Çîroka vegerandinê ya ji daran heta kaxezê, ji kaxezê heta lewheyan

Nivîskara Xezayê Huda Thabet ji kaxezên li mala xwe sûd girt û bi hilberandinê ji bo çand û hunerê bi projeya ‘Okid’ hewil dide ji bo hawirdorê hişmendiyê bide avakirin.

RAFIF ESLEEM

Xeza – Ji bo parastina hawirdor, di roja me de tişta ku herî baş were kirin yek jê madeyên avêtin yên ku tên vegerandin e. Kaxezên ku di jiyana rojane di her qadê de tê bikaranîn, bi vegerandinê car din tê halê bikaranînê û ev li gora madeyên din yê avêtinê hêsantir e. Jiyana nivîskar Huda Thabet di nava kaxezan de derbaz dibe. Bi kaxezên ku li mala wê kombûne projeya vegarenadinê pêşxistiye. Nivîskar di çarçoveya projeya ji bo çand û hunerê navê ‘Okid’ dayê hem hewil dide hişmendiyê ava bike û hem jî hewirdorê biparêze.

‘Mala min tijî kaxez bûbû’

Huda Thabet ku perwerdeya nivîsandina çîrokan dide zarokan diyar kir ku ev fikir bi çîrokên zarokan û di malde tejîbûna kaxezan çêbû û wiha got: “Mala min tejî kaxez bûbû, ji bo ew kaxwaz ziyanê nede hawirdor min ne xist çopê û ji ber vê jî min dest bi lêkolînê kir û min vegerandin nas kir. Ji bo ez vegerînim jiyanê min dest bi xebatan kir.”

Huda Thabet di çarçoveya pirojeya kaxezan de, lewheyan ji bo kesên ku bi hunerên ciwan re mijul dibe çêdike û piştre van lewheyan dibe ji xwendekarên xwere û ew qaliteya wan erê dikin. Huda Thabet da zanîn ku dema ku ji vê pirojeyê dahata aborî bi dest xist bi 4 jinan re atolyeya xwe vekir.

Huda Thabet destnîşan kir ku di çarçoveya ji bo çand û hunerê pirojeya ‘Okid’ ava kiriye û yên ku berhem bi karanîne dibêjin lewha ji amurên din zêdetir bi qaliteye. Huda Thabet bi bîr xist ku dema ku hîn zêdetir pêwîstiya wê bi kaxezan çêbû li sazî  û cihên kar digere û kaxezan kom dike.

‘Wê projeya me birîna daran kêm bike’

Huda Thabet da zanîn ku bi belavbûna vegrandinê re ji bo hiberîna kaxezan wê hêjmara birîna daran kêm bibe û wê ziyanên ku digihin xwezayê kêm bibe û divê piştgiriya pirojeyên bi vî awayî werin kirin. Dema ku me ji nîvîskar pirskir karê vegrandinê bi bi kijan qonaxan tê encaman û wiha behsa qonaxa xebatên xwe kir û got: “Destpêkê beriya ku em kaxezan bixin testek mezin ya avê de em qet dikin û piştre em herî kêm 4 saetan germ diki, ji bo zêdekirina kaliteya berhemê hinek malzeme em dixinê. Miktara kaxezaê ji çaran sêyê wê em di muxelên dest de derbaz dikin û cardin şil dikin. Piştî demekê kaxez divegere hevirê ku bi awayek asan şekil bigre. Qonaxa piştî wê qonaxa zuhakirinê ye. Lewhayên ku çêbûne li ber rojê em zuha dikin. Piştî ku zuha dibin lewha di qonxaên zimpakirinê re derbaz dibin û herî dawî jî em dipêçin û ji bo karanînê amade dibe.”

Huda Thabet herî dawî diyarkir ku dixwaze pirojeya xwe mezin bike û bang li jinan kir ku piştgiryê bidin pirojeyên wan.