Çiyayên Zagrosê bi destê dewlet û mafyayê tê tûnekirin

Li Rojhilatê Kurdistanê di demên dawî de bi alîkariya hêzên dewletê mafyaya keresteyê darên berûyan tê qûtkirin û bazirganiya wê tê kirin. Ev pêkanîn zirarê dide ekosîstema çiyayên Zagrosê û debara gelê heremê.

NASÎM MOHAMMADÎ

Serdeşt – Daristanên Zagrosê yên Rojhilatê Kurdistanê yên bajarê Serdeşt, Mirabad, Bane, Merîvan mafyayê kereste ku polîsên Îranê piştgiriyê dide wan, tên texrîbkirin. Bi dehan grûbên suc, darên bi sedhezaran salan qut dikin, bi qaçaxî derbasî navendên Îranê bajarê mezin dikin.

Texrîbata çiyayên zagrosê

Daristanên Serdeşt û Mîrabad li parêzgeha Urmiyê beşeke girîng ji ekosîstema Zagrosê pêk tînin. Lê di van salên dawî de bûye yek ji armanca sereke ya komên mafyayan. Çalakvanên hawirdarê didin diyarkirin ku ev kom bi teknolojiyên pêşketî, bi mirovên çekdar, li kêleka qereqolên eskerî bê pirsgirêk derbas dibin. Di raporan de dide xuyakirin ku hevkariya qereqolê ev texrîbatan hêsan dike. Derbarê mijarê de çalakvanên hawirdorê ji ajansa me re axivin. Çalakvanan diyarkirin ku qutkirina daran ekosîstemê xerab dike û di jiyana gelê heremê de pirsgirêkên cîdî dide avakirin û bertekên xwe nîşan dan.

‘Ji bo ekosîstema heremî pirgirêkên cîdî dide avakirin’

Çalakvana hawirdorê Jîla: “Xebatên mafyayî ji ber ku bi têrkerî lêkolîn nayê kirin û rûşvetê didin qereqolê bi şeklekî berfireh berdewam dike. Bi bahaneyên kontrola leşkerî ya pêkanînên parastinê bi zanebûn daristan tên texrîbkirin û ev rewş her ku diçe xerabtir dibe.” Jîla der barê qaçaxçitiya kereste ya li bajarên Serdeşt û Mirabad te tên kirin wiha got:

“Li heremên Serdeşt û Mirabadê de daristanên berû yên Zagrosê di wan demên dawî de rastî gelek texrîbatan hatin. Ev hemû texrîbat, bingeha xwe ji bi armanca qaçaxçitiya kereste yên girêdayî grûbên mafyayê digre. Ji ber qalîteya xwe ya bilind, dara berûyê ji bo hilberîna cûrbecûr û ji bo çêkirina komirê pir bi qîmet e. Her wiha mafyaya araziyê  jî ji bo berfirehkirina qadên çandinî û niştecihbûnê beşdarî vê wêrankirinê dibe. ev kesan bi zanebûn daran qût dike, paqij dike û bi guhertina araziyê ev daristanên bi qiymet gendelî dikin û dixin nav milkê xwe. Wek encam ekosîstema heremê tê tunekirin û çiyayên Zahgrosê bi awayek pir berfireh tên texrîbkirin. Ev rewş ji bo jiyana gelê heremê jî xeteriyek mezin dide avakirin.”

Jîla diyar kir ku bi tunekirina daristanan çavkaniyên xwezayî jî tune dibe û wiha got: "Xeteriya lehî û şemîtina axê jî ava bû û jiyana me hîn zehmetir kir. Êdî ji bo pêwîstiyên me yên rojane em nikarin daristanan bikar bînin û dibe ku çandiniya heremê ji holê rabe.”

