Şewatên li Kanadayê didomin: 30 milyon qadên daristan şewitîn

Li Kanadayê 30 milyon donim erd di şewata daristanên ku ji meha Gulanê û vir ve didomin de şewitîn. Tê texmînkirin ku 613 şewat ji kontrolê derketiye.

Navenda Nûçeyan- Şewata daristanên ku di 6’ê Gulanê de li parêzgeha Alberta ya Kanadayê dest pê kiribû, her diçe belav dibe. Ji ber şewata daristanan ku bi hevdemî ji aliyekî welêt heta aliyê din berdewam dike ji kontrolê derket, bi deh hezaran kes ji ber şewat û dûmanê neçar man malên xwe biterikînin. Kesên ku neçar dimînin malên xwe biterikînin, li deverek li başûrê eyaletê, li nêzî sînorê Dewletên Yekbûyî têne bi cihkirin.

Tê texmînkirin ku 613 şewat ji kontrolê derketine

Ji sê parên hemû şewatên li Kanadayê li British Columbia ne. Heta niha li Kanadayê 30 milyon donim erd ji ber şewata daristanan hilweşiyaye. Tê texmînkirin ku ji 990 şewatên çalak ên li Kanadayê 613 ji kontrolê derketine.

Ji 7’ê Tîrmehê ve ji ber şewata daristanan zêdetirî 155 hezar kesî malên xwe vala kirin. Hikûmeta Federal a Kanadayê ragihand ku ji 5’ê Tîrmeha 2023’an û vir ve li welat bi giştî 3 hezar û 412 şewatên daristanan rû dane û bal kişand ser vê yekê ku ev hejmar ji hejmara 2 hezar û 751 şewatan a navînî ya demsala 10 salan pir derbas kiriye.