirandina ava qirêj, kêmkirina windahiyên tora belavkirinê û rêveberiya daxwazê bi qasî pêkan hatiye kirin tê hesibandin.
Li Îranê, rexnegir dibêjin ku di hinek rewşan de ev rêz hatiye berovajîkirin; ango, li şûna ku pêşî daxwaz were reformkirin, dabînkirin zêde bûye. Gelek mînakên vê rewşê dikarin li herêmên cuda yên Îranê werin dîtin. Her ku bêhtir av ji bo cihekî were veguhestin, di gelek rewşan de heman av bi lez ji hêla pêşketinên nû ve hatiye kişandin. Pêşveçûnek ku bi xwe bûye sedema daxwazeke mezintir ji bo avê. Di wêjeya li ser rêveberiya çavkaniyên avê de, ev diyarde carna wekî "bi daxwazê ve girêdayî" tê binavkirin; ango, zêdekirina dabînkirinê li şûna çareserkirina krîzê, xerckirinê zêde dike û çend sal şûnda heman kêmasî dubare dibe. Di rewşa Rojhilatê Kurdistanê de jî pêdivî heye ku were zanîn gelek çemên vê herêmê ne tenê riyên veguhestina avê ne. Ev çem pişta ekolojîk a Zagrosê ne. Kêmbûna herikîna xwezayî ya çem ne tenê tê wateya kêmbûna avê; ew bandorê li ser kalîteya avê, sediment, nebatan, biyolojîk cihêrengiyê, xwarina akvîferê, debara civakên herêmî û heta mîkroklîma herêmê dike.
Ji ber vê yekê, her veguhestina avê divê lêçûnên xwe yên veşartî jî di hesaban de bigre nava xwe; lêçûnên ku bi gelemperî di lêkolînên aborî yên klasîk de kêmtir xuya dibin. Ji aliyekî din ve divê em ji bîr nekin ku hinek veguhestinên avê li rojavayê Îranê bi armancên wekî dabînkirina ava vexwarinê yan telafîkirina krîzên rastîn hatine kirin. Ev hewcedariyên rastîn in û nayên paşguhkirin. Pirsa sereke ev e; gelo van projeyan bi planeke rêveberiya hewzê ya berfireh re hatine kirin. Ger bersiv na be wê hingê veguhestina avê dikare bibe beşek ji hilberandina krîzê ne ku beşek ji çareseriyê.

‘Bendava Dariyanê’
Werin em berê xwe bidin yek ji girîngtirîn dozên li Rojhilatê Kurdistanê; Bendava Dariyanê ya li ser Çemê Sîrwanê. Ji destpêka avakirina wê ve, ev bendav ji aliyê hinek pisporan ve hatiye piştgirîkirin û rastî rexneyên cidî hatiye. Alîgir tekezî li ser hilberîna elektrîkê, rêkxistina herikîna avê û feydeyên wê yên aborî dikin lê belê, rexnegir behsa guhertina rejîma xwezayî ya Sîrwanê, zirardayîna ekosîstema Hewramanê, koçberkirina gundan, binavkirina beşek ji mîrata çandî û guhertinên civakî yên li herêmê nakin.
Ger em vê projeyê ne bi perspektîfa dirûşman bi perspektîfa nirxandina zanistî vekolin, dersên herî girîng ên ku îro, piştî çend salan xebitandinê, ji ezmûna Bendava Dariyanê tên girtin çi ne? Gelo divê ev bendav wekî mînakek pêşketina serkeftî were hesibandin an jî wekî mînakek ji sînorkirinên modela avakirina bendavan li Îranê?
Bendava Dariyanê yek ji mînakên herî guncav e ji bo têgihîştina tevliheviya siyaseta avê li Îranê. Ji ber ku heke em bi perspektîfeke sifir ve lê binêrin, em ê bêguman beşek ji rastiyê ji bîr bikin. Rastiya yekem ev e ku ev bendav dikaribûye armancên taybet ên wekî hilberandina elektrîkê û rêxistina beşek ji herikîna avê bi dest bixe. Ev destkeftî nayên înkarkirin lê nirxandina projeyek mezin tenê bi nîşaneyên teknîkî yan aborî temam nabe. Di deh salên dawî de, nirxandina projeyên binesaziyê yên mezin li cîhanê li ser bingeha têgeha "mesrefa tevahî" hatiye kirin; ango, ji bilî feydeyên aborî divê lêçûnên civakî, çandî, ekolojîk û heta nifşên nav-nifşî jî werin hesibandin. Heke em vê pîvanê li ser Dariyanê bi cih bînin, wêne tevlihevtir dibe.
Guhertina rejîma xwezayî ya çem, bandora li ser kalîte û dema herikîna avê, guhertinên di çerxa sedimentê de, cihguherîna hinek wargehan û veguherîna beşek ji peyzaja xwezayî ya herêmê hemû faktor in ku divê li kêleka feydeyên projeyê werin dîtin.
Pirs ev e ev elektrîk bi çi lêçûnê ji bo çavkaniya avê tê hilberandin?
Bi perspektîfa rêveberiya domdar, dibe ku dersa herî girîng ji Dariyanê ev be ku çem divê tenê wekî binesaziya avê neyê dîtin. Çem pergaleke zindî ye; pergaleke ku performansa wê ne tenê bi qebareya avê ve girêdayî ye, di heman demê de bi rîtma xwezayî ya herikînê, girêdana wê bi çavkaniyên avê, biyolojîk cihêrengiya wê û têkiliya wê ya bi civakên mirovan re jî girêdayî ye. Her ku ev perspektîf di plansaziyê de bêhtir were bicihkirin, ewqas îhtîmal heye ku projeyên pêşerojê di navbera pêşketin û parastinê de hevsengiyek baştir çêbikin.
Lêkolînên li ser Gola Urmiyeyê, Bendava Dariyanê û projeyên veguhestina avê nîşan didin ku krîza avê ne tenê bi projeyek an herêmek ve sînordar e; bi pirsên mezintir ên li ser edalet, pêşketin û pêşeroja ekosîstemên Îranê ve girêdayî ye. Di beşa dawî de, em ê ji derveyî projeyan li ser pirsa ka civakên herêmî di biryarên avê de çawa cih digrin û gelo riyeke din ji bo pêşeroja avê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hê jî dikare were xeyalkirin, bisekinin.
Dê bidome