‘Gundî dizanin li pişt van karan kî heye’

Maryam Ş. A ji yek gundê Serdeştê der barê qaçaxçitiya kereste nêrînê xwe wiha anî ser ziman: "Hama bêje her şev em kamyonên ku darên berûyan jêdikin û dibin dibînin. Piranî şev dengê testereyê tê bihîstin û ev deng di nav gund de jî tê bihîstin. Niştecîhên gund vê rewşê bi dehan caran gihandin Daîreya Çavkaniyên Xwezayî. Lê tu tedbîr nehat girtin. Rûxmê ku dengê testereyê bi awayek vekirî tê bihîstin jî memurên Daîreya Çavkaniyên Xwezayî nayên heremê û qaçaxçiyan nadin sekinandin. Li gund qereqol jî heye. Bê guman ew jî vê dengê dibishîsin lê tiştekî nakin. Gundî li pişt vê karê û qaçaxçî kî ne dizanin. Lê ji ber ku ev kesane girêdayî saziyên dewletê ne kes naxwaze bi wan re rû bi rû were. Gelek niştecîhên gund, ji vê rewşê ne rehet in û xwe bê çare hîs dikin ji ber ku ji bo pêşîgirtina li vê wêrankirin û qaçaxçîtiyê ji aliyê saziyên destûrî ve tu piştgirî nayê dayîn û her roj daristan zêdetir winda dibin.”

Maryam da zanîn ku daristan perçeyek jiyana wan ne û wiha gotinê xwe domand: “Em kesên ku lawiran xwedî dikin pir girêdayî wan daristanan in. Pelên darên berûji bo lawirên me yek ji çavkaniyên xwarinê yên sereke ne. Nemaze di demsalên ku giya kêm e. Ji bo niştecihên gund, bi taybetî ji bo sewalvanan, darên berû pir bi qîmet in û parastina wan xwedî girîngiyeke mezin e. Me her tim hewil daye em li daran baş meyze bikin. Lê mixabin, qaçaxçî û mirovên ji vê rewşê sûd digrin qet ne xemawan e daran qûtkirin û tunekirinê berdewam dikin. Ev kesan ne tenê zirarê dide hawirdarê çavkaniyên debara me jî dixin nav xetereyê. Ger ev rewş wisa berdewam bike, gelek malbat nikare lavirên xwe xwedî bike û dê neçar bimînin herema we biterikînin.”

‘Timî gef li çalakvanan tê xwarin’

Çalakvana hawirdorê Sara bal kişand ser vê yekê ku çalakiyên hawirdorê li hemberî van mafyayan lawaz in û got: “Ev kom tenê tenê bi çek û metirsiyê nemaye. Di heman demê de li gel saziyên ewlehiyê ya Komara Îslamê ya Îranê de xwedî têkiliyên bi hêz in û ev rewş têkoşîna li dijî wan hema bêje ne pêkan kiriye. Çalakvanên sivîl demê raste rast di sahêd e protesto dikir, niha hê zêdetir berê xwe daye medyaya dijîtal. Bi giştî neçar dimînin ku ji pêşkêşkirina çareseriyê zêdetir, êşa ku li hemberî rewşa heyî û rexneyên xwe tînin ziman. Ji ber ji amûr û derfetên ku pêşî li texrîbata daristanan bigirin bê par in. Heta di medyaya dijîtal de jî dibin zextan de ne. Pervekirinên wan hertim ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tên şopandin û hertim gef li çalakvanan tê xwarin.”

Sara diyar kir ku divê civaka sivîl çareserî û alternatîfên pratîkî pêşkêş bike û got: “Divê zextê li hikûmetê bikin û rewşa ku afirandiye û xizaniya aborî û berbelav  kirine, berpirsyar bibinin. Hikumetê bi siyasetên xwe rêyên yasayî geşedana aborî û qanunî girtiye û li şûna wê ji bo komên berjewendîxwaz rêyek wek qaçaxçîtiya daristanan û wêrankirina daristanan vekiriye.”

Çi dikare bê kirin? 

Sara di berdewamiya axaftina xwe de wiha got; “Yek ji wan gavên ku divê  bên avêtin ew e ku zextê li dezgehên çavkaniya xwezayî bikin ku erka xwe bicih binin û rê li ber tunebuna daristanan bigrin. Divê  ev sazî ji ber xemsariya xwe hesab bidin. Di heman demê de divê em armanc bikin ku atolyeyên hilberina komirê yên pêşesariyê ji aliyê aborî ve bi kêmtir zirarê bidin hawirdorê. Her wiha hênceta zêdekirina qadên candinî û niştecihbuna  mafyayên ku daristanan dibirin bidin rawestandin. Divê qanunên heyî were nûkirin û tundtir kirin da ku kes newêre daristanana qut bike û bikaranina erdan biguherine. Tenê em bi vî awayî dikarin daristanên hêja û civakên herêmî yên Zagrosan biparêzin, em dikarin debara jiyana gel biparêzin û pêvajoya wêrankirinê rawestînin.”